Zelal Cîger: Heke Kurd di vê qonaxê de çarenûsa xwe diyar nekin, dê nikaribin di pêşerojê de bikin

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger got: "Banga Koma Civakên Kurdistanê ya bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê di demekê de ku xeteriya dewleta Tirk li ser herêmê û bi taybetî li ser gelê Kurd zêde dibe, pêk hat. Her tiştê dikeve ser milê me em ê pêk bînin."

Têkildarî hemleya KCK`ê bi navê "Bes e ji faşîzm û tecrîdê re, dem dema azadiyê ye" dest pê kiriye, ajansa nûçeyan a Hawarê bi Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Zelal Cîger re hevpeyvînek pêk anî.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

-Hûn daxuyaniya KCK`ê ya girêdayî êrişên dewleta Tirk a dagirker çawa dinirxînin?

Em daxuyaniya Koma Civakên Kurdistanê ya girêdayî êrişên li ser herêmê, erênî dibînin. Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi yekrêziya li hemberî dagirkeriya Tirk heye. Wekî her kes dizane, hikumeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hewl dide xewnên Osmaniyan li herêmê vegerîne. Em vê yekê li ser erdê eşkere dibînin. Tirkiye li hemû dewletên Ereban û Kurdan belav dibe.

Dewleta Tirk niha bi awayekî eşkere siyaseta Osmanî dimeşîne. Lîbya mînaka herî berbiçav a wê yekê ye. Li ser vê esasê, di daxuyaniya KCK`ê de xeteriya gavên dewleta Tirk li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê û vegera siyasetên Tirkiyê yên parçekirina dewletên Ereban wekî ku berê Tirkiyê Kurdistanê parçe kir, tê diyarkirin.

Tirkiye bi êrişên xwe hewl dide li herêmê careke din mîsaqê millî pêk bîne, anku hewl dide herêma ji Dêrikê heta Helebê, ji Zaxoyê heta Kerkûk û Mûsilê dagir bike. Ji lewra, wekî Kurdên li Rojava em daxuyaniya KCK`ê erênî dibînin û em ê di vê derbarê de tedbîrên pêwîst bigirin.

-Di daxuyaniyê de behsa hemû parçeyên Kurdistanê û di nav de Rojava hat kirin. Girîngiya vê daxuyaniyê di vê qonaxê de ji bo giştî û Rojava bi taybetî, çi ye?

Wekî hemû dizanin, li herêmên Rojava şerên dijwar di hemû aliyan de pêk hatin. Me di van salan de projeya netewa demokratîk ku xwe dispêre fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk anî, Rêveberiya Xweser xwe wekî rêveberiyeke ku kar û barên herêmê bi rêve dibe, îspat kir.

Dewleta Tirk bi armanca tunekirina destkeftiyên gel, gelek caran êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji ber wê yekê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir ku nasnameya xwe biparêzin û bersiva dijminên herêmê bidin.

Kurdên Rojava bi awayekî pratîk bi berxwedana lehengî ya li dijî komên terorîst nasnameya xwe îspat kirin û bi hezaran şehîd ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryen da. Her wiha biratiya gelan mayinde kirin, destkeftiyên şoreşê parastin û projeya netewa demokratîk pêk anîn.

Dewleta Tirk îro projeya netewa demokratîk û bi taybetî biratiya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi bi alîkariya hin aliyan çi jî bi şerê çapemeniyê yê taybet hedef digire. Ji lewra, dirûşmeya me "dem dema parastina şoreşê û tunekirina dagirkeriyê ye". Dê ev dirûşme li Rojava ji me re bingeh be, ji ber ku bi rastî me fikrên Ocalan pêk anî û çi dibe bila bibe em ê li ser vî esasî berxwedanê bidomînin.

-Bi nêrîna we, çima KCK`ê di vê qonaxê de daxuyaniyeke bi vî rengî da?

