Ziftkirina rêyên gundewarên Kobanê ber bi dawî ve diçe

Hindek maye ku Şaredariya Gel a Kobanê xebatên ziftkirina rêyên gundewarê kantonê bi dawî bike. Her wiha amadekariyên ziftkirina rêyên taxên bajarê Kobanê dike. Dê rêyên kolanên bajêr ên zirar dîtine bên çêkirin.

Şaredariya Gel a Kobanê hindek maye ku projeya ziftkirina rêya Kobanê-Cerablus bi dawî bike. Şaredariyê dûrbûna di navbera gundên Dirbazîn û Sûsan de bi dirêjahiya 17 km zift dike.

Li gorî berpirsên projeyê, dê di hefteyekê de proje bi dawî bibe. Piştî wê şaredarî dê dest bi ziftkirina rêyên taxên bajarê Kobanê bike.

Endezyar Mehmûd Şêxo û berpirsê xebatên sererastkirina rêyan gotin ku Şaredariya Gel amadekariya sererastkirina û ziftkirina rêyên bajarê Kobanê dike.

Şêxo diyar kir ku piraniya rêyên bajarê Kobanê zirar dîtine, ji ber wê şaredarî hewl dide rêyên taxan sererast bike bi taybet rêyên ku herî zêde zirar dîtine.

Alavên şaredariyê ji sê rojan ve rêyên bajarê Kobanê amade dikin da ku di rojên pêşiya me de zift bikin.

Tê payîn ku werşeyên kar di demek nêz de dest bi amadekirina rêyên taxa Şehîd Fîras a ku dikeve kolana El-Tilel, bikin. Rêyên şaxî yên taxê gelek zirar dîtine.

Şêxo tekez kir ku şaredarî niha rêyek ji taxa şehîd Fîras bi kevirê reş (intribilok) sererast dike û got: "Şaredarî dê hejmarek rêyên kolana 48 ên ku zirar dîtine sererast bike. Tevî rê û taxên din ên bajêr bi hewcedariya sererastkirinê ne. Ziftkirina kolana 24 dê bi dawî bibe. Dihat payîn ku ev rê di sala borî de bi dawîbibûya, lê ji ber baranê karê sererastkirinê sekinî.”

Şaredariya Gel plan dike ku gelek rêyên taxa şehîd Ebdu ya rojhilatê riya Hilinc zift bike. Tevî ku dê rêyên kevin ên kolanên taxa Şehîd Moro û Şehîd Yihya li taxên rojavayê bajêr hilbikin û ji nûve çêbikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din