Zekî Akil: Pêngava 15'ê Tebaxê li ser navê gelan têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye

"Pêngava 15’ê Tebaxê raperîna ramanê ye, îfadeya ramanê ye û pêkhatina wê ye. Ev îfade bi çekan çêbû. Ji ber ku hemû deriyên axaftin, nîqaş, nivîsandinê hatibûn girtin. Teqîna çekan di rastiya xwe de îfadekirina ramanê ye, ya dozê bi xwe ye."

Zekî Akil destnîşan dike ku şoreşa vejînê ya 15’ê Tebaxê serkeftinek e ku xwe dispêre şoreşgerî, gel û hêza xwe ya cewherî û di heman demê de gerîla jî hêza damezirîner a neteweyekê ye û PKK jî rêxistin û partiya wê ye.

Bi minasebeta 38'emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, me bi nivîskar Zekî Akil re têkoşîna gerîla û PKK'ê, helwesta Kurdan a di guhertin û pêşketinên îro yên herêmê de û doamana pêvajoyê nîqaş kirin.

Dema mirov îro lê dinêre, girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de çi ye, mirov dikare çawa pênase bike?

Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê bîrdozî, siyasî, pêşengî, çandî û civakî ve ji hemû şoreşên Kurdan ên berê cuda ye û destpêkek e. Ev bi derketina rêber Apo ve girêdayî ye, bîrdozî û raman afirandiye, kadro li dora xwe kom kirine, bi rêxistin kirine û bi rêya wan li Kurdistanê belav kiriye û birêxistinbûn çêkiriye.

Dewleta Tirk digot min Kurd pelçiqandin, qedand, tasfiye kirin. Lê belê dema potansiyela vejînê hat dîtin; rewşên awarte, komkujiya Mereşê û derbeyên leşkerî çêbûn. Li hemberî vê yekê rastiya zindana Amedê derket holê. Di encamê de rêber Abdullah Ocalan çû derveyî welat. PKK ji yên din cudatir e; em bêjin serhildan an jî birêxistinbûn li qadeke berfireh bi pêş ket, ne ku li herêmekê. Rêber Apo diçe derveyî welat û ji wir jî tevgerê bi rêxistin dike. Vê carê jî dema ku dewleta Tirk hewl dide tevgerê di zindanan de bixeniqîne, li zindanan berxwedan geş dibe.

Di dîroka Kurdistanê de cara yekem bîrdoziyeke modern a sosyalîst, xwedî stratejî û li gorî vê yekê bi pêşengiya gerîla teoriyeke şerê gel hat pêşxistin û birêxistinkirin.

Di rastiyê de gerîlatiya herî mezin, berxwedana li zindanan bû ku bûne cihê hesabpirsînê. Çawa ku dixwestin biqedînin, ji holê rakin û çavtirsandî bikin lê bi pêşengiya Mazlûm, Kemal û Xeyriyan jî derbeke mezin a dîrokî lê hat xistin. Li aliyekî mîlîtarîzma Tirk, nîjadperestî û li pişt wê jî reaksîyona emperyalîst heye, ezmûn û hevkêşe hene, li aliyê din birêxistinbûneke gelekî nû hatiye avakirin, gelekî bêtecrube, kadroyên ciwan hene. Bi ser de jî gelek ji wan cara pêşîn dikevin zindanê, hewl didin civakê teslîm bigirin, zindanê hatine îzolekirin, ji tevgera xwe û Rêberê xwe xeberekê hilnade. Di vê zindanê de ew tarîtî hate parçekirin. Rêber Apo ev têkoşîn bi hewldaneke mezin geş kir û li hemberî gelek astengiyan jî roj bi roj geş bû.

Tevgerên çepgir ên li Tirkiyê hatin tepisandin, gelek kes di zindanan de bûn an jî derketibûn derveyî welat...

