Zelûx û Meqbûle nûnertiya jiyana hevpar dikin

Zelûx û Meqbûle rêgeza jiyana hevpar ji bo rûniştandina têkiliyeke serkeftî di navbera olan û mezheban de ji xwe re kirin bingeh. Bi hev re li kolana Muxabarat a taxa Eşrefiye ya Helebê li dijî hovanetirîn êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk li ber xwe dan.

Hîna gelek çîrokên berxwedana jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê di nav kolanên taxê de veşartî ne. Zelûx û Meqbûle jî ji wan jinan in. Her du jinan rêgeza jiyana hevpar ji bo rûniştandina têkiliyeke serkeftî di navbera olan û mezheban de ji xwe re kir bingeh. Bi hev re li kolana Muxabarat a taxa Eşrefiye ya Helebê li dijî hovanetirîn êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk li ber xwe da. Her du jinan bi berxwedana xwe erkên xwe anîn cih û karên xwe yên rêxistinî bi têkoşîna xwe pêk anîn.

Her du jinan li  rex hev du erkên xwe di parastina taxê û nobetdariya wê de anîn cih. Bi rêya tevlêbûna xebatên mitbaxê li rex ciwanên taxê yên ku li eniyên şer bûn, sekinîn.

Zelûx û Meqbûle du sembolên jiyana hevpar in

Şêniya bi navê Meqbûle Nebû ya êzidî (58) dayika 7 zarokan e (5 kur û 2 keç). Piştî êrîşên li ser taxê 2 zarokên wê tev li nav refên YPG`ê dibin.

Zelûx Hibo (60) misilman e û dayika 4 kur û 4 keçan e. 2 ji wan tevî neviyê wê tev li YPG û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bûne.

Meqbûle û Zelûx piştî êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Benîzêd hev nas dikin. Meqbûle li kolana Muxabarat û Zelûx jî li taxa Benîzêd dima. Piştî ku çeteyan taxa Benîzêd kontrol kir, Zelûx berê xwe dide kolana Muxabarat û li cem Meqbûle dimîne.

Zelûx û Meqbûle di kolana Muxabarat de di navbera salên 2013-2016`an de li rex 20 malbatên din li ber xwe didin. Cihên xwe di nav Mala Gel de digirin.

Piştî ku di sala 2015’an de Hêzên Parastina Civakî- Jin tê avakirin, her du tev li Tugaya Gulê Selmo ya Hêzên Parastina Civakî-Jin dibin. Piştî wê her duyan rolên xwe di parastina taxan û nobetdariyê de girt. Ji saet 19.00’an heya 23:00’an, ji 12:00`an heya 17’ê nîvro heya 5:00`an her duyan nobet digirt. Her wiha nobetdariya nexweşxaneya meydanî jî dikirin.

Zelûx û Meqbûle li taxê sembolên wateya jiyana hevpar in, dûrî cudahiyê, nîjadperestiyê û xwedî têkiliyên baş in.

Girêdayî têkiliyên wan bi hev re, Meqbûle got: “Ez tevî cîrana xwe Zelûx a misilman soza şopandina rêyên zarokên xwe yên ku di xendekên şer de ji bo parastina tax û rizgarkirina wê li ber xwe didin, didim.”

Zelûx diyar kir ku dan û standina bi baweriyên din re ne sûcek e û wiha pê de çû: “Şêniyên taxa berxwedêr ji bo tunekirina çeteyên ku banga cudabûnê di navbera olan de û belavkirina tevliheviyê dikirin, bûn yek.”

A ku bala mirov dikişîne ku her du cîranan wêneyên Quran, Zerdeşt û Meryem El-Ezraa di malên xwe de daliqandine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din