Zelandaya Nû vekişîna hêzên xwe ji Iraqê ragihand

Zelandaya Nû raber kir ku dê hêzên xwe ji Iraqê di Hezîrana sala bê de vekişîne ku bi wê re erka xwe ya perwerdekirina hêzên artêşa Iraqê li dijî DAIŞ’ê bi dawî kir. Her wiha leşkerên xwe li Afganistanê jî kêm kirin.

Li gor Sky Newsê, serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern roja duşemê raber kir ku welatê wan dê hêzên xwe ji Iraqê di Hezîrana sala bê de vekişîne. Bi wê re jî peywendiya xwe ya perwerdekirina hêzên artêşa Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê bi dawî kir.

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern di civîna çapemeniyê de biryara vekişînê wiha daxuyand: "Di dirêjahiya 12 mehên bê de dê Zelandaya Nû hejmara hêzên xwe kêm bike û piştre bi dawî bike."

Jacinda Ardern îşaret pê kir ku Zelandaya Nû dê hejmara leşkerên xwe yên di nav NATO’yê de li Afganistanê ji 13 leşkeran bike 11 leşker. Lê hêz dê heta Kanûna 2020’an ji bo piştevaniya perwerdekirina serbazên artêşa Afganistanê bimîne.

Li rexê jî Jacinda Ardern tekez kir ku dê hejmarên hêzê di Tîrmehê de bibe 75 leşker û di Çileyê de bigihîje 45 leşkeran, beriya bidawîkirina erkê di Hezîrana 2020’an de.

Zelandaya Nû hejmara leşkerên xwe li Iraqê di 2015’an de belav kir ku 96 leşker in. Ew jî di nava şandeya perwerdeyê ya hevpar bi Awustralyayê re ya piştevaniya çalakiyên piralî yên bi serkêşiya DYA’yê li dijî DAIŞ’ê ye.

Hêzên perwerdekar pisporiyên bikaranîna çekên bingehîn, piştevaniyên bijîşkî û lojîstîk ji hêzên ewlehiya Iraqê re di hundirê kampa El-Tacê ya bakurê Bexdayê de dabîn dike.

Hikumeta Zelandaya Nû daxuyand ku hejmara endamên hêzên ewlehiya Iraqê yên ku li kampê ji sala 2015’an ve hatine perwerdekirin, zêdetirî 44 hezar in.

Dihat payîn ku belavkirina hêzên Zelandaya Nû li Iraqê heta dawiya Gulanê bûya, lê hikumeta Zelandaya Nû biryara demdirêjkirinê da. Her wiha Jacinda Ardern sala borî belavkirina hêzê li Iraq û Afganistanê heta Hezîranê da.

(fr)


Mijarên Din