Zirganiyan êrîşên dewleta Tirk ên li Efrîn û bakurê Helebê şermezar kirin

Şêniyên navçeya Zirganê yên herêma Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û plangerî û komployên bi armanca tevliheviyê li herêmê derxin, şermezar kirin û tekez kir ku ew li herêmê bangewazên aştî û azadiya hemû pêkhateyên herêmê ne.

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê kiryarên kuştin, talankirin û revandina sivîlan didomînin. Li rexê jî êrîşên wan ên li dijî şêniyên Efrînê yên ku neçar mene berê xwe bidin herêmên Şehbayê, berdewam in.

Îro, bi dehan endamên sazî û navendên sivîl li Navenda Meclisa Zirganê kom bûn da ku daxuyaniyekê der barê êrîşên dewleta Tirk de bidin.

Daxuyanî ji hêla endamê Komîteya Perwerdê ya Zirganê Fewaz Hamid de hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

"Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê şermezar dikin û lanetê lê dikin. Bi navê navçeya Zirgan û tevahî şêniyên birûmet ên li herêmê û bi navê biratiya gelan, tevahî plan û komployên Tirkan ên bi armanca tevliheviyên ewlehî û aramiyê li herêmê pêk bînin, şermezar dikin. Her wiha jî kiryarên dewleta Tirk ên der barê mafên gelê herêma Efrînê û gundewarên wê û tê de jî bejahiyên bakurê Helebê şermezar dikin.

Em li vê herêmê bangewazên aştî û azadiya tevahî şêniyên herêmê bi tevahî pêkhateyên xwe ne û ne ku bangewazên şer û kuştinê ne. Lê belê hewl didin civakeke exlaqî ya demokratîk û azad ava bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana têkoşer û şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din