Erê, wisa bû, tevgera çepgir a Tirkan di demeke kurt de tesfiye bû. Rêber Abdullah Ocalan xetereyê dibîne û derdikeve derve. Ew jî nedîtin, guh nedan hişyariyên rêber Apo. Rêya Azadî ya Kemal Burkay, Rizgarî-Ala Rizgarî ya Hatîce Yaşar û Kawacî, hemûyan li derveyî welat, li Başûr û Rojhilat kampên leşkerî ava kirin, lê dîtin ku gelekî zehmet e û berê xwe dan Ewropayê. Di dawiyê da ev hemû tevger tesfiye bûn. Rêber Apo îradeyeke mezin nîşan da, vekirîbûna erdnîgariya Rojhilata Navîn a li şoreşê û nêzîkbûna wê ya li Kurdistanê li ber çavan girt. Dema ku konferans, kongre, teorî, nîqaş, strateji û taktîk bi berxwedana li zindanan re bûn yek, vejînê hêviyeke nû afirand û baweriya ku ev yek dikare bê kirin, belav kir. Eger li cihekî teng, li cihekî nepêkan bê kirin, hingî veguhastina ber bi welêt ve bi rêya komên propagandaya çekdar heye. Başûr wê demê dihat bikaranîn. Li herêmê valahî çêbû. Ew baş hate nirxandin. Mehmet Karasûngûr xwedî li keda wan derketibû. Wekî din, derfetên çûn û belavkirina propagandayê li Kurdistanê zêde nebûn. Ev çalakî tenê bi bikaranîna çiyayan, cihên stratejîk dikarîbûn bihata kirin. Dikarîbû bi bikaranîna herêmên ku dewlet lê zeîf bûya, bihata kirin û PKK'ê ev kir. Ev encameke dîrokî ye û niha baştir tê dîtin. Ji ber ku PKK û gerîla çar parçeyên Kurdistanê kirin yek.

Mirov dikare bibêje ku ev analîz û pêşdîtineke rast bû û li gorî vê hereket kirin?

Belê, tevgerên Kurdan ên beriya xwe lêkolîn kirin, ji wan ders derxistin û her wiha jî kadroyên xwe yên pêşeng rexne kirin da ku ew jî heman şaşiyan nekin û tedbir girtin. Pêşdîtinên rêber Apo ne tenê bi pêşxistina teorîya xwe, bi pêşxistina pratîka xwe jî bû. Wî kedeke mezin da. Bi vî rengî derket holê. Di vî alî de Pêngava 15’ê Tebaxê di rastiyê de li ser esasê avêtina guleyan pêş ket û mudaxele li pêvajoyeke dîrokî kir û parçe kirin yek. Guleya pêşîn, ew bêdengî şikand. Piştre li Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ji bo her kesî jî surprîzeke mezin e. Bi taybet jî desthilatdar û generalên Tirkiyê, tu kesî hêvî nedikir ku ev bi pêş bikeve. Çepgirên Tirk wisa nedifikirîn. Girseyên li Tirkiyê qet li benda vê nebûn. Kesî newêrîbû destwerdaneke çekdarî li avaniya civakî ya ku dewletê ew qasî serdestî lê dikir, bi pêş bixe. Li pişt wê ne hêzên mezin, ne jî dewlet hebûn. Ev tevger bi keda çend ciwanan a giranbuha derkete holê.

Di vir de lazim e hêza vîn û baweriyê bê dîtin. Tenê analîzên rast, bîrdozî, siyasî têrê nakin. Fîlozof dikarin vê bikin. Marks dibêje fîlozof dinyayê analîz dikin û cudahiya di navbera sosyalîstan de ew e ku wê biguherînin. Li Kurdistan û Tirkiyê gelek tevger hebûn ku li ser navê sosyalîzmê tev digeriyan, rêxistinî bûn, propaganda dikirin û xwedî hin hêzan bûn. Lê belê cudahiya PKK'ê ew bû ku dest bi kevneşopiyeke wisa bike ku mirovên xwedî îrade, dilsoz ji bo wê biçin mirinê, li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe bidin. Di dîroka Kurdistanê de ev cara yekem e.

Gelo rast e ku mirov 15’ê Tebaxê wek destpêka têkoşîna çekdarî binirxîne?

