​​​​​​​Zimanê kurdî… tevî siyasetên pişaftinê jî bi pêş ket – 1

Zimanê kurdî di gelek qonaxên dîrokê re derbas bû. Tevî ku alfabeya kurdî ya latînî dereng hat amadekirin jî, di serdema nûjen de jî karî hebûna xwe bidomîne û wêjeyeke dewlemend diyarî cîhanê kir.

Her sal di 15`ê Gulanê de gelê Kurd ‘Roja Zimanê Kurdî’ pîroz dike. Ev roj sala 2006`an di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de hat pejrandin, ji ber ku di 15`ê Gulana 1932`yan de li Şamê yekemîn hejmara kovara Hawarê bi alfabeya latînî derket.

Alfabeyên cuda yên cîhanê beriya bi hezaran salan hatine derxistin. Hinek alfabe diyar û navdar in, hinekên din jî hîna li ser nehatiye lihevkirin. Lê tiştê tekûz ew e ku axaftin ji alfabeya herî kevn jî kevntir e. Endamên civakên cuda beriya ku şêweyên yekemîn ên nivîsandinê derxin, bi zimanekî zelal bi hev re diaxivîn.

Tevî paşguhkirin û hewldanên pişaftinê yên bi sedan salan, xweragirtina zimanê kurdî heta roja me ya îro, resenî û kevnariya çanda kurdî rave dike. Gelê Kurd ji bo derxistina alfabeyeke taybet dereng ma, lê tevî vê yekê jî kes nikare vê reseniyê înkar bike.

DÎROKA KEVNAR…

Tevî ku zimanê kurdî bandor li zimanên derdora xwe kiriye û bandor jê girtiye, lê belê serxwebûna xwe parastiye.

Dîrokzan texmîn dikin ku eslê zimanê kurdî vedigere derdorê 5 hezar sal berî zayînê. Kurdî di nav zimanên Hind-Ewropî de cihê xwe digire li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî gelek zaravayan digire nava xwe. Ji aliyê ziman, kevneşop û rewşên civakî yên eşîr û komên Kurdan ve, çar zaravayên zimanê kurdî; kurmanciya bakur (kurmancî), kurmanciya başûr (soranî), kirmanckî (zazakî) û goranî (hewramî) hene.

Kurdan di dîroka nûjen de 3 alfabe bi kar anîne; alfabeya erebî, alfabeya latînî û alfabeya kirîlî. Alfebaye kirîlî di nav Kurdên Yekitiya Sovyetê de dihate bikaranîn û gelek berhemên kurdî bi vî zaravayî hatin nivîsandin. Piştî jihevbelavbûna Kurdên Sovyetê, êdî ev alfabe jî nehat bikaranîn û şûna wê jî ya latînî girt. Afabeyaên erebî û latînî ku ji bo kurdî hatine adaptekirin, di halê hazir de jî  tên bikaranîn.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Dîlawer Zengî di nivîseke xwe de wiha dibêje: "Elfabeya herî kevn ku zimanê kurdî bi kar aniye, alfabeya aramî ye. Di şikeftên li Hewramanê de, hin belge hatin dîtin ku hin kes wek belgeyên kurdî yên herî kevn ku bi tîpên aramî hatine nivîsandin, dihesibînin. Ew belge girêdayî rewşa bazirganiyê ne û li ser çermê xezalan hatine nivîsandin. Dîroka belgeya herî kevn vedigere salên 87-88`an berî zayînê (BZ).”

Nivîskar Ibin Wehşiye ku di sedsala 13`emîn a Hicrî de jiyaye, di pirtûka xwe  "Şew El-Musteham Fî Merifit Rizmûz El-Eeqlam) de li ser nivîsa Kurdî wiha dibêje: "Ew pênûseke ecêb û nexqşikeke ne ji rêzê ye. Li Bexdayê di tabûteke kevirî de min 30 pirtûkên bi vê nivîsê dît. Du pirtûkên min ên bi nivîsê jî li Şamê hebûn: pirtûkek li ser darên kerem û nexîl û pirtûkek li ser avê û çawaniya derxistina avê ji erdên nenas. Min her du ji zimanê Kurdî wergerand zimanê Erebî, da ku tevahî milet jê sûd bigirin."

