Zinatî: Divê Erdogan û partiya wî wekî sûcdarên şer bêne darzandin

Celal Zinatî îşaret bi girîngiya ku dewletên Rojhilata Navîn di pêvejoya bê de Erdogan û partiya wî wek sûcdarên şer darzînin û got, divê DAIŞ‘ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darizandin.

Şêwermendê Navenda Netewî ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û mamsoteyê zanista civakî di Fekulteya Perwerdeyê ya Misrê Celal Zinatî ku beşdarî komxebata navnetewî ya têkildarî çeteyên DAIŞ`ê ya li navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê bûye, destnîşan kir ku niha li herêmê şerekî ji serdemî bi nûnertiya DAIŞ`ê rû dide û Tirkiyê dewleta ku desteka wê dike.

Zinatî wiha dewam kir: "Erê, DAIŞ rêxistineke bîrdozî, leşkerî û îdiolojî ku li Iraqê hate avakirin, lê di heman demê de Erdogan şirketa "Sadat" a ewlehî ya istixbaratan ava kir ku  şêwermendê wî Ednan Tirfandî serkêşiya wê kir, ew şaxek ji şaxên Erdogan in ku wê di rêzefilîmên derbeyê û tinekirina dijberên xwe bikar tîne, di hema demê de ji bo zexta ser herêma Rojhilata Navîn û taybet li Bakurê Sûriyê û Iraqê bikar tîne."

Celal Zinatî da xuyakirin ku Erdogan bi rêya şirketa "Sadat" a ewlehî ya istixbaratan rêya derbasbûna cîhadîstan û komên çete ji herêmê re hêsan kir, her wiha navendên ewlehiyê û amûrên pêwîst dan wan, delîlê vê yekê hemû çekên DAIŞ`ê ku QSD`ê desteser kirin, çekên NATO û Tirkiyê bûn, ji ber Tirkiyê wekîlê NATO`yê li herêmê ye."

Celal Zinatî teqez kir ku Erdogan, NATO‘yê ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bikar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan pêkanîna xeyalên xwe yên xîlafetê bi komên terorîst mîna koma Ixwan Mislîmin an jî rêxistina El-Qayîde û DAIŞ`ê ve girêdaye. Hêvî dikim ku dewletên Rojhilata Navîn mîna Misir, Lîbya, Iraq û Sûriyê yên zirar ji vê terorê dîtin, di pêvajoya pêş de berê xwe bidin civaka navnetewî da ku Erdogan û partiya wê weke sûcdarên şer darezînin."

Şêwermendê navenda Netewî ya lêkolînên Rojhilata Navîn û mamosteyê zanista civakî di Fekulteya Perwerdeyê ya Misirê Celal Zinatî îşaret bi girîngiya darzandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî li herêmên Bakur û Rojhilata Navîn kir û wiha got: "Ji ber ku sûcên navnetewî li erdê ku binpêkirin kirine têne darzandin, DAIŞ`ê sûc li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û divê li van herêman bê darzandin."

Zinatî da zanîn ku darzandina çeteyên DAIŞ`ê divê bi hevkariya civaka navnetewî be û wiha got: "Ji ber darzandin bi 2 aliyan pêk tê, a yekemîn dadgeha hundirîn a taybet li herêmên ku sûc lê kirine, aliyê din jî bi rêya diblomasiya navnetewî ye. Di heman demê de divê dewletên Koalisyona navnetewî, alîkariyên pêwîst pêşkêşî Rêveberiya Xweser û herêmên ku ji ber êrîşên DAIŞ‘ê dîtine bike û alîkariyan bide kêm olan û kêm etnîkan mîna êzidiyan."

(jo)

ANHA


Mijarên Din