Zerevanên Xabûr: Tirkiyê hemû pêkhateyên herêmê dike hedef

Meclisa Zerevanên Xabûr gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û destnîşan kir ku gefên Tirkiyê hemû gelên herêmê dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker a di hundir de têkçûye hewl dide krîza xwe ya hundirîn derbasî dewletên cîranê bike, di vê çarçoveyê de bi rêbazên cûr bi cûr mûdaxeleya herêmên Bakur û Rojhiltaê Sûriyê dike. Dewleta Tirk li gel dagirkeriya hin deverên Bakurê Sûriyê û pêkanîna kiriyarên dermirovî li dijî şêniyên herêmê, tevgera xwe li ser xeta sînor zêde dike û bi mebesta dagirkirina herêmê gefên êrîşkirina li ser herêmê dixwe. Gefên dagirekeriya Tirk ên li ser herêmê rastî bertekên tund ji hêla gelê Sûriyê ve tên.

Girêdayî vê endamê Buroya Siyasî û Doplomasî ya Meclisa Zerevanên Xabûr a Kantona Hesekê Îlyas Enter Îlyas ê ji pêkhateyê Asûr ji ajansa me ANHA‘yê re axivî û got, ew wekî meclis û pêkhateyê Asûr banga aştiyê dikin û şer naxwazin.

Îlyas destnîşan kir ku gefên dagairkeriya Tirk ên li ser herêmê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dike hedef.

Îlyas anî ziman ku ew destwerdana Tirkiyê di herêmê de red dikin û ji ber ku Tirkiyê ewlehiya herêmê û hemû pêkhateyên wê dikin hedef û dê herêma ewle ji herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine ne dûr be. Îlyas wiha dom da axaftina xwe: "Em Meclisa Zerevanên Xabûr gefên Tirkiyê red dikin, ji ber ku em aştîxwazin destê me ji kesên ku aştiyê dixwazin re vekiriye."

‘Bi fikir û giyanê biratiya gelan em bi aramî û aştî dijîn‘

Îlyas di nava gotinên xwe de bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya netewa demokratîk a ku pêşkêş kiriye û got:  "Bi fikir û giyanê biratiya gelan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî û aştî dijîn‘

endamê Buroya Siyasî û Doplomasî ya Meclisa Zerevanên Xabûr a Kantona Hesekê Îlyas Enter Îlyas di dawiya axaftina xwe de li hemberî gefên li ser herêmên bi ewle banga yekrêziyê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

(bb)

ANHA


Mijarên Din