Zemzem El-Ebdo: Erka me danîna qanûn û destûrên parastina jinan e

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Tebqayê Zemzem Ebdo cudahiya di navbera meclis û rêveberiyên jinan de diyar kir. Her wiha tekez kir ku ji erkên bingehîn ên ku dikevin ser milê meclisê, birêxistinkirina jinên Sûriyê ji aliyê siyasî û çandî ve ye.

Meclisa Jinan a Sûriyê di 8’ê Îlona 2017`an de ava bû. Meclis ji rêxistin, yekitî û partiyên jin pêk tê. Meclis hewl dide keda jinên Sûriyê bike yek da ku pergalek civakî, demokratîk ku azadiya jinan, edalet û wekheviyê ava dike, biafirîne. Her wiha rola jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî de xurt bike.

Meclisa Jinan a Sûriyê jî armanc dike ku civakeke demokratîk, xwedî exlaq, ekolojî, azadiya jinan mîsoger dike û aloziya Sûriyê bi rêya diyalogeke demokratîk çareser dike, ava bike. Pergaleke demokratîk a pirreng li Sûriyê pêk bîne li gorî ku azadî, demokrasî û edaletê ji tevahiya baweriyên çandî û civakî re pêk tîne. Ji bo pêkanîna jiyaneke azad di navbera her du zayendan de kongreyan ji jinan re organîze bike.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê Zemzem Ebdo di hevpeyvîneke li gel ajansa me de cudahiya di navbera Meclisa Jinan a Sûriyê û Rêveberiyên Jinan ên herêman de diyar kir. Zemzem got Rêveberiya Jinan a herêman bi perwerdekirina jinan û pêşxistina wan di sînorên herêmeke diyar de têkildar e. Tevî ku têkildarî mijarên lihevkirin û dozên jinan ên cuda ne. Lê Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî danîna qanûn û destûrên ku karê jinan bi rêxistin dikin û mafên wê li tevahiya Sûriyê bi rêya şaxên xwe ku li tevahiya bajaran vekirine, diparêze.

Girêdayî mekanîzmaya karê Meclisê Zemzem El-Ebdo tekez kir ku plansaziya karê Meclisê, pêşniyar û karên meclisê bi rêya civîna asayî ku mehê carekê bi tevlêbûna rêveberiyên tevahiya şaxan tên dayîn û nîqaşkirin.

Zemzem bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên di civaka baviksalar de û çawa ev pirsgirêk di dema çeteyên DAIŞ`ê de girêktir bûne. Zemzem got: “Yek ji pirsgirêkên herî ku jin jê azarê dikişinin, zewaca bi zorê ye. Di heman demê de zewaca bi temenê biçûk û bêpayhiştina ji mafên wê ye. Meclis di vî warî de hewl dide wan siyasetan tune bike, jin mafên xwe yên xwezayî bi kar bînin û beşdarî avakirina civakê bibin.”

Zemzem di dawiyê de tekez kir ku Meclisa Jinan a Sûriyê hewl dide jinan ne tenê li ser asta Sûriyê, di heman demê de li ser asta cîhanê bi rêxistin bike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din