Zelal Ceger: Armanca Tirkiyê firehkirina dagirkeriyê ye

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger bi şêniyên Til Hemîs, rûspî û endamên saziyên civaka sivîl re civiya da ku geşedanên siyasî li herêmê niqaş bike.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê bi tevlibûna bi sedan ji şênî û endamên saziyên sivîl tevî rûspiyên êlên ereb ên navçeyê li dar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger axivî û behsa geşedanên siyasî yên dawîn kir.

Zelal desatnîşan kir ku Erdogan îdia dike ku ew ji bo desteka şoreşa gelê sûrî derbasî Sûriyê bûye lê di rastiyê de armanca wî dagirkirina Sûriyê û vejandina xewna dagirkeriya Osmanî ye. Zelal  got: “Piştî ku planên wî di bikaranîna gelê Sûriyê de û şoreşa wî di lihevkirinên xwe de bi rejîma Sûriyê û Rûsya têk çûn, îro carek din hewl dide dagirkeriya xwe ji herêmê re bi rêya îdiayên xwe ji bo parastin ewlehiya Tirkiyê fireh bike. Her wiha Zelal destnîşan kir ku Erdogan ji daxwaza "Herêma ewle" mîna ku bi nav dike, armanc dike ku ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihejîne û tevliheviyê belav bike mîna ku li herêmên ku dagir kirine ji Cerablus heya Efrînê heye.”

Zelal dûrutiya Erdogan û derewiya wî tekez dike, îdiayên wî ji bo piştgiriya gelê filistînî ye û dibêje ew şerê Israîlê dike. Zelal wiha domand: “Lê ji dema ku hatiye desthilatdariyê ve kesek nedît ku tiştek ji doza filistînî re pêşkêş kiriye, tenê gotinên wî sloganên vala ne. Di rastiyê de ew desteka Israîlê dike  û têkiliyên wî pê re xurt in.”

Girêdayî "Mekanîzmeya ewlehiya sînor"  Zelal got: "Gelek nîqaş girêdayî mijarê çêbûn. Armanca dewleta Tirkiyê dagirkirina herêmê ye û derbaskirina Rojhilata Navîn ji şerekî demdirêj re û ji Sûriyê destpê bike ji ber ku dilê Rojhilata Navîn e. Lê Erdogan dibêje ew ji lihevkirina ewlehiyê bi Emerîkayê re bi koordîneya  Hêzên Sûriye Demokratîk ne raziye, ruxmî ku hêzê tevahiya bendên lihevkirinê heta niha pêk aniye. Ev jî isbat dike ku armanca Erdogan ne parastina ewlehiya Tirkiyê ye lê belê firehkirina dagirkeriyê, pêkanîna komkujiyan û belavkirina fîtneyan di navbera gelan de ye."

Di berdewama civînê de Zelal behsa tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê kir û got: "Di demên dawîn de gelek şandeyên biyanî serdana herêmê dikin. Herî dawî serdana şandeya berîtanî ya ku endamên wê ji mezintirîn partiyên Berîtanyayê bûn. Tevahiya şandeyan ji rewşa herêmê razîne û tecrubeya Rêveberiya Xweser, serkeftinên ku bi dest xistine û asta hevgirtina şêniyên herêmê diecbînin. Her wiha karîna vê yekîneyê ji bo tunekirina terorê û pêkanîna aştiyê ruxmî şertên dijwar ku herêm tê re derbas dibe."

Têkildarî helwesta hikumeta Sûriyê ji herêmên Rêveberiya Xweser Zelal got: "Hikumeta Sûriyê êdî ji rêveberiyê bê par maye û biryar ne a wê ye. Tevî ku bi zihniyeta desthilatdarî ya dûrxistina aliyê din ve girêdayî ye. Lewra heta niha nikare rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê qebûl bike. Ruxmî ku Rêveberiya Xweser bang kir û hîna banga diyalogê û vedîtina çareseriyên siyasî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê dike. Lê rejîmê tu însiyatîfên niyeta baş yan jî vedîtina çareseriyên aloziya Sûriyê tune ye."

Di dawiya civînê deriyê pirs û nîqaşan ji beşdaran re hate vekirin.

(şx)

AN


Mijarên Din