Helbet na. Raperîneke ramanî  û pêkanîna wê ye. Ev îfade bi çekê hat. Ji ber ku hemû deriyên axaftin, nîqaş, nivîsandinê hatibûn girtin. Tu kesî ew deng nedibihîst. Teqîna çekan di rastiyê de îfadeya ramanê ye, ya dozê bi xwe ye. Xwegihandina mirovan bi vî rengî çêbû. Bi tenê nirxandina wê ji aliyê leşkerî ve têrê nake. Dîsa jî hêzeke mezin a leşkerî tune ye. Li gorî çalakiyên îro ew çalakiyên pir mutewazî ne. Lê naverok pir mezin e. Kalîteya wê, wateya wê pir baş e. Ji bo vê jî girîng e ku ya pêşîn be. Li Kurdistanê yekem car gerîlatî û têkoşîn bi pêş ve dikeve. Ew xwe îlan dike. Ev serhildaneke li dijî mêtingerî, faşîzmê, mîlîtarîzmê, teslîmgirtina civakê ye, îsyan e ku li dijî hêzeke xwe wek xweda îlan dike û dibêje ez ê her tiştî bikim.  

Li ser navê gel vê dike. Ne parçeyekî hikumetekê ye. Xwe dispêre şoreşgeriyê, xwe dispêre gel û xwe bi rêxistinbûn dike. Ew jî neket pey yên din. Ji filistîniyan sûd wergirt ku di wê demê de gelek rêxistin lê bûn û atmosfereke şoreşgerî hebû. PKK ne li hesab an jî lêgerîneke din digere, tenê ji bo domandin û geşkirina tevgera şoreşger hewl dide.

Bi ya te rast e ku mirov wê wek birêxistinkirna hêza cewherî bi nav bike?

Ev tam wisa ye. Lê ew di heman demê de ji bo hevgirtin û ruhê enternasyonal jî teşwîq e. Di heman demê de dema ku bi Filistîn an jî hêzên din re têkildar be, ew bi rengekî teng pragmatîst nîn e. Li ser bingeha hevgirtina rasteqîn a gelan tev digere. Esas sazbûna wê jî wisa ye. Kemal û Hakî Tirk bûn ku ji damezirînerên destpêkê yên PKK'ê ne. Kemal Pîr li dadgehê got "Ez pêşeroja Rojhilata Navîn, şoreşa wê di PKK'ê de dibînim." Kemal ne kesekî ji rêzê ye û ji bo ajîtasyonê vê nabêje. Li cihekî wisa dibêje ku lê sêdar hatiye danîn û dorpêçkirî ye.

Kurdistan bi Lozanê re bû çar parçe. Di rastiyê de civak ne tenê bi sînoran hatiye parçekirin, ji aliyê ruhî ve jî hatiye dorpêçkirin. Ji vê rastiyê bandoreke çawa ya 15’ê Tebaxê li ser parçeyên Kurdistanê çêbû?

Eger em îro lê binêrin, wê encamên me yên gelekî mezin hebin. Dibe ku Tirkiye bi qismî pêşî li van rastiyan digire. Ewropa û Amerîka li dijî PKK'ê helwestê nîşan didin, wek terorîst îlan dikin. Li Rojhilata Navîn jî wisa ye. Di esasê xwe de serdestan nekarî vê tevgerê qebûl bikin. Her tim asteng kirin, sansur kirin. Ev yek têra xwe nehat pûçkirin. PKK xwedî potansiyeleke mezin a hêza ramanê ye.

Rojhilata Navîn navenda sîstema cîhanê ye. Biryardar li Ewropa û Amerîkayê bin jî, qada serlêdanê Rojhilata Navîn e, dergûşê cîhanê ye. Mifteya Rojhilata Navîn di destê PKK'ê de ye. Îro Tirkiye li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re dîwar lê dike. Berê ji Dîwarê Berlînê re digotin dîwarê şermê. Dema di navbera Filistîn û Îsraîlê de dîwar hat lêkirin, rexne li Îsraîlê kirin. Niha jî li ser sînorê Îranê dîwar lê dikin. Li ser sînorê Iraqê qereqol ava kirin û di rastiyê de Tirkiye kirin girtîgeh.

