`Zimanê kurdî her tim di hedefa dagirkeran de ye`

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên perwerdekirina gel û şagirtan bi zimanê kurdî êdî di qonaxa xwe duyemîn de ye. Lêkolînên li ser zimanê kurdî dest pê dikin. Tê payîn ku saziya beşa lêkolîna zimanê kurdî yekitiya lêkolînên rêzimanî çêke.

15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di heman demê de roja destpêkirina weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de cihekî gelekî girîng digire. Hawar, kovara yekemîn a bi kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye weşandin. Gelê Kurd ji sala 2006’an ve 15'ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.

Tekildarî Cejna Zimanê Kurdî me jî serdana Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û çavdêriya xebatên wan ên der barê zimanê kurdî de kir.

Bi şoreşa Rojava re gava destpêkê perwerdekirina gel bû

Endama Beşa Lêkolînan a Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulê Hesen destpêkê Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz kir û pêvajoya xebatên zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê wiha nirxandin: “Li Rojavayê Kurdistanê gava destpêka ya Saziya Zimanê Kurdî perwerdekirina gel bû. Gelek mamoste ji bo xwendin û nivîsandina zimanê kurdî hatin perwerdekirin. Gava duyemîn jî perwerdekirina şagirtên li dibistanan bû. Bi derfetên şoreşa Rojava re bi hezaran şagirt û gel hatin perwerdekirin.”

Projeya ferhenga ziman

Gulê Hesen anî ziman ku amadekariya ferhenga bi zimanê kurdî ya dehsalî dikin û got: “Piştî perwerdekirina civak û şagirtan êdî qonaxa lêkolîna zimanê kurdî me dest pê kir.  Ji niha û şûn ve têkildarî zimanê kurdî dê lêkolînên mezin bên kirin. Ji bo vê armancê jî îro navenda Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo tê vekirin. Di vê navendê de li ser zimanê kurdî dê lêkolîn bên kirin. Girêdana peyvên kurdî bi xweza, dayik, dîrokê ve wê bê lêkolînkirin. Em niha amadekariya ferhengeke zimanê kurdî dikin. Armanca me ew e ku em di nava deh salan de vê ferhengê temam bikin. Ev ferheng ji bo hemû civakê, xwendevanan û lêkolîneran bibe ferhenga bingehîn.” 

Yekitiya lêkolînên zimanê kurdî

Gulê Hesen bal kişand ser belavbûna lêkolînên li ser zimanê kurdî û got: “Lêkolînên zimanê kurdî parçekirî ne. Bi saziya ziman re dê yekitiya ziman jî bê çêkirin. Ev pêvajo dê li Rojavayê Kurdistanê dest pê bike, lê armanc ew e ku di pêşerojê de li hemû parçeyên Kurdistanê ev xebat bê meşandin. Di lêkolîna zimanê kurdî de; dayik û bavên temenmezin, ferheng, pirtûkên rêzimana kurdî wek çavkaniyên resen ên ziman tê dîtin.”

Zimanê kurdî her tim di hedefa dagirkeran de ye

Li Rojavayê Kurdistanê li kêleka şerê leşkerî, ji bo ziman û perwerdeyê jî şer hat kirin. Di êrîşên Efrînê de destpêkê dibistan û zimanê kurdî hatin hedef girtin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo asîmîlasyon a ziman mamosteyên xwe amade kiribûn. Li dijî van êrîş û hedefgirtina zimanê kurdî ev 7 sal e zarok û gelê Kurd li her qadekê bi zimanê kurdî têne perwerdekirin. Ev wek bersivdayîna êrîşên li ser zimanê kurdî ye. Bi lêkolînên li ser zimanê kurdî , bersiva duyemîn jî ji dagirkeran re tê dayîn. 

Ji xaniyên biçûk ber bi dibistanan van

Berdevkê Saziya Komîteya Fêrkirina Zimanê Kurdî ya bajarê Qamişlo Adil Ehmed Îbrahîm diyar kir ku perwerdeya zimanê kurdî bi çend kesan dest pê kiribû û niha bi hejmareke mezin dixebitin. Îbrahîm got ku wan di xaniyên biçûk de perwerdeya zimanê kurdî dane lê niha di dibistanan de zarok û gel tên perwerdekirin.

Mafê her kesekî heye ku ziman fêr bibe

Îbrahîm diyar kir ku di nava pergala Nneteweya demokratîk de perwerdeya hemû zimanan heye û yê ku bi xwaze zimanekî din jî fêr bibe, ev derfet ji wan re tê dayîn.

Berdevka Fêrkirina Zimanê kurdî ya Kantona Qamişlo Menal Mihemed Emîn jî rewşa şagirtên dibistanan nirxand.

Menal Mihemed Emîn diyar kir ku di dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zarokên  pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi zimanê dayîka xwe tên perwerde kirin. Menal Mihemed Emîn anî ziman ku, ji pola 4’an şûnve şagirtên dibistanan zimanên cûda wekî kurdî, Erebî û Sûryanî hildibijerin û pirrengiya zimanan di nav zarokan de hevbeşiyê ava dike.

Menal Mihemed Emîn diyar kir ku, heya niha li kantona Qamişlo hejmara mamosteyên zimanê kurdî 4305, hejmara dibistanan 1005 e, hejmara şagirtên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen jî 43 hezar û 657 e.

‘Zarok bi azadî zimanê dayikê hîn dibin’

Menal Mihemed Emîn destnîşan kir ku bi pergala neteweya demokratîk re şêwazên perwerdekirina şagirtan jî guherîn û got: “Di dema rejîma Sûriyê de dibistan wekî barergeha leşkerî dihatin bikaranîn.  Zarok wekî leşkeran dihat perwerde kirin. Bi zimanê dayîkê perwerde nedihat dayîn û zimanê kurdî jî, ji xwe qedexe bû. Sîstema desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe kesayet ava dikir. Lê bi şoreşa Rojava re zarok bi azadî zimanên xwe yên dayîkê dixwênin. Di dibistanên Rêveberiya Xweser de li keleka perwerdeya ziman heman demê de kesayetên azad jî tên avakirin.”

ANHA 


Mijarên Din