Zeviyên rojhilatê Babê şewitîn

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên şêniyên gundewarê rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî dixin.

Şewatek mezin di nav zeviyên gundewarê rojhilatê bajarê Babê çêbû. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û cotkar bi lez çûn wir û agir vemirandin. Beriya ku bighêje zeviyên din.

Têkildarê vê mijarê şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Baran Arîme got: Agir bi zeviyên genim, darên zeytûn û guzan ên gundê Şêx Nasir ê girêdayî herêmên çeteyên Mertala Firatê ket.

Li gorî agahiyan agir li zêdetirî cihekê di heman demê de hatiye dadan, ji ber wê rûberên mezin ji zeviyên genim û ceh tevî darên zeytûnê û derdora 300 darên zeytûnê şewitîn.

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bû sedema şewitandina zeviyên gundewarê navçeya Eyn Îsay li Bakur û Rojhilatê Srûiyê.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din