Her wiha Şêx Mihemed Merdoxî Kurdistanî dibêje ku kesê bi navê "Masî Soratî" di sedsala 10`emîn a piştî zayînê (PZ) de derketiye û tîpên dişibin tîpên alfabeya masîsoratî danîne. Bi van tîpan nivîsên girêdayî mijarên lêkolîn û nîqaşê hatin nivîsandin. Ev tîp dişibin tîpên bi navê "Bestî Avesta" û heta beriya derketina îslamê di nava Kurdan de li kêleka tîpên aramî, suryanî û yewnanî, ev tîp hatine bikaranîn.

Ji beriya bi sedan salan ve, Kurdên êzidî alfabeyeke taybet bi kar tînin. Lê kesê/a ku ev alfabe daniye nayê zanîn û dîroka derxistina alfabeyê jî ne diyar e. Elfebeya êzidiyan ji 31 tîpan pêk tê û ji aliyê rastê ber bi çepê ve tê nivîsandin. Sefîzadeh Borîkî texmîn dike ku kesê ev alfabe daniye, ji alfabeyên pehlewî, avestayî û erebî alîkarî biriye û bi vê alfabeyê jî pirtûkên pîroz ên êzidiyan; wekî ‘Mishefa Reş’ û ‘Cilwe’, her wiha dua û zikrên olî jî pê hatine nivîsîn. Heta niha jî êzidî vê alfabeyê bi kar tînin.

Navenda Lêkolînan a Firatê bi lêkolînekê pêşketina zimanê kurdî li ser 3 qonaxan dide nasîn; ya yekê beriya zayîna Îsa bi gelek salan e, bi taybetî ji sala 331 BZ û heta sala 638 PZ ye anku heta gihîştina îslamê ji bo herêmên Kurdistanê. Dema Kurdan tîpên mismarî derketin, Kurdan ew tîp bi kar anîn. Zanyarê Ereb Ebo Bekir Ehmed Bîn Elî Kezdanî di pirtûka xwe ya "Şewq el-Musteham fî Merifit Rimûz el-Eqlam" de îşaretê bi vê şêweyê nivîsandinê yê Kurdan dike.

Qonaxa duyemîn jî ji sala 638`an heta sedsala 18`emîn dirêj dike, ya sêyemîn jî ji sedsala 18`an û heta dema niha ye.

Nivîskar û lêkolînerê brîtanyayî Edgar O'Ballance di pirtûka ‘Kurdish Revolt: 1961-1970’ de dibêje ku tiştê Kurdan ji gelên din cuda dikin; ziman, çand û cilên wan in.

Tevî kêmbûna wan jî, lê piraniya berhemên kevn ên li ser zimanê kurdî ji ber gelek sedemên civakî û siyasî ji aliyê kesên ronakbîr û yên bi zimanê kurdî nediaxivîn ve hatine nivîsandin. Tê bibîrxistin ku yekemîn pirtûka rêzimana kurdî bi sernavê ‘Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda’ ye û rahibekî xiristiyan yê bi navê Maurizio Garzoni (1734-1804) nivîsiye û bi zimanê îtalî li Romayê sala 1787`an hatiye belavkirin.

Her wiha G.Gornley û Khodskoye ku pirtûkek li ser rêzimana kurdî û nivîsên di vê derbarê de nivîsandiye û roankbîrê rûsî û balyozê Rûsyayê li Îzmîrê û Erziromê Aleksandir Jaba yê di serdema Dewleta Osmanî de, rêzimanên kurdî nivîsandine. Aleksandir Jaba bang li komeke rewşenbîrên Kurd dike ku alîkariya wî di nivîsandina helbestên ji helbesta klasîk a komeke helbestvanên Kurd bikin. Ji berhemên wî yên sereke, ferhengeke zimanê kurdî-fransî ye û ferhengeke mezin a kurdî-fransî-rûsî ye, her wiha di sala 1856`an de li bajarê Stenbolê pirtûka Încîl bi zaravayê kurmancî belav kir.

Her wiha ronakbîrê brîtanî Ely Banister Soane (1881-1923) ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hat bajarê Silêmaniyê û di lêkolînên girêdayî zimanê kurdî de roleke girîng lîst. Di sala 1913`an de rêzimanên kurdî bi zimanê îngilîzî nivîsîn. Piştî wan jî gelek mamoste û lêkolînerên zimên ên li cîhanê navdar hatin û gelek nivîs û pirtûk li ser rêzimanên kurdî nivîsîn û belav kirin.

