​​​​​​​ Zehra Berkel..heta şehadeta xwe li ber xwe da û têkoşiya

Bi hêz û vîna xwe gelek peywirên rêxistinî ku xizmeta civakê dikin, girt. Sala 2018`an wekî koordînasyona Kongreya Star hate hilbijartin û di oxira azadiyê û çareserkirina pirsgirêkên jinan de, kedeke mezin da. Heta dema şehdeta xwe têkoşiya û li ber xwe da. Em behsa Zehra Berkel dikin.

Dewleta Tirk a dagirker di 23`ê Hezêrana borî de maleke sivîlan li gundê Helincê yê başûr rojhilatê Kobanê kir hedef. Di encamê de 3 jinên ku 2 ji wan çalakvanê koordînasyona Kongreya Star bûn û xwediya malê Emîne Weysî, şehîd bûn.

Yek ji qurbaniyên êrişa Tirkiyê endama Koordînasyona Korngreya Star Zehra Berkel e. Gelo Zehra kî ye?

Zehra Berkel (33) di malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekir. Esilê malbata Zehra vedigere gundê Berxbotanê yê başûrê bajarê Kobanê, ew ji eşîreya Kêtikan e. Malbat ji 4 bira û 5 xwişkan pêk tê û rewşa wan a aborî navîn e.

Zehra xwendekara sala duyem a fekulteya hiqûqê ya Zanîngeha Helebê bû. Lê belê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re dev ji xwendina xwe berda û tev li şoreşê bû. Zehra wekî jineke Kurd mohra xwe li rêxistinkirin û avakirina saziyên ku xizmeta civakê dikin, xist û di hemû qadên şoreşê de rol lîst.

Beriya destpêkirina Şoreşa Rojava Zehra bi awayekî veşartî jin fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî dikir. Bi destpêkirina şoreşê re jî heta gelek salan di dibinstanên Kobanê de mamostetî kir. Lê belê ji ber rewşa aborî ya xerab a malbata wê, karê mamostetiyê berdewam nekir.

Di sala 2013`an de Zehra di Komeleya Jinan ku niha bi mala jinan tê naskirin de heta demekê kar kir. Piştre cihê xwe di rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de û piştre di Heyva Sor a Kurd de, girt.

Ji bo birêxistinkirina civakê, beşdarî karê Tevgera Civaka Demokratîk bû û wekî hevseroka dîwana meclisa gel peywir girt. Di sala 2017`an de jî bû hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê û piştre bû hevseroka Desteya Edaletê.

Zehra yek ji çavdêrên hemû çalakiyên rêxistinî yên Kongreya Star û saziyên sivîl bû. Her wiha di hevserokatiya komîteya çalakiyan a herêma Firatê de cih girt. Zehra yek ji rêveberiyên ku vekirina dewreyên perwerdeyê yê taybet bi zilaman li akademiya şehîd Şîlan, pêşkêş kirine bû.

ZEHRAYA DIL NAZIK, DI KARÊ XWE DE JÊHATÎ BÛ..

Hevrêyê Zehra yê têkoşînê Ehmed Şêxo wiha dibêje: "Zehra di dan û standina bi civakê re xwedî şêwazekî taybet bû. Tu cudahî nedixist nava xizan û dewlemendan. Ruhê wê xweş bû û ew çavkaniya moralê bû. Pir wate dida xebat û têkoşînê. Kesayeteke bi hêz û vîn bû. Bi rûyê xwe yê li ken bandor li hevalên xwe yên xebatê dikir."

Şêxo wiha dewam kir: "Beriya şehadeta wê bi demeke kin behsa mirinê dikir. Tevî ku ji guleyan ditirsî jî, lê belê wê bi îsrar li ber xwe da. Zehra tevî şandeyekê berê xwe da Efrînê da ku piştgiriya gelê Efrînê û şervanên wê li dijî dewleta Tirk bike."

