Êzidiyan banga darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê bang kir ku divê hemû girtiyên çeteyên DAIŞ`ê di dadgeheke navneteweyî de werin darizandin.

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê duh der barê daxwaza darizandina çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da. Meclisê diyar kir ku DAIŞ’ê li hemû Şengalê û Geliyê Nînovayê kiryarên dermirovî pêk anîne.

Li ser vî esasî meclisê banga avakirina dadgeheke navdewletî ya pispor kir da ku kesên "sûcdar, alîgir û kesên ku sûcên dermirovî pêk anîne, li gorî zagonên ku der heqê terorîstan de” werin darizandin.

Her wiha meclisê bang kir ku divê şandeyek ji êzidiyan û malbatên qurbaniyan beşdarî darizandinê bibin.
Meclisê kopiyek ji daxuyaniya xwe ji dadgeha Iraqê, Koalîsyona Navdewletî û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand.

(eh)


Mijarên Din