PÊŞKETINA ZIMANÊ KURDÎ Û ŞÊWEYÊ NIVÎSANDINÊ

Di serdema pêşketina li Ewropayê di qadên zanistî, pîşesazî û teknolojiyê de destpêka sedsala borî, gelên bindest lawaztir û paşketîtir bûbûn. Di nava wan de gelê Kurd jî hebû ku ji ber zordariya dewleta Osmanî gelek azar kişandin û gelek rewşebîrên Kurd ji neçarî ji welatê xwe koçber bûn. Bi dan û standina bi xelkê Rojava re, alfabeya latînî jî bala wan kişand. Her wiha gihîştin wê baweriyê ku alfabeya erebî ku baş pê dizanin, bi kêr nayê û pêdiviyên kurdî bi cih nayne.

Dr. Ebdullah Cewdet bi rêya kovara ‘Rojî Kurd’ a sala 1913`an, bang li Kurdan dike ku alfabeya xwe biguherînin, ji ber ku alfabeya erebî dengdêrên kurdî nagire nava xwe. Di wan rojan de endamên ‘Komeleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd’ têkildarî vê mijarê lêkolîn û nîqaşên dirêj amade kirin.

Her wiha ronakbîrên Kurd ên kovara "Rojî Kurd" hewl da ku alfabeyeke nêzî tîpên latînî derxin, lê belê ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn karê xwe temam nekirin.

Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Ely Banister Soane alfabeyeke nêzî zimanê kurdî danî û du pirtûk; ‘Elementary Kurmanji Grammar’ (Bexda, 1919) û ‘Kitabî Awwalaminî Qiraatî Kurdî’ (1920) bi wê alfabeyê derxistin. Lê belê ev alfabe zêde di nava Kurdan de belav nebû.

YEKEMÎN ALFABEYA KURDÎ BI ZIMANÊ LATÎNÎ

Mîr Celadet Alî Bedirxan (1893-1951) di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina bi alfabeya latînî kir. Piştî îmzekirina Peymana Sevrê sala 1920`an ku li ser avakirina dewleteke kurdî hatibû lihevkirin, komîteyek ji pêşengên Kurdên Ermenistanê hat avakirin da ku beşdarî serjimariya mirovî bibin û bi rêya wan rêjeya nifûsa Kurdan û Ermenan bê naskirin û nakokiyên li ser sînor bi dawî bikin. Edward Noel ê îngilîz bû serokê vê desteyê û her du bira Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan ji Helebê hatin û nûnertiya aliyê kurdî kirin.

Mîr Celadet Bedirxan wiha dibêje: "Di sala 1919`an de, me çiya derbas kirin û em gihîştin eşîra "Reşwan" tevî Edward Noel. Wî bi zaraveyekî zimanê kurdî baş diaxivî û xwest fêrî zaravayê bakur jî bibe. Ji bo wê jî ketibû nava hewldanan û her tiştê fêr dibû, dinivîsand. Min jî çîrok, mamik û gotinên pêşiyan ku min ji xelkê dibihîstin, kom dikirin û li ser kaxizan bi tîpên erebî dinivîsandin. Tiştên min û Noel nivîsandine, me di ber çavan re derbas dikirin û dixwendin. Vê zilamê îngilîz tiştê nivîsandine baş dixwendin, lê xwendina min zehmet û dereng bû. Min tîpên (û), (o), (î) û (ê) bi zehmetî ji hev derdixistin. Noel tîpên latînî bi kar dianîn, min jî tîpên erebî bi kar dianîn. Wê demê min biryar da ku ez alfabeyeke latînî ava bikim ku hemû dengên zimanê kurdî bigire nava xwe."

Di navbera salên 1925-1930`î de, Celadet li Sûriyê bi zimanzanê kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Mustafa Wehbî re rûnişt da ku kêmasiyên di alfabeyên kurmancî û soranî de nîqaş bikin û alfabeyeke hevbeş a van her du zaravayan derxin. Lê belê xebatên wan ên hevbeş bi berhem nebûn û Wehbî vegeriya Iraqê. Di sala 1932`yan de Mîr Celadet kovara Hawar derxist û tê de bi tîpên latînî nivîsand. Di kovarê de her wiha waneyên fêrkirina tîpan û rêzimana kurdî dihatin belavkirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din