Zerîf: Rizgarkirina peymana nukleerî berpirsyariya civaka navdewletî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf tekez kir ku berpirsyariya civaka navdewletî ew e ku peymana nukleerî biparêze. Her wiha Zerîf got heke civaka navdewletî pê hesiya ku peymana nukleerî pêşketineke girîng e, divê însiyatîfa pratîkê ya parastinê pêk bîne.

Zerîf di dema gihaştina balafirgeha Pekînê de li gel ajansa Îrna ya Îranê daxuyand ku civaka nadewletî heta niha tenê bi girtina nêrînan û derxistina belgeyan ji dêvla pêkanîna însiyatîfa pratîk, bes dît.

Der barê kiryarên pratîk de Zerîf got: "Kirinên pratîk bi temamî diyar in ku têkiliyên aborî ya ku peymana nukleerî bi awayekî aşkera destnîşan kiriye, bên normalkirin."

Zerîf got biryara 2231’an ku ji Meclisa Ewlehiya Navdewletî bi der ketiye, îşaretê bi vê mijarê dike û wiha axivî: "Ji lew re heke civaka navdewletî û hemû dewletên endam di peymana nukleerî de û hevalên me yên tê de wekî Rûsya û Çîn ku dixwazin parastina vê destkeftiyê bikin, divê li ser pêkanîna kirinên pratîkê da ku gelê me ji berjewendiyên peymana nukleerê sûdewar be, bê xebitandin."

Wezîrê karên derve yê Îranê di çarçoveya gera li gelek dewletên Asyayê ji destpêkirina Tirkmenistanê, dûre Hindistan û Japonyayê û ya herî dawî Çînê de îro bi armancên pêşdebirina têkiliyên dualî û pevguhastina nêrînan der barê girîngtirîn dozên herêmê û dewletî de û di serî de peymana nukleerî lêkolîn bike, gihaşt Pekînê.

(fr)


Mijarên Din