Êzidiyên hatibûn radestkirin gihitin Şengalê

Mala Êzidî ya Hesekê 5 jin û zarokeke 13 salî yên ji aliyê QSD’ê ve ji çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn rizgarkirin, radestî Meclîsa Şengal û Weqfa Jinan a Êzidiyan kirin. Her 6 dîl gihiştin Şengalê û ji aliyê TAJÊ ve radestî Malbatên wan hatin kirin.

Mala Êzidiyan a Hesekê îro bi merasîmekê li gundê Berzanê 5 jin û zarokek temen 13 salî ku ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, radestî Meclisa Şengal û Weqfa Jinan a Êzidiyan kirin.  Êzidiyên hatin radestkirin di saetên êvarê de gihiştin Şengalê û ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Dîlên ku hatine rizgarkirin navên wan evin; Sirab Naîf îsa ji Tilezêr, Qismet Saleh Ahmad ji Tilqesab,  Leyla Xelef Filîd ji Girzerik, Hazim Qasim Evdu ji koço, Hediya Elî Hecî ji Dumîs, Ezîma Şemo Xelef ji Xanasorê.

Di merasîma radestkirinê de li ser navê rêveberiya TAJÊ‘yê Helîma Hisên axivî û got: "Em wek TAJÊ spasiya Mala Êzidiyan dikin ku bi me re dibin alîkar heta em welatiyên xwe di gehînin malbatên wan. Em li ser karê rizgarkirina dîlên xwe berdewam in, hin caran pisgirêk ji aliyê artêşa Iraqê ve li ser sînor ji me re derdikevin, lê em her berdewam in."


Mijarên Din