Zimanê kurdî... ji pêvajoya fêrbûnê ber bi pêşxistina lêkolînan ve

Zimanê Kurdî ji sala 2012`an ve gelek gavên mezin avêtine. Piştî xebateke mezin ku bi salan hate meşendan bingehên parastina zimanê Kurdî hatin danîn û di dibistanan de hate xwendin. Ji aliyekî din ve hewldanên avakirina navendên lêkolînan ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û vedîtina lêvegerên ziman ji tevahiya saziyên perwerdeyê re li Kurdistanê û Ewropayê pêşketin. 

Di dirêjahiya dîrokê, li ser her çar parçeyên Kurdistanê siyasetên çewisandin, inkarkirin û qirkirinê ji hêla pergalên desthilatdar û dîktetor ên dagirker ve hatin. Her wiha zimanê Kurdî qedexe kirin, siyasetên erebkirin, tikkirin û farsikirin ferz kirin da ku hîmên hebûna gelê Kurd tune bikin. Lê têkoşîn û israra gelê Kurd, rewşenbîran û ronakbîran mîna Melayê Cizîrî, Feqê Teyran, Ehmedê Xanê, Mîr Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn û Miserîxan Xisrewî rolek di parastina zimanê Kurdî de lîstin.

Li gorî biryara UNESCO ya sala 1999`an  a ku bi rêya Komîteya Giştî ya NY`î hate erêkirin, 21`ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê hate raghindin. Tevahiya gelên cîhanê vê rojê pîroz dikin.

Gelê Kurd ê tevî hemû siyasetên çewisandinê yên pergalên dagirker, zimanê zikmakî parast vê rojê pîroz dikee. Gelê Kurd li Rojava bi taybet piştî Şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de di warê ziman de pêşketinên mezin bidest xistin. Destpêkê zimanê xwe di nav malan de da fêrikirin, piştre dibistan, akademî û zanîngeh li ser asta Rojava vekir.

Gulê Hesen ji avakerên destpêkê yên Saziya Zimanê Kurdî û endama rêveber a saziyê ye girêdayî pêvajoya avakirina saziyê û astengiyên rastî qonaxa perwerdeyê hatine axivî û got: "Beriya şoreşê, çalakiyên fêrkirina zimanê Kurdî li Rojava sînordar bûn. Gavên wê yên destpêkê di 2007`an de hatin avêtin. Şêniyan bi awayekî veşartî di nav malan de fêrî tîpên kurdî bûn."

YEKEMÎN BERHEMÊN ŞOREŞÊ..VEKIRINA SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ

Şoreşa Rojava zimanê Kurdî bi awayekî akademîk vejand. Saziya Zimanê Kurdî konferansa xwe ya sêyemîn li bajarê Amûde di sala 2012`an de lidar xist. Konferansa yekemsala 2007`an li Kobanê û duyemîn sala 2009`an li Helebê bi awayekî veşartî lidar xistibûn. Di konferasna dawîn de avakirina Saziya Zimanê Kurdî bi awayekî eşkere hate ragihandin. Li ser wê navendên fêrkirina zimanê Kurdî li tevahiya bajar û gundên Rojava hatin vekirin.

Gulê destnîşan kir ku di despêkê de ji ber kêmbûna hejmara kadroya perwerdeyê, tunebûna materyalan bi zimanê Kurdî, dayîkan rolek çalak di dibistanan de lîstin. Cîrokên Kurdî ji zarokan re vegotin.

ZIMANÊ KURDÎ BI AWAYEKÎ FERMÎ DI DIBISTANAN DE TÊ FÊRKIRIN

Saziya Zimanê Kurdî di dirêjahiya salan de bi hezaran mamosteyan tevî materyalên bi zimanên tevahiya pêkhateyên herêmê amade kirin. Her wiha hişt ku zimanê Kurdî li dibistanan li rex zimanê Erebî bibe zimanek fermî.

Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re bi koordîneya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, perwerde li gorî materyalên nûjen li rex parastina zimanên pêkhateyên herêmê di dibistanan de hate dayîn. Fakulte û peymangeh li bajarên Rojava hatin vekirin.

