Zekî Pirsûs… dîrokeke bi têkoşînê dagirtî ku bi rêya xwendekarên wî didome

Kurtedîroka têkoşînê ya kesayeta şoreşger Zekî Pirsûs ji bo pêxşstina qada tenduristiyê li Kurdistanê, bi taybet di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de li Rojava, îro bi rêya xwendekarên wî berdewam e ku vîna xwe ya rastîn ji şehîd Zekî Pirsûs wergirtine da ku hemû zehemtiyan derbas bikin û armanca wî pêk bînin.

Rûpelên dîroka Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi berxwedana gelek têkoşer û şoreşgeran hatine neqişandin ku jiyana xwe bê berdêl li ser bingeha projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan di oxira pêşxistina şoreşê û biserxistina wê de di hemû qadan de xerc kir.

Şoreşa Rojava bi berxwedana kesayetên welatparêz û şoreşger tê naskirin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo pêkanîna nirxên mirovahiyê di civakê de, tê koşiyan. Ji wan welatparêz û şoreşgeran, Zekî Pirsûs e ku stûnek ji stûnên qada tenduistiyê ya Kurdistanê bû.

Zekî Pirsûs, kar û xebatên xwe di qada tenduristiyê de li Kurdistanê bi taybet li Rojava ji bo pêşxstina vê qadê û vegerandina cewhera wê ya rastîn, domand. Yek ji avakerên sazî û yekitiyên tenduristiyê bû ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin.

GELO ŞEHÎD ZEKÎ PIRSÛS KÎ YE?

Mhemed Fayîq Çekîn (Zekî Pirsûs) ji navçeya Sirûc ê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ye. Sala 1958`an ji dayîk bûye. 3 bira û 7 xwişkên wî hene.

Şehîd Zekî Pirsûs, li Sirûcê 2 sal di dibistana seretayî de dixwîne piştre tevî malbatê bar dike Stenbolê. Li wir seretayî diqedîne û navîn dixwîne. Amadehî li bajarê Riha dixwîne û ji wir diçe bajarê Eskî Şehîr û di fakultaya dermannasî de (zanistên tibî) ya Zanîngeha Anadolê dixwîne û bi encamê masterê ji zanîngehê derdiçe. Piştre gelek pirtûk li ser çêkirina dermanê vanillin (madeya bingehîn a aspirinê) bi rêya tedwîra çopê dinivisîne. 

Salên di navbera 1965`an û 1976`an de şehîd Zekî Pirsûs rêber Abdullah Ocalan nas dike û piştre li ser rêgeza azadiya Kurdistanê tê dikoşe. Xebatên xwe li qadên tenduristî û civakî li Bakurê Kurdistanê gelek salan didomîne û sala 2000`î tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe.

Zekî Pirsûs gelek salan di nav tevgerê de li çiyayên Kurdistanê tê dikoşe û piştre vedigere Bakur û karê xwe heta 2014`an di qada tenduristiyê de didomîne.

ROLA ZEKÎ PIRSÛS DI PÊŞXSTINA QADÊ TENDURISTIYÊ DE

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava re, Zekî Pirsûs mîna bi sedan ciwanan tev li şoreşê dibe da ku wê di gelek aliyan de bipêş bixe. Di 2015`an de dest bi xebatên restorekirin û pêşxistina qada tenduristiyê, nexweşxane, navend û akademiyên tenduristiyê dike, ji ber ku herêm ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibûn paşguhkirin bi taybet qadên xizmetguzarî û tenduristî.

Şehîd Zekî Pirsûs, rolên mezin di qada tenduristiyê de lîst. Yek ji damezrînerên Akademiya Tibî ya li Serêkaniyê bû ku sala 2017`an beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bê dagirkirin, hatibû avakirin. Piştre ew akademî veguherî Fakultaya Tib a Zanîngeha Rojava. Her wiha cihê xwe di avakirina yekitiyên tenduristî û tibî li herêmê de girt nexasim Yekitiya Dermanfroşan. Rolek di amadekirina metaryalên fakulteyê de lîst û semîner li ser siyaseta tenduristiyê ya neteweya demokratîk dan û çavdêriya wê kir.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/07/04/193505_-.jpg

Hevseroka Fakulteya Tib a Zanîngeha Rojava, Dr.Ebîr Hesaf wiha behsa şehîd Zekî Pirsûs kir: “Cara yekemîn sala 2015`an min ew dît. Şûneke mezin li dû xwe hişt di qada tenduristiyê de. Hewl da rêziknameya tenduristiyê ya Rojava binivîse û kongreya yekemîn a taybet a tenduristiyê jî lidar bixe.”

Li asta Rojava, cara yekemîn di 4`ê Gulana 2017`an de akademiya tenduristî li nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî hate vekirin.

