Êzidiyên Efrînê: Peymana Hewlêr û Bexdadê nûnertiya îradeya êzidiyan nake

Êzidiyên kantona Efrînê ya dagirkirî nerazîbûn nîşanî peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê da û gotin peyman nûnertiya îradeya êzidiyan nake.

Hikumetên Hewlêr û Bexda di 9`ê Cotmehê de bi sponseriya navneteweyî peymanek li ser Şengalê îmze kirin. Civaka Êzidî peymanê red dikirin ku nêrîna wan nehatiye girtin û bi destwerdana di kar û barên wê yên navxweyî de bi nav dikin.

Eseed Marco yê ji Efrînê û li navçeyê Ehdasê dijî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê li dijî Şengalê bi bîr anî û got: "Êrişa terora DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an a li ser şêniyên Şengalê, çawa pêşmerge  û artêşa Iraqê reviyan û çawa komkujî li dijî jin û zarokan hatin kirin û yên din jî reviyan çiyayên Şengalê tên bîra me."

Marco destnîşan kir ku piştî vekirina korîdora mirovî û rizgarkirina êzidiyan û ragihandina Rêveberiya Xweser ya Şengalê, Hewlêr û Bexda hewl didin dest deynin ser Şengalê.

Eseed Marco di dawiya axaftina xwe de got: "Em êzidiyên Efrînê vê peymanê bi hemû awayan red dikin."

Şêniyê bi navê Hemîd Îzedîn ê ji gundê Sînka û li Şehbayê dimîne, peymana hikumeta Bexda û Başûrê Kurdistanê wekî fermaneke din bi nav kir û destnîşan kir ku ev peyman nûnertiya îradeya êzidiyên Şengalê nake.

Mistefa Derwîş ê ji gundê Qestel Cindo û li Şehbayê dimîne, hikumetên Bexda û Hewlêrê muxateb girt: "Hûn li ku derê bûn dema ku komkujî li dijî zarok û mezin û jinên Şengalê hatin kirin? Hûn li ku derê bûn dema ku keçên Êzidî li bazaran dihatin firotin, niha hûn li ser Şengalê peymanan îmze dikin, we Şengal hişt û hûn reviyan."

ANHA


Mijarên Din