Bi lêkirina dîwar re Tirkiyê ji kê diparêzin?

Ew wê ji PKK'ê, ji Kurdan diparêzin. Dikin ku Kurd nebin yek, li hev necivin, ji bo derbasbûnan asteng bikin, vê dikin. Penaberî û kampên penaberan çîrok in. Niha penaberên ji Sûriye û Efganistanê di her demê de dikarin biçin Tirkiyê. Her kes dizane ku ev dîwar ji bo wan nayên lêkirin. Ya esasî îzolekirina Kurdan ji Kurdan û lêkirina dîwarekî di navbera wan de ye. Berê bi mayinan sînor çêdikirin. Di destpêkê de dergehên di hişan de hatin hilweşandin. Kurdan saziyên çapemeniyê bi kar anîn û TV ava kirin. PKK'ê berê xwe da derveyî welat, Başûr û Rojhilata Navîn. Bandor li Kurdên Rojhilat kir. Di rastiyê de yekitiya di navbera Kurdan de bi piranî pêk hat. Hêza gerîla jî wek hêzeke netewe-avakirinê rolekê dilîze. PKK êdî ne partiyeke pêşeng a siyasî ye. Di rastiyê de PKK êdî ne bi xwe ye. PKK ji PKK'ê jî wêdetir e. Bandorê li çarenûsa tevahiya gelê Kurd dike. Partiyek e ku neteweyekê saz dike.

Pênasekirina wê wek partiyekê, bi rastî jî teng e. Ji Rojhilat, Bakur, Rojava, Başûr bi hezaran ciwan tev li HPG'ê dibin. Ji çar parçeyên şervanên ciwan hene. Di vê têkoşînê de şehîd bûn, cenazeyên wan hebûn, xwîn rijandin. Entegrasyon, netewebûn hebû. Tirkiye êrişî Avaşîn, Zê û hwd dike, lê tevahiya Kurdistanê dibîne. Hîsa welatparêziyê heye, hîsa netewebûnê heye, bi pêş ve biriye. Zarokên gelekan ji wan di nav vê têkoşînê de ne. Li Tirkiyê bi hezaran mirov girtî ne. Di rastiyê de ev yek netewebûyîna li Kurdistanê leztir dike. Li dora girtîgehan girseyeke mezin, tevgereke malbatî heye. Tirkiye ceribandineke nû, teknolojiya serdemê bi kar tîne. Mobese û kamerayên termal li her derê bi cih dike û bi balafirên keşfê û dîwarên beton hewl dide demê qezenc bike. Armanc têkbirina PKK'ê ye û berdewamkirina wergirtina desteka ji NATO û Amerîkayê ye.

Netewedewlet têk diçin, Iraq û Îran qels dibin. Tirkiye dixwaze vê valatiyê dagire. Efrîn, Serêkaniyê, Başûrê Kurdistanê dagir dike û dibêje ku ew bi van dagirkeriyan sînorên xwe diparêze. Erdogan û Bahçelî xwest vî şerî mafdar bikin wekî 'Eger em nekevin Serêkaniyê û Efrînê wê şer were Amed û Rihayê'. Li ser tunebûna Kurdan welatê xwe ava dike. Ji Asyaya Navîn hatin û gelan qir dikin. Kurdan heta niha tu tifaq li dijî wan nekirine. Mafên xwe, nasnameyên xwe diparêzin. Her wiha bi israr çareseriyeke di nava sînorên Tirkiyê de ferz kirin. Bi vê armancê projeyên çareseriyê hatin hilberandin û bi salan li Îmraliyê hevdîtin hatin kirin. Lê belê hikumeta Tirk tiştek neguherandiye. Di dema muzakereyan de jî rojekê Erdogan an jî yekî din negot ku Kurd dikarin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên zarokan pêk neanîn. Ji ber ku ditirsiyan Kurd sûdê jê wergirin, wan ew di Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê de bi cih kirin. Îmze nakin.

