'Zimanê me nasnameya me ye û em pê serbilind in'

Welatiyên Kurd nerazîbûn nîşanî daxwaza ENKS'ê ya betalkirina fêrbûna meteryalên bi zimanê kurdî dan û gotin, "Zimanê me nasnameya me ye ya ku em pê serbilind in, em nahêlin ku ti kes zimanê me qedexe bike."

Bertekên li dijî hewldanên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya betalkirina fêrbûna bi zimanê kurdî li dibistanên Rêveberiya Xweser zêde dibin. Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û xwendekarên navçeya Dirbêsiyê nerazîbûnên xwe nîşanî vê hewldanê dan û gotin, “Gelê Kurd bi hezaran şehîd dan heta ku ev destkeftî qezenc kirin.”

HELEB

Şêniyê bi navê Mihemed Elî destnîşan kir ku fêrbûna bi zimanê dayikê ji bo gelê Kurd xewnek bû, îro ENKS'ê daxwaza betalkirina meteryalên bi zimanê kurdî dike, ev daxwaz a dijmin e û hewldana têkbirina çand û zimanê kurdî ye.”

Mihemed Elî bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin û nebin alavek di destê dijmin de.

'ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE'

Jina bi navê Madiya Îmo daxwaza ENKS'ê ya betalkirina meteryalên bi zimanê kurdî vegera li meteryalên hikumeta Şamê red kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em li dijî vê biryarê ne, zimanê me hebûne me ye, divê her kurdek zimanê xwe yê dayikê biparêze, tu kes nikare van meteryalan betal bikin."

'JI BO ZIMANÊ XWE EM Ê ŞER BIKIN'

Jina bi navê Lemian Şêxo jî da zanîn ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe bi hezaran şehîd dan û ev tişt diyar kir: "Ji bo van destkeftî û berxwedanê em ê ziman û çanda xwe biparêzin, wê tu kes nikaribe meteryalên me yên bi zimanê kurdî betal bike."

Lemian her wiha got: "Ji bo parastina zimanê xwe me peymangeh û zanîngeh vekirin. Em ê ji bo zimanê xwe şer bikin, em ê bi zimanê xwe yekitiya netewî pêk bînin."

DIRBÊSIYÊ

Xwendekarên li navçeya Dirbêsiyê jî bertek nîşanî betalkirina fêrbûna bi zimanê kurdî da û gotin: "Zimanê me nasnameya me ye ku em pê serbilind in, em nahêlin ku tu kes fêrbûna bi zimanê me qedexe bike."

Xwendekarê bi navê Îlav El-Lûlî got: "Çima nahêlin em bi zimanê xwe hîn bibin? Axaftin û fêrbûna bi ziman mafê her gelekî ye, em nahêlin ku tu kes zimanê me qedexe bike, ji ber ku zimanê me nasnameya me ye."

Xwedekara bi navê Rojîn Elo di refa 7'an de anî ziman ku ew dixwaze bi zimanê xwe yê kurdî fêr bibe û bi zimanê xwe serbilind e.

Xwendekar Mihemed Sîlo yê di refa 6'an de got: "Em ji dibistan û xwendina bi zimanê xwe yê kurdî hez dikin."

Ehmed Şêxmûs ê di refa 6'an de kêfxweşiya xwe anî ziman ku bi zimanê kurdî bi heval û mamosteyên xwe re diaxive û wiha got: "Ez dixwazim bi zimanê xwe yê kurdî fêr bibin, em qebûl nakin ku tu kes me ji maf fêrbûna bi zimanê dayikê qedexe bike."

ANHA


Mijarên Din