Daxuyaniya KCK`ê di vê demê de hat dayîn ji ber ku xeteriya dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûye. Nexasim ew dixwaze Kurdan parçe bike û ji hev bixe. Hemû dizanin ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê hatiye parçekirin, ji lewra Tirkiye dixwaza cudahiyê jî bixe navbera wan.

Em dikarin bêjin ku, li Başûrê Kurdistanê di navbera Behdînan û xeta Soran de parçebûn heye. Di heman demê de di navbera Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de parçebûn heye. Li Rojava jî di navbera Meclisa Niştîmanî ya Kurd a Sûriyê û partiyên din de nakokî hene.

Li Başûrê Kurdistanê jî di navbera gel de nakokî hene. Hinek li kêleka Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê ne, hinek jî li kêleka Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê ne.

Da ku hêzên Kurdî nebin yek, dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide ku hêviyên Kurdan pêk neyên. Em hemû dizanin ku Rêber Ocalan her tim di hevdîtinên xwe de banga yekkirina nêrînên Kurdan dikir.

Hemleya yekkirina refa Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo komkirina belavbûna partiyên Kurdî (Partiyên Yekitiya Netewî û Meclisa Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê) pêk hat. Ji lewra, daxuyaniya KCK`ê ji bo pêkanîna daxwazên Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, dema ku Ocalan got divê gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê kongreya netewî ya Kurdî li dar bixin û gelê Kurd li seranserê cîhanê temsîl bike. Niha em li pêşiya qonaxeke çarenûsî ne, bi berxwedanê û bi fedekariyên bi hezaran şehîdan me hebûna gelê Kurd îspat kir. Em tekez dikin ku yekitiya Kurdî ku me ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan girtiye, dê hebûn û nasnameya gelê Kurd mayinde bike.

-Li hemberî banga KCK`ê ya serhildanê, bi giştî ji civaka Kurdistanê û bi taybetî ji gelê Rojava çi tê xwestin?

Bangewaziya KCK`ê di vê demê de ji bo yekkirina gelê Kurd li her derê ye, her wiha da ku zanibin ku dewleta Tirk niha di bin navê şerê cîhanê yê sêyemîn de şer dike. Tirkiyê çiraya kesk girtiye û çi dixwaze dike, ji ber ku ew endama NATO`yê ye û ji ber wê bi xweşiya xwe tevdigere.

Pêwîst e gelê Kurd li dor vê hemleyê kom bibe. Daxuyaniya KCK`ê ji bo hişyarkirina Kurdan e. Ev yek ji bo me destkeftiyeke bi nirx e. Azadiya Ocalan azadiya me ye. Divê hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryen dakevin qadan û em bi yek dengî bêjin "Na ji dagirkeriya Tirk re".

Ji lewra, divê em bi çalakiyên xwe piştgiriya vê hemleyê bikin û bi hêz tev lê bibin, çi li Rojava çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Niha ne tenê Kurd, lê belê hemû pêkhateyên herêmê wekî Ereb û Suryen jî bi çalakiyên cuda tev li hemlê bûne. Êdî her kes li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind dike û dibêje "Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji azadiya Rêber Apo re, divê em destkeftiyên xwe biparêzin."

Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker, berpirsiyariyeke mezin û dîrokî dikeve ser milên me.

Ji bo wê, divê em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekdest bin, da ku em dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê tune bikin. Divê ne tenê em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, lê belê em ê hemû xaka Sûriyê wekî Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê rizgar bikin û dagirkeriyê jê biqewitînin. Ev yek bi berxwedana gelê hevgirtî pêkan e.

-Hin aliyên Kurdî nazikbûn û xeteriya qonaxê paşguh dikin, hinekî jî li dijî gelê xwe hevkariya dijmin dikin. Bi nêrîna we sedema van helwestan çi ye û divê civaka Kurdistanê çawa pê re bide û bistîne?