Ev yek di rastiyê de polîtîkayek e ku ji damezirandina dewleta Tirk û vir ve dewam dike. Tasfiyekirina Kurdan bi heman rêbazan dikare encamekê bi dest bixwe?  Tirkiye çima dev ji vê siyaseta xwe bernade?

Tirkiye hevsengiyên navneteweyî baş bi kar tîne, baş li wan xwedî derdikeve. Di feraseta xwe ya desthilatdariyê de xurt in. Hikumet bi hevalbendiya bi rastiyên navneteweyî û reaksîyonîzma herêmî re dibêje, 'Ez ê bifetisînim, îzole bikim, pêşî li yekbûna Kurdan bigirim'.  Gel, rewşenbîr, hunermend û gelek partî yekitiya neteweyî dixwazin. Lê bi kêr nayê. Serdestî, partiyên Kurd ên desthilatdar ên mîna PDK'ê hene. Tirkiye bi qasî ku dikare wan dorpêç bike, wan bi xwe ve girê dide. Di rastiyê de Pêngava 15’ê Tebaxê dewleta Tirk bêîstîkrar kir. Niha tê gotin ku di polîtîkaya derve ya Tirkiyê de veguherînek esasî heye. Di demên berê de kemalîstan nedixwestin ku tev li karesatên Rojhilata Navîn bibin. Lê belê tesfiyekirina sînoran bi şerê gerîla re, artêşa Tirk ji hev xist. Jê re dibêjin senteza Tirk-îslamê, lê beşek ji wê senteza fetha bi navê îslama ya nerm çêkirine.

Ev bi tenê pêk nehat. Artêşa Tirk ji bo tesfiyekirina Kurdan ket Efrîn, Serêkaniyê, Başîka, Xinêreyê. Lê li aliyê din, şerê gerîla ew ji hev xist. Di rastiyê de ti planên wan nîn in. Li hevsengiyê dinêrin. Ne mal, ne hiş, ne çand, ne aborî heye ku îxracatê bike. Ew leşkeran îxrac dike. Terorê îxracî cîhanê dike. Hemû îslamîstên Rojhilata Navîn El-Qaîde, DAIŞ di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê de li hev civandin. Li Idlibê bi El-Nûsra re tifaq kir. Dema wext hat wan berdide Ewropayê û li wir terorîze dike. Dema ku dem tê, penaberan bi kar tîne. Li Sûriyê Ereban li dijî Kurdan bi kar tîne. Gundên Kurdan ên li ser sînor vala dike û li cihên mîna Efrînê demografiyê diguherîne. Ereb, Tirk û biyaniyan lê bi cih dike. Qaşo polîtîkayeke nû dimeşîne, lê ji hev veqetiyaye. Di navbera gelan de yekitî, wekhevî, demokrasî, aştî, parvekirina dewlemendiyê nîn e. Dixwazin bi zorê bikin. Amerîkayê jî niha ji Afganistanê vedikişe.

Divê were zanîn ku çavkaniyên tu dewletekê bê sînor nîn in. Tirkiye niha bi piranî li ser pereyê reş maye. Pereyên Îranê talan kirin, niha jî zêrên xwe bi qaçaxî tînin Tirkiyê. Trafîka narkotîk-kokaînê bi rêya Tirkiyê pêk tînin. Li ser mal û milkên mirovan li hev dikevin. Sedat Peker ew hinekî deşîfre kirin. Berpirsyarê vê hemû mafya û çetetiyê Erdogan e. Her tişt ji xezîneya Lîbyayê girt. Dîsa ji Aliyev û Qeterê hinek stend. Lê belê ava aşê wî dê ziwa bibe. Di rastiyê de Erdogan diqede. Tenê ji ber ku CHP û muxalefet tevlihev û lawaz in, ji ber vê yekê hinekî li ser xwe maye. Her wiha reaksiyona herêmî ji PKK'ê re, cih dide wan ji bo çalakiyan. Eger ev dewlet hebûna gelê Kurd qebûl bikin an jî projeya çareseriyê pêşkêş bikin, tu rewabûna Tirkiyê nîn e. Tiştekî ku bibêjin, nîn e.

