Êzidiyên Efrînê piştgirî da çalakgerên grevê

Yekitiya Jinên êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê ku beşdarî konê çalakiyê ji bo piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bûn, destnîşan kir ku Ocalan bi ramanên xwe karibû çanda berxwedanê di nav şêniyên civaka êzidî de belav bike.

Di roja duyemîn a konê çalakiyê ji bo piştgiriya hemleya greva birçîbûnê de, Yekitiya Jinên Êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê beşdar bûn, her wiha serokê PYD`ê Şahoz Hesen serdana konê çalakiyê kir.

Bi dehan êzidî ji hemû gund û navçeyên Şehbayê û kampan beşdarî çalakiya piştgiriyê bûn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen axivî û di destpêka axaftina xwe de silavek ji berxwedana şêniyên Efrînê re şand.

Şahoz Hesen destnîşan kir ku AKP tecrîdê li ser kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne, wan Efrîn jî dagir kir û şêniyên wê jê koçber kirin, ji ber vê yekê nameya şêniyên Efrînê ku li Şehbayê li ber xwe didin, dê ya herî mezin li dijî tecrîdê be.

Şahoz Hesen der barê siyaseta dewleta dagirker a Tirkiyê di parçekirina xaka Sûriyê bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê de got ew berdewama hişmendiya faşîzma Tirkiyê ye, lê dîwar li pêşiya yekbûna gelan nasekine.

Paşê endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Eyşe Sîdo axivî û wiha got: "Bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku rêya civaka êzidî bi taybet ronî kir, ji ber civak di 74 fermanên qirkirinê re derbas bû, civaka êzidî îrade û hêza xwe digirin."

Eyşê Sîdo wiha dewam kir: "Civaka êzidî nikare tiştên ku hatine serê wan, ji bîr bike, her wiha nikare kesên ku alîkariya wan kirin da ku êrîş bikin û li hember hişmendiya qirkirinê li ber xwe bidin, ji bîr bikin. Ji ber vê yekê ew hewl didin bi hemû awayekî piştgiriya hemleyê bikin."

Piştre endama Kongreya Star Emîne Hiso axivî û destnîşan kir ku piştgiriya wan ji hemleya greva birçînûnê û mayîna li qadan li kêleka berxwedanan wan li Şehbayê heta rizgarkirina Efrînê û bixebitin da ku Ocalan rizgar bibe.

Çalakî bi guhdarkirina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser girîngiya birêxistinkirina gelê Kurd li ser bingeha jiyana şoreşgerî dewam kir.

Çalakî dê di seat di 16:00’an de bi dawî bibe û dê sibe bi beşdarbûna Yekitiya Jinên Ciwan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dest pê bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din