Zêdetirî 82 hezar bi Koronavîrusê mirine

Li tevahiya cîhanê di encama Koronavîrusê ya nû (Covid-19) de zêdetirî 82 hezar kes mirine.

Li tevahî cîhanê heta niha ji ber vîrusa korona ya nû (Covid-19) zêdetirî 83 hezar kes mirine. Li DYA`yê di nava 24 saetan de hezar û 632 kes mirin, li Fransayê hezar û 417 kes piştî ku encamnameya navendên lênerîna kalepîran lê zêde kir, her wiha li Brîtanyayê 786 kes mirin.

Îro li Rûsyayê hejmara nexweşan pir zêde bû. Navenda pêwendîdar îro diyar kir ku hejmara kesên ku bi vîrusê ketine bûye 8 hezar û 672.

Bi zêdebûna belavbûna vîrusê li Tirkiyê re wezîrê tenduristiyê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 76 kes ji ber vîrusê mirine, her wiha hejmara nexweşan li tevahî welêt bûye 725.

Li Çînê careke din vîrus derket holê. Komîteya Tenduristiyê ya Nîştimanî ya Çînê diyar kir ku roja çarşemê 62 kes bi vîrusê ketine. Beriya wê bi rojekê jî 32 kesên ji derve hatibûn, bi vîrusê ketibûn. Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên vîrusê bû 81 hezar û 802 kes û 3 hezar û 333 mirî.

Ev yek piştî ku hikûmeta Çînê qeyd ji ser navendên karantînayê yên li bajarê Wohan rakir, pêk hat. Piştî 74 rojan ji girtinê careke din jiyan li bajêr vegeriya, balafirgeha wê hate vekirin û hindek rêyên lezgîn jî hatin vekirin.

Her wiha dewletên cîhanê ketine pêşbirkê bê ka kî dê dermanan bibîne û vîrusê bi dawî bike, di serî de jî Rûsya û DYA. Rûsyayê ragihand ji dawiya meha Hezîranê ve dê dermanên li dijî vîrusê bixin tecrubeyê. Her wiha serokê DYA`yê Donald Trump destnîşan kir ku 10 derman hene ku têne tecrubekirin da ku vîrusê tune bikin.

Serokê Navenda Vector a Zanista Vîrus û Teknolojiyê Rinat Maksîotov di civîna bi rêya vîdeo ya di navbera Pûtîn û serokên navendên lêkolînên Rûsyayê de diyar kir ku navenda wan amade ye dest bi tecrubeyan bike.

Serokê DYA`yê roja sêşemê ragihand ku hefteya pêş dê pir zehmet be, ji ber belavbûna vîrusê li DYA`yê û destnîşan kir ku welatê wî yê sereke ye ku tecrubeyên dermanên koronayê li cîhanê çêdike.

Trump di kongreya şaneya aloziyê de ku rojane tê lidarxistin, wiha axivî: "10 derman hene li DYA`yê tecrube li ser wan têne çêkirin."

bx


Mijarên Din