Zeyneb Celaliyan di kîjan girtîgehê de ye?

Li gorî agahiyên ku malbata Celaliyan ji toreya Mafên Mirovan a Kurdistanê re diyar kir ku Zeyneb Celaliyan birin girîgehekê li Kerman.

Çalakvana siyasî ya kurdî Zeyneb Celaliyan di 21`ê Hezîranê de dest bi girava birçîbûnê kir.

Piştî 6 rojan û di 27`ê Hezîranê de ew ji girtîgeha Qirçik birin cihekî ne nas.

Kesekî ji malbata Zeyneb Celaliyan ji toreya Mafên Mirovan a Kurdistanê re diyar kir ku di 2`ê Tîrmehê de girtiyek ji girtîgehê bi rêya telefonê bi wan re axivî û got berpirsên girtîgehê beriya çend rojan Zeyneb ji girtîgeha Qirçik birine girtîgeha Kerman.

Bavê Zeyneb, Elî Celaliyan peyamek girt û têde gotin ku keça wê ber bi şaxê yekemîn di Kerman de hatiye şandin lê heta niha malbat ji vê agahiyê pişterast nebûye.

(bx)


Mijarên Din