Zinar Efrîn hêviya xwe pêk anî û bû sembola fedakariyê

Di her pêvajoyeke şoreşa Rojava de gelek qonaxên sereke hebûn ku bandor li xeta şoreşê kir û jê serdemeke nû dest pê kir. Yek ji wan qonaxan jî berxwedana taxa Şêxmeqsûd e. Ciwanên Rojava ew berxwedan bi tîpên zêrîn xêz kir. Bi sedan ciwanan ji bo parastina destkeftiyan canê xwe feda kir.

Zinar Efrîn yek ji wan şervanan bû ku dîroka vî welatî bi xwîna xwe ya pak nivîsandiye. Bi lehengî li hember dijminekî zordest ku hewl da şoreşê û vîna gel têk bibe, sekinî.

Têkoşer Mistefa Ebdo bi nasnav Zinar Efrîn, di sala 1994`an de li bajarê Helebê ji dayik bûye. Malbata têkoşer ji gundê Çûlaqa yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Zinar di nav şert û mercên dijwar de li taxa Xaldiye ya Helebê jiya. Malbata wî ji 3 birayan pêk tê û ew yê herî mezin e.

Di sala 2004`an de malbata têkoşer diçe taxa Şêxmqesûd û li wir bi cih dibe. Têkoşer Mistefa xwendina xwe ya seretayî di dibistana taxê de diqedîne û piştre dest ji xwendinê berdide da ku alîkariya malbata xwe bike.

Tevlêbûna nav refên şoreşê

Bi gihaştina aloziya Sûriyê ji bajarê Helebê re, Mistefa tevî gelek ciwanên taxa Şêxmeqsûdê bi erka xwe ya parastina taxê rabû. Bi damezirandina YPG`ê re li taxê, Mistefa dixwaze tev li nav refên yekîneyê bibe, lê rewşên malbatê rê neda ku daxwaza xwe pêk bîne.

Piştî êrîşên komên çeteyan li ser taxa Şêxmeqsûd, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da. Mistefa nikarî bê deng bimîne, ji ber wê di sala 2013`an de tev li YPG`ê dibe. Girêdana Mistefa bi şervanan re ne normal bû, gihaşt asteke pêşketî ji wefadarî û nirxên hevaltiyê.

Zinar bi hêz bû, ev taybetmendî li ser rû û tevgera wî diyar dibû. Zinar li eniyan bi hêz şer dikir û bikaranîna gelek çekan dizanî. Cihê xwe di gelek pêngavên şer de digire, di eniyên pêş de dihat dîtin. Dema şer rû dida, qebûl nedikir ku hevalên wî bi tenê şer bikin. Di demên herî dijwar de li rex hevalên xwe şer dike.

Bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî xurt tê girêdan. Dema bi hevalên xwe re nîqaş dikir, ji wan re digot “Ji bo serok Ocalan divê em berdêlên buha bidin. Divê em ji şehîdan re wefadar bin û destekeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”

Gelek ji birayê xwe yê biçûk Mihemed ê astengdar hez dikir. Her tim desteka wî dikir û pê nedihesand ku bi tenê ye.

Hêviyên xwe pêk anîn

Di 20`ê Adara 2016`an de Mistefa di saetên nîvro de vedigere malê û ew cilên xwe yên leşkerî yên nû li xwe dike û bi henekî dibêje: "Îro bi van cilan ez bûme zave." Piştî çend saetan Zinar şîranî tîne û li cîranan belav dike û du liban dide dayika xwe û jê re dibêje bide birayê wî Mihemed û haj wî hebe, piştre diçe.

Beriya ku Zinar biçe dayika xwe hembêz dike û jê re dibêje: "Eger şehîd bikevim min li rex gora apê min şehîd Mistefa li Goristana Şehîd Seydo veşêrin."

Di heman rojê de şer li eniya kolana El-Mixabarat dijwar dibe. Wê demê hevalê Zinar bi guleya çeteyan birîndar dibe. Zinar li benda bidawîbûna şer nasekine, hevalê xwe yê birîndar radike da ku xilas bike. Lê dema di kolanê re derbas dibe, sekvanê çeteyan Zinar ji sere wî dike hedef û şehîd dikeve.

Dayika şehîd Zinar dibêje ku wê şevê di xew re naçe û heya sibê li benda vegera Zinar dimîne. Bi sibê re diçe mala birayê xwe û bi êvarê re agahiya şehadeta Zinar dibihîze.

Hemîde Mihemed diyar kir ku ew bi rêya ku kurê wî hilbijartiye û fedakariyên ji bo ku gel bi rûmet û azad bijî dane, serbilind e.

Tîrêj Xemgîn şervanê YPG`ê û hevalê Şehîd Zinar, dibêje ku Zinar pêwîstiya şopandina rêya şehîdan tekez dikir. Xemgîn bal kişand ser ku hêviya Zinar pêk hat.

Cenazeyê şehîd Zinar Efrîn li Goristana Şehîd Seydo li rex gora apê wî şehîd Mistefa hate veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din