Zîftkirina rêyên Hesekê didome

Komîteya Ekolojî û Şaredariyan a Hesekê xebatên xwe yên zîftkirina rêyan berdewam dike.

Hemleya zîftkirina rêyên kantona Hesekê ku ji ber aloziya ku ev 8 sal e li welat rû dide xira bûbûn, dewam dike.

Komîteya Ekolojî û Şaredariyan a Hesekê, rêyên navçeya rojhilat û başûr ku di 15`ê Tebaxê de dest pê kiribû, bi dawî kirin. Her wiha zîftkirina rêyên sereke yên navçeya rojava jî didome.

Endamê Çavdêriya Zîftkirinê ya Bajarê Hesekê Fehed Îbrahîm got ji navçeya rojava re madeya zîftê 6 hezar û 250 m3 hatiye veqetandin,  tenê 250 m3 ji madeya zîftê maye.

Îbrahîm wiha got: “Destpêkê me rêya nexweşxaneya meydanî çêkir. Piştre rêya ji çerxerêya Sînalko ber bi gerac û taxa El-Kelasê ve çêkir.”

 Îbrahîm diyar kir ku dibe ku ew madeya zîftkirinê zêde bixwazin da ku rêyên sereke yên navçeya rojava xelas bikin.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din