Şêxo wiha destnîşan kir: "Em her çendî behsa kesayeta Zehra bikin, em nikarin heqê wê bidinê. Xebattê wê û gotinên wê ji temenê wê mezintir bûn. Zehra bi dilekî mezin rexne qebûl dikir û xwedî helwesteke zelal bû. Ew li dijî şaştiyan bû, em jî bi hêza wê bawer bûn û me destek didayê."

MÎNAKA JINA AZAD Û CIHÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN JINAN

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rewşen Hacim, wiha behsa kesayeta Zehra dike: "Li hemberî kevneşopiyên civakê yên malbata xwe, bi hêz bû. Tevî zextên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê jî û zextên derûnî û aborî yên malbatê jî, Zehra ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiya xwe û azadiya jinan û civakê gav paşde navêt û li hemberî hemû cureyên tundiyê bi şev û roj bi îsrar têkoşîn dida meşdandin. Heta beriya destpêkirina şoreşê jî bi awayekî veşartî kar dikir."

Rewşen wiha lê zêde kir: "Tevî temenê xwe yê biçûk, Şehîd Zehra hebûna xwe wekî jineke Kurd di nava Şoreşa Rojava de îspat kir. Wê ji hemû jinên Kobanê re ku zihniyeta baviksalar û eşîrtî lê serwer bû, pêşengtî kir û li dijî hemû êrişên û siyasetên li dijî tevahî herêmê û bi taybetî jinan sekinî."

Rewşen Hacim dibêje ku Zehra di dirêjahiya dema karê xwe de, pirsgirêkên jinan dihewand û bi parastina maf û rûmeta jina, qeydên eşîrtî şikand. Her wiha di danîna qanûnên jinan ku mafên wan di civakê û malbatê de misoger dikin de, Zehra roleke mezin lîst.

ZEHRA WEKÎ ENDAMA KOORDÎNASYONA KONGREYA STAR TÊ HILBIJARTIN

Sala 2018`an konfransa salane ya 8`emîn a Kongreya Star li dar ket û tê de Zehra wekî endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê hate pejrandin. Zehra li herêmên Erebî wekî Eyn Îsa, Girê Spî û Sirînê jî kar meşand û hewl da ku asta zanabûna jinan bilind bike û wan ji firkên desthilatdariyê rizgar bike.

Her wiha wê doza wekheviya di navbera her du zayendan de kir û xwest ku jin roleke pêşengtiyê di civavkê de bilîzin. Rewşen Hacim dibêje ku Zehra her tim digot dê heta şehadeta xwe ji bo azadiyê têbikoşe û li ber xwe bide.

ZEHRA DABARA MALBATA XWE Û XWIŞKÊN XWE DIKIR

Piştî ku sala 2013`an bavê Zehra diçe rihmetê, Zehra berpirsyartiya malê radike û dabara malbatê dike. Tevî pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî, bi şev û roj kar dikir da ku ji malbat û xwişkên xwe stûnek be. Her wiha wê karûbî ku hevsengiyê bixe navbera karê xwe yê di saziyan de û berpirsyariyên xwe yê malê.

Xwişka Şehîd Zehra, Dunya Berkel wiha dibêje: "Em dikarin kesayeta hemû jinan di kesayeta xwişka min Zehra de binirxînin. Zehra zulma li dijî jinan qebûl nedikir. Piştî ku bavê min mir û rewşa me ya aborî xerab bû, Zehra berpirsyariya me radikir. Ew ji bo me dayikeke henûn bû."

AXAFTINA ŞEHÎD ZEHRA

Şehîd Zehra di dema beşdarbûna xwe di pîrozbahiya 8`ê Adara îsal de li Kobanê wiha axivîbû: "Jinan karîbû di qadên siyasî, dîplomatîk, fermandar, şervan û di qada civkaî û hwd.. de rola xwe bilîzin. Ev yek bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat."

Hêjayî gotinê ye ku di 25`ê Hezîranê de bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi merasîmeke bi heybet, cenazeyên her sê jinên Kurd Zehra, Hebûn û Emîne li goristana Şehîd Dicle veşartin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din