Zelal Ceger: Sîstemên zordar hewl da çanda jinan asîmîle bikin

Mêvanên beşdarî 2`yemîn konfransa Tevgera Kevana Zêrîn bûne, daxuyand ku Kevana Zêrîn bi hêz û îradeya xwe folklor û çanda jinan û bi taybetî ya jinên Kurd, vejand. Her wiha hêvî kirin ku konfrans bi biryarên ku çanda jinan di civakê de geş dike û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji asîmîlasyon û qirkirinê diparêzin, bi dawî bibe.

Bi dirûşma “Bi çanda jina azad û tevna hunera şoreşê, em ê dagirkeriyê têk bibin”, 2`yemîn konfransa Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê, tê lidarxistin. 150 delegeyên ji herêmên Cizîrê, Efrîn û Firatê beşdarî konfransê bûne.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger di konferansê de wiha axivî: “Divê Kevana Zêrîn ji bo azadiya jinan û vejandina çanda jinan di civakê de, tê bikoşe. Ji ber ku civak bi rêveberiya jinan û îradeya wan hatiye avakirin. Lê belê sîstemên zordar hewl dan çanda jinan di civakê de îmha bikin.”

Zelal Ceger daxuyand ku Kevana Zêrîn bi hêz û îradeya xwe folklor û çanda jinan û bi taybetî ya jinên Kurd vejand ku sîstemên desthilatdar ên Kurdistan dagir kirine, mafên wan jê standibûn.

‘EM HÊVÎ DIKIN KU JI BO PÊŞXISTINA ŞOREŞA JINAN XEBAT BÊN KIRIN’

Bi navê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen axivî û destnîşan kir ku rola sereke ya Tevgera Kevana Zêrîn vejandina çand û folklora gelan û parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qirkirin û asîmîlasyonê ye.

Ronahî got: “Em hêvî dikin ku di vê konferansê de ji bo pêşxistina şoreşa jinan û nasnameya jinên azad, her wiha ji bo têkbirina hemû planên navneteweyî û di serî de planên dewleta Tirk a dagirker, xebat bên kirin.”

Konfrans bi xwendina rapora salane ya xebatên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nîqaşên beşdaran li ser raporê, dewam dike û dê piştre sîstema hundirîn bê erêkirin.

Tê payîn ku konfrans bi gelek biryaran bi dawî bibe.

(cx)

ANHA


Mijarên Din