Êzidiyên Efrînê: Şaneyên veşartî dê bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê tune bibin

Jinên êzidî yên kantona Efrînê destnîşan kir ku pêvajoya heyî darizandina DAIŞ`ê li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst dike û got “Dê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi darizandina çeteyan tune bibin.”

Piştî têkçûna DAIŞ’ê Rêveberiya Xweser û gelên herêmê ji bo darizandina çeteyan banga avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Girêdayî mijarê jina bi navê Qudret Betal got: "Çeteyên DAIŞ`ê ji Şengalê heya Sûriyê hovanetirîn sûc û binpêkirin li ser jinên êzidî pêk anîn. Çeteyan bi hezaran jinên ciwan revandin û di nav sûkên çeteyan de firotin."

Di nav gotinên xwe de Qudret bang li raya giştî ya cîhanê kir ku ji bo avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanan bikin.

Jina bi navê Meryem Cindo jî got: "Gelên herêmê gelek zehmetî ji hişmendiya DAIŞ’ê kişandin. Kirinên çeteyan ji exlaq û mirovahiyê dûr bûn û mirov nikare bi bîr bixe. Piştî têkçûna wan divê civaka navdewletî wan darizîne.”

Jina ciwan a bi navê Orîvan Menan destnîşan kir ku pêngavên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê jiyana bi sedan jinên êzidî xilas kir û wiha pê de çû: “Pêvajoya heyî darizandina DAIŞ`ê li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst dike. Dê bi darizandina çeteyan şaneyên veşartî tune bibin.”

Jina bi navê Izdîhar Sebrî jî bal kişand ser daxwazên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Daxwaza wan a avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyan, qanûnî û rewa ye. Ev gav dê bibe nuqteya veguhertinê ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştiyane û siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din