Zirgan…yek ji mînakên jiyana hevpar e

Şêniyên navçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê, diyar kirin ku xwîna tevhev êdî bûye bingeha jiyana hevpar û biratiya gelan di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Her wiha destnîşan kirin ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li tevahiya nakokiyên li herêmê anîne.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jiyana hevpar a di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û pêkanîna rêgezên biratiya gelan li ser felsefeya neteweya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye,  ji herêmê din cudatir e. Da ku xizmeta berjewendiya tevahiya gelan, kêmneteweyan bike û mafên gelên bindest ên Rojhilata Navîn vegerîne.

Di serdana ajansa me ya ji navçeya Zerganê ya girêdayî herêma Serêkaniyê re, me ronahî berda ser jiyana hevpar a di navbera pêkhateyên navçeyê de. Çawa rêgeza biratiya gelan û kevneşopiyên êlan di nav civaka xwe de diparêzin.

Şêniyê bi navê Salih Simo got: “Me ji destpêka şoreşê ve bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî tevahiya pêkhateyên navçeyê, xwe li ser rêgezên biratiya gelan û hevgirtinê  birêxistin kir.

Simo destnîşan kir ku ji bo belavkirina tevliheviyê di nav herêmên bakurê Sûriyê de destpêkê şaneyên girêdayî aliyên cuda hebûn û wiha domand: "Lê bi saya tecrubeya me ya jiyana hevpar û biratiya gelan em li ser tevahiya komployan bi serketin. Tevî wê jî me naskir ku jiyana di bin banê tecrubeya demokratik a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêya xilasiyê ji zulm û zordestiyê ye."

Simo diyar kir ku wan bi rêya parastina kevneşopiyên xwe û rola jinê, civaka xwe parastine û pêşxistine.

Simo got: “Tevna hevgirtî ya civaka herêmê û rêzdariya di navbera pêkhateyan de di merasîmên şehîdan de diyar dibe. Dê dest ji destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan û bi milên hêzên leşkerî  hatine qezençkirin bernadin û dê biparêzin.

Di dawiyê de Simo bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku şopdarên fikr û felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bin. Simo got: “Ji ber ku ew rê; rêya rast ber bi azadiyê, xilasiya ji zordestiyê û sekinandina li rex hêzên leşkerî li dijî zordar û gefên li dijî herêmê ye.”

‘Xwîna ku tevhev bûye, weke kevirê bingehîn ê jiyana hevpar û biratiya gelan e’

Şêniyê bi navê Mihemed Sayil ê ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku ew li herêmê bi giyana biratiyê dijîn û li hember gefên derve yên li dijî herêmê disekinin. Her wiha bi heman giyanê di xendekekê de şer kirin û ti cudahî di navbera her zimanekî yan jî pêkhateyekê de tune ye.

Sayil got: “Tevî fîtenyên taîfî ku gelek aliyan hewl didan di navbera pêkhateyên herêmê de belav bikin, lê berovajî wê tevahiya pêkhateyên herêmê bi biçûk û mezinê xwe ve li dijî wan sekinin. Her kes li hember tevahiya zêdegaviyan û gefan li dijî herêmê sekinîn, ax û rûmeta pêkhateyên herêmê parastin. Me bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê û jiyana hevpar li ser êş û şînê, berovajî wê li ser şadî û kêfxweşiyê û alîkariya şêniyan kevneşopiyên xwe parastine.”

Şêniyê bi navê Xidir Xabûr ê ji pêkhateya Êzidî û ji şêniyên navçeyê got: "Bi saya fikr û felseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di navbera pêkhateyên Rojhilata Navîn de bi giştî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet belav kiriye, gelên herêmê hev du girtin û piştgiriya hev du di tevahiya waran de kirin. Bi vê yekê li hember zêdegaviyên derve yên ku hewl didin ewlehiya herêmên me  û binesaziya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kiriye bihejînin, dê bisekinin."

Di dawiya gotinên xwe de Xabûr tekez kir ku sekinandina pêkhateyên herêmê li hember komên çeteyan êdî bûye wek kevirê bingehîn a jiyan hevpar û biratiya gelan.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din