​​​​​​​Zilma çeteyên Tirk û azarên gel ên ji destê wan

Şêniyekî ji Serêkaniyê yê ku ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûye, got “Hevser û zarokên min vegeriyan Serêkaniyê. Ji bo ez herim wir, kurê min girtin û zext li hevsera min kirin. Ji wan re gotin ev mal ne ya we ye û tiştekî we tê de tune ye.”

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar sivîl ji Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên nêzî xetên şer koçber bûn. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtirî 64 navend ji koçberan re vekirin.

Li gel van navendan Rêveberiya Xweser li bajarokê Tiwêna yê ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê kampa Waşokanî vekir û niha 6 hezar û 500 koçberên ji herêmên cuda yên herêma Cizîrê anku herêmên şer lê rû dide, bi cih bûne.

Mehmûd Mihemed Ehmed koçberekî ji Serêkaniyê ye û niha li kampa Waşokanî dimîne. Ehmed azarên gel ên ji destê “Artêşa Wetenî ya Sûriyê” dikişine, wiha parve kirin: “Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê, em di 9’ê Cotmehê de ji malên xwe derketin û ji ber bajarê Hesekê ewle bû, me berê xwe da wir.”

Ehmed wiha got: “Çeteyên bi navê  ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ niha malên me dagir kirine û şêniyan teşwîqî vegera li malê dikin. Ji ber vê yekê hevser û zarokên min biryara vegera li Serêkaniyê da. Dema gihaştin malê komên çeteyan kurê min girtin. Çeteyan gef li hevsera min xwarin û got heke hevserê te venegere Serêkaniyê, em kurê te bernadin.”

Mehmûd Ehmed wiha li axaftina xwe zêde kir: “Çeteyekî rûyê kurê min bi alaveke tûj birîndar kir û bi vê yekê zext li hevsera min kir da ku ez vegerim. Hevsera min jî ji soz dabû çeteyan heke kurê me berdin, ew ê min jî razî bike ku ez li Serêkaniyê vegerim. Lewma kurê min serbest berdan.”

Ehmed diyar ku piştî kurê wî berdane, yekser hevsera wî û kurên wî ji Serêkaniyê reviyan. Ehmed got: “Lê beriya ji Serêkaniyê derkevin, çeteyan ji wan re got ev mal mala me ye û tiştekî we tê de tune ye. Careke din hevsera min û zarokan berê xwe da Hesekê. QSD`ê cîhan ji rêxistina terorîstan anku DAIŞ`ê rizgar kir. Divê civaka navdewletî garantiya vegera li bajêr bide. Rewşa me li kampê baş e û ji beriya hefteyekê ve ez û kulfetên xwe li konê pêşwaziyê dimînin. Baran jî dibare û rêveberiya kampê nikare konên nû vegire.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din