Zerîf dê serdana Sûriyê û Tirkiyê bike

Ajansa Îsna ya Îranê got îro wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dê serkêşiya şandeyeke siyasî bike û dê serdana Şamê bike û 2 rojan bimîne, paşê biçe Tirkiyê.

Televîzyona Îranê ragihand ku îro wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf berê xwe da Şamê û tê payîn ku serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed bibîne, her wiha dê hevdîtinan bi wezîrê karên derve yê rejîmê Welîd El-Muellîm û serokwezîr Îmad Xemîs re pêk bîne.

Ajansa "Îsna" a Îranê got Zerîf dê dozên herî girîng ên hevbeş bi têkiliyên her du aliyan ve girêdayî bişopîne û hevrêziya helwestan di dozên herî girîng ên herêmî û navneteweyî de bike.

Balyozê rejîma Sûriyê li Tehranê Ednan Mehmûd bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Îranê re axivî û banga serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed ji bo serdana Şamê bike, agahdar kir.

(jo)


Mijarên Din