VEKIRINA SAZIYA LÊKOLÎNAN JI BO PÊŞXISTINA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ

Mirov dikare salên piştî ragihandina Rêveberiya Xweser, destpêkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî û amadekirina matreyalan wek qonaxa danîna rêgezên xurt ji bo parastina zimanê Kurdî û vejandina wê bihesbîne. Ji aliyekî din ve Saziya Zimanê Kurdî ji 2019`an ve dest bi pêvajoya pêxistina ziman, sererastkirina şaştî û kêmasiyan kir.

Di konferansa ku sala 2019`an li ser asta Rojava li dar ketiye de, destpêkirina pêvajoya avakirina navend û saziyên lêkolînên girêdayî ziman û wêjeya Kurdî ragihand.

Li gorî endama rêveber a Saziya Zimanê Kurdî Viyan Cûdî got: "Di 15`ê Gulana 2019`an de bi boneya Roja Zimanê Kurd re navenda lêkolînan a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî hate avakirin. Armanc ji avakirina vê navendê pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî û yekkirina têgehan e."

Navend ji gelek komîteyan pêk tê; Komîteyên Rêziman, Wergerandin û Ferheng. Her wiha şaxên her komîteyekê heye.

Saziyê bi rêya komîteyên girêdayî xwe hewl dide lêvegerên zimên ava bike çi ji aliyên rêziman an jî ferhengan da ku ji tevahiya saziyên perwerdeyê, peymangeh û zanîngehên girêdayî zimanê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa bibe lêvegerek.

Viyan wiha domand: "Bi rêya karê xwe di çarçoveya lêkolînan de me xwe gihand gelek kesên têkildarî karûbarên zimanê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê da ku nêrînên xwe girêdayî pêxistina zimanê Kurdî parve bikin."

AMADEKARIYÊN AMADEKIRINA PIRTÛKÊN LÊVEGERÊN RÊZIMAN

Viyan teqez kir ku komîteyên Saziya Lêkolînan niha pirtûkên lêvegera rêzimanê Kurdî û ferhengan amade dike. Ev berhem ji hêla kesên pispor ve li gorî bingehên zanistî û mîrasa çanda Kurdî û lêvegerên Kurdî di warê wêje de tên amadekirin. 

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Salih Ebdo girêdayî keda desteyê di warê perwerde û parastina ziman dayikê de got: "Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser me bi Saziya Zimanê Kurdî re dest bi avakirina Rêveberiya Dibistanan li tevahiya herêman kir. Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me bi Saziya Zimanê Kurdî re kar kir da ku materyalek ji tevahiya astên xwendinê re amade bikin. Wek gavek duyemîn me bi koordîneya Saziya Zimanê Kurdî û Rêveberiya Zanîngehan û Saziyan Materyalan me navenda amadekirina lêvegerên zanîngehan vekir. Tevahiya babetên xwendin ji zimanên Erebî û Kurdî re têne wergerandin."

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BI SEDAN DIBISTAN KIR HEDEF

Piştî êrişan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrînê heya bigihêje Serêkaniyê û Girê Spî gelek dibistan wêran bûn, bi hezaran şênî ji warên xwe koçber bûn. Her wiha bi hezaran zarok ji mafê xwendina bi zimanê dayîkê mehrûm man.

Li gorî serjimariya Komîteya Perwerdeyê li kantona Efrînê hejmara xwendekarên ku fêrî zimanê Kurdî dibûn zêdetirî 45 hezar xwendekar bû.

Li herêma Cizîrê beriya dagirkirinê hejmara mamosteyan 19 hezar bû. Hejmara dibistanan 2 hezar û 225 bû. Lê piştî êrişan û dagirkirina Serêkaniyê, Til Temir û gundên girêdayî wê perwerde di 150 dibistan de rawestiyan.

Ji aliyê xwe ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê hewl da prosesa perwerdeyê di kampên koçberan de yan jî cihên tê de dimînin carek din berdewam bike.

Ji bo wê mamosteyên ku neçar mane koçber bibin piştî koordîneya bi rêveberiyên herêmên dagirkirî re carek din hatin erkdarkirin da ku prosesa perwerdeyê berdewam bibe ku rêgezek parastina zimanê zikmakî ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din