Zeviyên gundên rojavayê Girê Spî dişewitin

Îro dinav zeviyên rojavayê kantona Girê Spî şewat çêbû. Li gel hewldanên tîmên agirvemirandinê û awarte jî hîn şewat berdewam e.

Di encama şewatan de qadên berfireh ji zeviyên gundên Qertel, Webîr Ereb û Korbelek heta gundê El-Hiriye yên girêdayî kantona Girê Spî şewitîn.

Tevî amadebûna tevahiya tîmên agirvemirandinê, komîteyên awarte û şêniyên herêmê lê ji ber lezbûna ba agir nehat vemirandin û ber bi rojhilat ve belav dibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din