TÊGEHA TENDURISTIYÊ DANÎ SER XETA WÊ YA RAST

Ji bo pêşxistina qada tenduristiyê bi awayekî berfirehtir, şehîd Zekî Pirsûs gelek pirtûkên tenduristiyê nivîsandin. Bi taybet di aliyê çawaniya pêşxistina wê, pênasekirina têgeha wê ya rastîn li gorî fikrê neteweya demokratîk. Pirtûka “Siyaseta Tenduristiyê ya Neteweya Demokratîk” a bi zimanê Tirkî yek ji berhemên wî ya herî girîng e. Ev pirtûk ji bo zimanên kurdî û erebî hate wergerandin.

Ebîr Hesaf îşaret bi xebatên şehîd Pirsûs ji bo vegerandina cewhera rastîn a tenduristiyê kir û got: “Hewl dida pîvanên nû û pêşketî pêşkêş bike, da ku tenduristiyeke mîna wê li Sûriyê û Rojhilata Navîn tune ye, pêk were.”

ŞÎRETÊN ŞEHÎD ZEKÎ PIRSÛS DI BÎRÊ XWENDEKARÊN WÎ DE ZINDÎ NE

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/07/04/193415_-.jpg

Xwendekara sala 5`an a Fakulteya Tib a Zanîngeha Rojava Dilêr Hemdo bi Dr.Ebîr Hesaf re di heman fikrî de bû yê têkildarî têgeha taybet a ku şehîd Zekî Pirsûs di karê xwe de bi xwendekaran re dimeşand û got: “Pergalên nexweşxane û akademiyan li ser bingeha komînan danîn, yanî xwendekar di heman demê de endamek rêveber e.”

Dilêr Hemdo wiha domand: “Hertim girîngî dida xurtkirina têkiliyan di navbera xwendekaran de ku destekê bidin hev du û şîret li hev bikin. Her tim digot, `Serkeftina we bi serkeftina hevalê we ve girêdayî ye`.”

Hemû kesên şehîd Zekî Pirsûs dîtine, çi li Rojava yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pê bandor bûne ku vîna xwe xurt bikin û zehmetiyan derbas bikin. Dr. Ebîr Hesaf di vî warî de got: “Kesek bi coş û çalak bû û zanîn li her derê belav dikir.”

Ebîr Hesaf wiha berdewam kir: “Ruxmî ku nexweşê dil bû, lê bê teredud kar dikir da ku xwendekarên xwe bigihîne astên herî bilind û qada tenduristiyê li herêmê bi pêş bixe.”

BERDEWAMKIRINA KAR DI ŞERTÛMERCÊN ZEHMET DE

Qada Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar dibin, bi xeteriyên mezin re rû bi rû maye. Her wiha kêmbûna madeyên bingehîn, derman û pêdiviyên tenduristî ji ber aloziyê, ev xeterî zêde kirin.

Têkildarî vê yekê, Dr.Ebîr Hesaf got: “Şehîd Zekî Pirsûs her tim hewl da pêdiviyên tenduristiyê û tibî ji civakê re tevî zehmetiyên dijwar, peyda bike. Dema pêwîstiya herêmê bi hemşîreyan hebû, şehîd Zekî Pirsûs di demeke kin de 5 grup hemşîre amade kirin.”

VÎNA XURT Û BAWERIYA BERDEWAMKIRINA TÊKOŞÎNA WÎ

Madem bi dehan xwendekar hene ku perwerdeyê li ser bingeh û rêgezên ku şehîd Zekî Pirsûs danîne, dibin, wê demê keda wî vala naçe. Dr.Ebîr Hesaf di dawiyê de got: “Bi dehan xwendekar li ser rêgeza wî perwerdeya xwe berdewam dikin”

Dilêr Hemdo jî axaftina Dr.Ebîr Hesaf teqez kir û got: “Şehîd Zekî Pirsûs bawerî û hêz di kesayeta me de çand da ku em armancên xwe pêk bînin û tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî rêgezên neteweya demokratîk bi pêş bixin. Her wiha hêz da me ku em karê xwe berdewam bikin.”

ŞEHÎDBÛNA SEMBOLA TENDURISTIYA DEMOKRATÎK

Piştî dîrokeke bi têkoşînê dagirtî, di 28`ê Hezîranê de, ji ber nexweşeê kesayeta welatparêz û şoreşger Zekî Pirsûs şehîd bû. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî da xwe û da malbata şehîd û soza berdewamkirina xeta avakirin û pêşketinê, parastina destkeftiyên qada tenduristiyê û pêşxistina wê da, heta ku bibe, modela ku şehîd Zekî Pirsûs dixwest pêk were.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîr, tev li merasîma oxirkirina şehîd Zekî Pirsûs bûn ku li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo hate veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din