Li Tirkiyê ji 30 milyonî zêdetir Kurd hene. Şaredariyên ku bi dest dixe jî talan dike, wekîlan heps dike. Tu tiştekî ku Tirkiye ji cîhanê re bibêje nîn e. Nikare tevahiya pirsgirêka Kurd bi PKK'ê re bîne ziman. Beriya PKK'ê pirsgirêk hebû. PKK nebû sedema pirsgirêka Kurd. Ev encama qirkirina Kurdan, înkarê ne. Niha li Kurdistanê çanda berxwedanê afirandiye, hişmendî, tecrubeya şer afirandiye, bi hezaran kadro, milîtan ava bûne, mirovên gelekî polîtîk, tevgereke jinê ya ku wê pêşengiyê ji cîhanê re bike, xwebawerî, îrade, azadî û demokrasiyê afirandiye.  Praktîkerên wê nikarin tevgereke ku bi desthilatdariyê ve girêdayî ne, bi tu dewletê tesfiye bikin. PDK û AKP dibêjin PKK ne Kurd e. Ev 40 sal e hemû îstîxbarat, hemû agahî di destê dewleta Tirk de ne. Çima nikare îspat bike ku PKK bi kîjan dewletê ve girêdayî ye? Ewropa û Amerîka ye ku ew behsê dikin, lê ya ku herî zêde bi wan re têkildar Tirkiye bi xwe ye û wan araste dike. Wan dewletan PKK wek terorîst îlan kirin. Tirkiyê bi tena serê xwe ev şer li dijî PKK'ê nedida meşandin. Eger NATO û DYA destek nedana, wê pirsgirêka Kurd heta niha çareser bibûya. Îro rêbertiya PKK'ê ne li Îmraliyê bûya, ev karê Erdogan an jî karê Tirkiyê tenê nîn e. Ev karê Amerîka û Ewropayê ye. Tirkiye nedikarî vê yekê ragire. Piştî wê jî dibe sedema zirar, rijandina xwînê. Li gel vê jî dev ji qirkirinê bernade. Lê Kurd êdî ne di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ne. Belê, krîz û kaosa şer xetere ye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Ermenî hatin tunekirin û di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Cihû hatin tunekirin. Di Şerê Cîhanê yê Sêyem de Tirkiye dixwaze Kurdan tune bike. Lê belê Kurd dê vê yekê qebûl nekin.

Li hemberî dijwarîya ku tu behs dikî, astengîya li pêş çi ye? Çi ji Kurdan tê xwestin, divê Kurd têkoşîneke çawa bikin?

Astengî statuya di dest de ye. Ji ber ku her çar dewletan li ser wê polîtîka meşandin. Li Gel ku li Başûr avabûna federasyonê divê ji bo Kurdan sûdeke mezin be jî, nêzîkatiyeke ku parçeyên din ji xwe re bihêlin, Kurdistanê di quncikê de heps bikin û teng bikin, heye. Hewl dan di destpêkê de Barzaniyan mîna hêzeke serdest bihêlin. Serdestiya li Rojhilata Navîn, çawa ku qraliyet hilweşiyan, ew nû kifş kirin. Xwegihandina pere û hêzê ya wan heye. Divê niha parlamento be. Hikumeteke koalîsyonê heye. Lê em PDK'ê di her tiştî de dibînin. Lihevkirina bi Tirkiyê re û hevdîtinên veşartî dimeşîne. Yê ku li dijî PKK'ê hêzan dişîne û hewl dide dorpêç bike, PDK ye. Partiyên din jî bê bandor in. Gel daxwaza yekitiya neteweyî dike. Lê belê PDK naxwaze berpirsyariya neteweyî hilgire ser milê xwe û bi Tirkiye û dewletên din re xwedî peyman û angajmanan e. Ya yekemîn, astengiyên ji aliyê siyaseta navneteweyî ve hatine afirandin, ya duyemîn jî astengiyên ji aliyê Kurdan ve hatine afirandin. Ji ber ku her kes mîna PKK'ê li meseleyê nanihêre. Ew hêz û kapasîteya her kesî nîn e. Zextên wan hene, kêmasiya wan heye. Divê berjewendiyên partî, malbatî û şexsî di ser yekitiya neteweyî re neyên girtin. Rîskgirtin tune ye, parvekirina rîskê tune ye. Helwestek a sekinandinê, nêzîkatiyeke libendêmayînê û dîtinê heye. PDK xwedî nêzîkatiyeke neçar e. Lê belê heke PDK neyê, Kurd dikarin di nava xwe de bibin yek.

