'Zimanê me hebûna me ye, em dev ji van destkeftiyan bernadin'

Bertekên gel ên li dijî hewldana ENKS'ê yê betalkirina meteryalên bi zimanê Kurdî li dibistanan zêde dibin.

Meclisên malbatên şehîdan ên Tirbespiyê û Çilaxa û mamosteyên Helebê têkildarî hewldanên ENKS'ê yên bi dawîkirina meteryalên bi zimanê Kurdî li dibistanên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

QAMIŞLO

Li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa meclisên malbatên şehîdan çalakî li dar xistin û bi daxuyaniyan nêzîkatiyên ENKS'ê yên derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan şermezar kir.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Ciwana Mihemed û endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Nezha Seyf daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyan de hate gotin: "Di şoreşa Rojava de gelê me berdêlên giran dan, bi saya van berdêlan serkeftinên mezin bidest xistin û hêviya pêkhateyên herêmê ya perwerdeya bi zimanê dayikê bi cih bînin.

Em di Meclisa Malbatên Şehîdan de nîqaşên li ser mijara ziman red dikin. Ev yek ji aliyê hemû beşê civakê ve redkirî ye ku bi hêvî, rûmet û nasanemeya xwe  bijî."

HELEB

Li Helebê jî, mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) daxuyanî dan û hewldana ENKS'ê ya betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî red kir.

Daxuyanî li dibistana Şehîd Alan Mihemed a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bi zimanê Kurdî ji aliyê  mamoste Zekiya Mistefa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Xwena bi hazarên salan li Rojava pêk hat, xwendekar bi zimanê dayikê li dibistan û zanîngehan perwede dibin. Fêrbûna bi zimanê dayikê yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye.

ENKS'ê di nîqaşan de dixwaze sîstema perwerdê ya bi zimanê dayikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were rawestandin û meteryalên rejîma Sûriyê  cardin derbasî dibistanan bibe. Ev yek ji daxwazên dijminên kurdan e. Me dît piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir çi bi xwendekaran hat, xwendekar li wir bi zimanê tirkî tên perwerdekirin, lê ENKS'ê bê deng e.

Bi navê mamosteyên KPCD'ê em teqez dikin ku em nîqaşên ENKS'ê yên betalkirina meteryalên bi zimanê kurdî li dibistanan red dikin. Ev destkeftî bi xwîna şehîhan pêk hat, em ji dev ji van destkeftiyan bernadin, dibistan û zanîngehên me mîraseyên şoreşa Rojava ne, divê em zimanê xwe biparêzin û armancên şoreşa Rojava gav bi gav bi cih bînin, ji ber ku bingeha wê perwerdeya bi zimanê dayikê ye."

ANHA


Mijarên Din