Helwesta gelek aliyên siyasî yên hikumeta Başûrê Kurdistanê û di nav de PDK`ê ya li hemberî kiryarên li dijî gelê Kurd pêk tên, cihê şermezariyê ye. Divê helwesta hikumeta Başûr ji vê bihêztir be. Azarên gelê Kurd di roja îro de ji ber helwesta wan partiyan e û bi taybetî helwesta PDK`ê.

Em dibînin, dagirkeriya Tirk îro bi behane şerê li dijî PKK`ê li pêş çavên hemû aliyan xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK`ê piştgiriyê dide vê dagirkeriyê û heman tiştên Tirkiyê dubare dibêje.

Di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, wan aliyan bi daxuyaniyên xwe piştgiriya heman behaneyan Tirkiyê kir. Bêdengiya wan aliyan li hemberî kiryarên li dijî gelê Kurd li herêmê û hevkariya wan bi dagirkeran re, îxanet e û hevkariyeke bazirganiyê li ser hesabê xwîna gel e. Divê bi taybetî partiyên Başûrê Kurdistanê dev ji van kiryaran berdin.

Her wiha divê hemû aliyên siyasî li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk helwesta xwe bikin yek û li hemberî kiryarên Tirkiyê der heqê gelên Kurdistanê helwesteke cidî bigirin.

Em li Başûrê Kurdistanê dibînin ku dema gel radibe serhildanê, hêzên ewlekariyê bi perspektîfên hikumeta Başûr destwerdanê dikin da ku serhildana gel rawestînin. Her kesê ku xwepêşandanan bi rêxistin dike û her rojnamevanekî ku hewl dide rastiyê eskere bike, tê girtin.

-Heke bersiva bangewaziyê nehat dayîn û li hemberî kiryarên dagirkeran li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bêdengiyê dewam kir, gelo dê çarenûsa Kurdan di sedsala bê û pêşerojê de çawa be?

Hikumetên Iraqê û Sûriyê û raya giştî ya cîhanê li hemberî binpêkirin û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, bêdeng in. Ev yek nîşan dide ku heke gelê Kurd hebûna xwe îspat nekir, dê piştgiriya raya giştî ya cîhanê negire.

Ez dikarim bêjim ku, li hemberî rewşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî me heta astekê karîbû raya giştî ya cîhanê bikişandina aliyê xwe. Me ji cîhanê re îspat kir ku dê gelê Kurd gavan paşde navêje. Em hewl didin destkeftiyên me bi dest xistine, mayînde bikin.

Lê belê li hemberî êrişên li dijî Heftenînê û gundên Başûrê Kurdistanê, bêdengî heye. Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku hikumeta Iraqê û hikumeta Başûr sînorekî jê re deynin, bi dehan baregehên leşkerî ava kir.

Li Sûriyê jî, di demekê de ku divê hikumeta Sûriyê li hemberî binpêkirin û dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re helwesteke cidî bigire, li dijî gelê Kurd lîstokan pêk tîne û wekî hikumeta Iraqê hewl dide peymanan bi dewletên dagirker re îmze bike.

Sedsala 21`emîn sedsala azadiya gelan e. Lê belê di heman demê de zihniyeta baviksalar di kesayeta dewleta Tirk de dixwaze desthilata xwe li ser hesabê milk û destkeftiyên gelan ava bike.

Ji lewra, heke Kurd çarenûsa xwe di vê qonaxê de diyar nekin, dê di pêşerojê de nikaribin wê yekê bikin. Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt xwe bi rêxistin bikin û li dor yekitiya netewî kom bibin. Bi yekitiyê em karibin dagirkeriya Tirk ku xeteriyê li ser hebûna gelê Kurd ava dike, tune bikin.

Bi navê gelên Rojava û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan û parastina destkeftiyên xwe li Rojava, her tiştê dikeve ser milê me bikin.

)cx(

ANHA


Mijarên Din