Piştî wê berxwedana PKK'ê her tiştî diyar dike. Rewşa PKK'ê wê diyar bike ku PDK wê çi qasî rola xwe bilîze, zirareke neteweyî bide yan jî partî û hêzên din tev li yekitiya neteweyî bibin. Ji ber ku Tirkiyê li cîhanê PKK kiriye hedef. Dibêje 'PKK û YPG yek in’. Heta Ewropa û Amerîka jî hevdîtinên Cinêvê asteng dikin, dibêjin ji ber vê yekê em nikarin îtîrafê bi Rojava bikin. Lê her kes dizane ku li herêmê pirsgirêka Kurd heye. Dewleta Tirk sedema vê pirsgirêkê ya sereke ye. Rê li ber dijminatiya li Kurdan a li Rojhilata Navîn vedike. Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê li nava Tirkiyê, li Iraq, Sûriyê jî diqewime. Tirkiye dagirker e. Krîz li nava herêmê belav kir. Pirsgirêka herêmî bi polîtîkayên xwe yên heyî navneteweyî kirin. Kurdan li çar aliyê cîhanê sempatiyek bi dest xistiye. Kurdan li tevahiya cîhanê pêşengiya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kir. Tevî ku înkar kirin û jê re gotin terorîst jî, dît ku hêza gerîla ya PKK'ê û YPG'ê DAIŞ şikand. Kurdan ev tişt kir. Artêşa Iraqê dest ji hemû çekên xwe berda û ji Mûsilê reviya. Artêşa Sûriyê ji Reqa, Dêrazorê derket û reviya. DAIŞ mîna lehiyê li herêmê belav bû. Serkêşiya hêzên Kurd bû ku li Kobanê ew asteng kir, şikand û li Reqa, Dêrazorû têk bir. Hemû cîhan di vî warî de deyndarê Kurdan e. Lê dewleta Tirk PKK'ê wek DAIŞ'ê bi navê terorê nîşan dide. Têkiliyên dewleta Tirk bi dewletên herêmê, Ewropa, Amerîka, Rûsya re ne baş in. Rewşa aboriyê ya gel li hundir nebaş in. Li ber şerê navxweyî ye. Heta Sedat Peker jî hişyariya ku Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve tê kaşkirin, dike ku Erdogan-SADAT amadekariya şerê navxweyî dikin.

Ev hemû encamên têkoşîna PKK'ê ya bi Pêngava 15’ê Tebaxê ne. PKK'ê bi rêber Apo dest pê kir, piştre li gundê Fîsê kongreya mutewazî pêk anî. Piştre berê xwe da çiyayên li Sûriyê, perwerde kir û çalakiyeke mutewazî kir. Lê îro şoreşekê pêk tîne û li çar parçeyên Kurdistanê gel hembêz dike û radibe ser pêyan. Hêzeke ku pêşengiyê ji tevgera şoreşger a jinan re bike, afirandiye. Wê mirovên ku li ber xwe dan, siyaset kirin, tevî hemû êrişên jî 40 salan têk neçûn; afirandin û bê navber şer kirin. Kenan Evren di 15’ê Tebaxê de 72 saetên wan hene. Lê di ser re 37 sal derbas bûn. Eger Erdogan jîr be, jê hîn dibe. Li pey hişê nîjadperest ê Bahçelî naçe. Naxwe wê di bin karesatekê de bimîne. Kurd ne Kurdên kevn in. Cîhaneke nû hat afirandin. Kurdan çavên xwe li vê cîhana nû vekirine. Êdî nikarin Kurdan di cîhana xwe ya kevn de heps bikin.

Ji aliyê stratejîk ve gelo di navbera îro û wan rojan de çi cudahî hene?

Eger em stratejiyan dabeşî serdeman bikin, eger em bi şêweyê şerê leşkerî re adapte bikin, dibe ku cudahiyên ku bên gotin, hebin. Lê di aliyê stratejîk de berdewamkirina ber bi azadî û demokrasiyê ve heye. Stratejiya vê raperînê afirandina Kurdistaneke azad bû, cîhaneke ku polîtîkayên qirkirinê lê hatin sekinandin, di heman demê de sosyalîzm, wekhevî û demokrasî bi gelên herêmê re parve kir, yekitî û dewlemendî parve kir. Stratejiyeke şerê gel hebû û niha jî wisa ye.

Çi guherî? Tirkiye di şer de zêdetir teknîkê bi kar tîne. Berê şerê artêşa klasîk dikir. Îro balafirên keşfê, balafirên şer ên pêşketî, îstîxbarat hewl didin qada çalakiyê ya PKK'ê teng bikin, pêşeng hedef bigirin û tune bikin. Bi vî rengî dixwaze di nava gel de bêhêvîtiyê biafirîne. Yekî wekî Suleyman Soylu dibêje li dijî PKK’ê bi ser ketine lê beşdarbûn ranaweste. Gel li ser pêyan e. Dibe ku wan sînor girtine. Lê em di Newrozê de, di hilbijartinê de, di helwesta siyasî ya gel de dibînin. Dorpêç dike, zextan dike, digire, ji aliyê aborî ve xera dike, gel lînç dike. Marjînal dike. Ev polîtîkayeke siyasî, exlaqî û demokratîk nîn e. Li cîhanê ku piştî Naziyan êdî kes pê re rû bi rû nema, siyaseta herî qirêj a cîhanê ye. Siayseta Erdogan-Bahçelî li çar aliyên cîhanê raxistiye ber çavan. Baweriya tu kesî bi wan nayê. Ya ku ev yek derxist ber çavan jî, têkoşîna û berxwedana Kurdan e. Ya ku wan dikuje berxwedana gerîla ye. Di her şert û mercî de gerîla li ber xwe dide, bersivê dide wan.

Gerîla jî li dijî teknolojiyê taktîkên xwe bi xwe pêş dixe. Lê belê hewl didin taktîkê bi pêş bixin. Gerîla li pey wan e, qelsiyên wan kifş dike û bi teknîk û îstixbarata di dest de, li dijî wan şer dike. Di serî de li hemberî gerîla ne hêzeke xwedayî ye û dikare têk biçe. Li gel vê jî artêşa Tirk ne hêzeke bawermend, îdeolojîk e. Ji ber vê yekê heta ku êrişên hewayî nebin, nikare li dijî gerîla şer bike. Ya ku diqewime ev e. Bêyî desteka hewayî, leşkerekî bi tenê jî nikare derkeve pêşiya gerîlayekê. Ji ber ku ew fedaî û hêzeke perwerdekirî ye. Stratejiya şerê gerîla bû û di roja me ya îro de jî di serî de ji bo sekinandina qirkirinê, misogerkirina yekitiya neteweyî ya Kurdan, ji bo rêveçûna demokrasiya li herêmê, rewşeke bi vî rengî ye. Gerîla hêza bingehîn a vê têkoşînê ye. Divê hemû şervan, sempatîzan û gel bi vê nêrîn û hişmendiya dîrokî tev bigerin. Rêyeke din a sekinandina li dijî dewleta Tirk nîn e. Ev ne wekî duakirinê ye. Bi zorê dikin. Osmanî jî wisa bûn. Her tişt bi şûran kirin. A rast ew bê kok in. Bi zorê hatin û xwe xistin vê erdnîgariyê. Ne îslamiyet nas kirine, ne jî çanda gelên herêmê. Wekî din, piraniya mirovên li Tirkiyê hikumdar in, leşker in. Ji Balkanan zarokên xiristiyan anîn û kirn misilman û di bin navê Yenîçerî de gel qetil kirin. Îro jî heman tiştî dikin.

ANHA


Mijarên Din