Zîlan...bû meşaleyeke ku rêya tevahî jinan ronî kir- Hate Nûkirin

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) a ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê çalakiya fedayî kiriye, bi bîr anî û diyar kir ku Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî, têkoşîna di navbera gelê Kurd û jinên kurdî de bi taybet bilind kir. Her wiha şêniyan bal kişand ser ku divê di vê demê de li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya ku hewl dide nasnameya gelên herêmê qir bike, pêwîstiya bilindkirina têkoşînê heye.

Îro, Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê merasîma bîranîna têkoşer Zîlan(Zeyneb Kinacî) di salvegera 24’emîn a çalakiya fedayî ya li dijî artêşa dagirkeriya Tirkiyê li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê pêk aniye û di encamê de 50 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne, li Hola Roj bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyan organîze kir.

Merasîma bîranîna bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre Endama Rêveber a Hêzên Parastina Civakî Nûjîn Qamişlo û ya Kongre Star Welîde Îbrahîm axivîn û tekez kirin ku şehîd Zîlan bi komploya ku desthilatên Tirkiyê li dijî hebûna gelê Kurd di şexê Rêber Ocalan pêk tînin de zanî, lewre çalakiya fedayî kir.  

Axafitvanan da zanîn ku jina Kurd ji tevahî cîhanê re sepand ku dikare li hember gefên ku hebûna gelê Kurd dikin xeteriye bisekine. Nimûneyên we jî şehîd Zîlan, Bêrîtan, Arîn Mîrkan û Avêsta Xabûr ên ku ji bo berdewama berxwedanê canê xwe daye ne.

QAMIŞLO

Girêdayî heman mijarê Kongre Star merasîma bîranîna şehîd Zîlan li Hola Sêran a bajarê Qamişlo bi beşdariya bi sedan ji pêkhateyên bajêr li dar xist.

Li holê, wêneyên şehîd Zîlan û 3 têkoşeran Leyla Şaylamaz, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan ên li Parîsê şehîd bûbûn, wêneyên şehîd Arîn Mîrkan a ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku di 2014’an de êrîşî Kobanê kirin çalakiya fedayî pêk aniye, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongre Star, hatin daliqandin.

Di merasîmê de endama Koordînasiyona Kongre Star Xaliya Necar li ser çalakiya fedayî ya ku şehîd Zîlan li dijî baregeheke artêşa dagirkeriya Tirkiyê di 1996’an de pêk aniye wiha axivî: "Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî asta têkoşînê di navbera gelê Kurd û jina Kurd bi taybet de bilind kir."

Beşdaran diyar kir ku şehîd Zîlan bû meşale û rêya hemû jinan ronî kir. Her wiha bal kişand ser ku divê di vê demên dawîn de li dijî dagirkeriya Tirk a ku hewl dide nasnameya gelên herêmê qir bike, têkoşîn bilind bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî ji bo bîranîna têkoşer Zîlan semînerek ji aliyê Kongreya Star ve hate dayîn.

Semîner li avahiya Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlan hate dayîn. Bi sedan kes beşdarî semîner bûn.

Semîner ji aliyê Hevseroka Meclisa TEV-DEM‘ê Zelal Ceger ve hate dayîn. Semîner li ser jiyana têkoşer Zîlan û çalakiya wê fedayî bû.

TIL HEMÎS-TIL BIRAK

Li akademiya leşkerî ya Şehîd Şiyar a li naveçeya Til Birakê têkoşer Zîlan bi merasîmekê hate bi bîranîn. Bi ssedan şêniyên navçeya Til Birak û Til Hemîsê, şervan û fermandarên hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Holê ve dest pê kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê Evîndar Dêrik axivî û got, "Ev roj rojeke pîroz  û dîrokî ye bi taybet ji bo jin e. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî rêya azadiyê xêz kir. Şehîd Zîlan mîraseya têkoşînê ye. Em ê şopdarên xeta wê bin."

Di dawiya merasîmê de nameya şehîd Zîlan a beriya şehadeta xwe ji Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan re şandibû, hate xwendin.

 

HESEKÊ

Bi dehan endam û rêveberên komîn, navend û saziyên navçeya Serêkaniyê û bajarokên derdorê li navenda Waşûkanî ya Çand û Hunerê li bajêr kom bûn û  têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) bibîr bînin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê senvîzyonek li ser jiyan, dîrok û têkoşîna têkoşer Zîlan hate pêşandan û nameya têkoşer Zîlan ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star Medîne Omer hate  ve xwendin.

Endama rêveberiya herêma Hesekê Mizgîn Cotkar nameya tekoşer Zîlan şîrove kir û behsa rewşa heyî ya siyasî û leşkerî kir û wiha got: "Pêşketinên ku niha rû didin, em xeteriyeke mezin dibînin, ji bo derbaskirina van xeteriyan, divê em şoreşa xwe biparêzin, me ji bo parastina destekeftiyên ku bi saya şehîdan hatin standin, gelekî xwîn rijand."

Mizgîn destnîşan kir ku dijmin bi hemû awayî hewl dide fetneyan biçînin û aloziyê têxe navbera pêkhateyên herêmê û hevgirtina li herêmê jihev bixe û wiha teqez kir: "Divê em bi yek dest, li pêşiya gefxwarinên derve û hundir bisekinin û hemû planên dijmin vala derxin."

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tekoşeran bidawî bû.

Der barê mijarê de, Kongreya Star  a navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê, bi beşdarbûna dehan şêniyên navçeyê semînerek ji bo bîranîna têkoşer Zîlan lidar xist, nameya tekoşer ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star Delal Mehmûd hate xwendin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî Kongreya Star bi hevkariya Navenda Lêkolînên Jinelojî têkidarî têkoşer Zîlan du semîner da.  Semînerek li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê û ya din li navçeya Qenayê rojavayê bajêr, hate lidar xistin. Bi dehan şênî beşdarî semîneran bûn.

Di semînera li navenda Baqî Xido endama Komîteya Têkiliyên Diblomasî a Kongreya Star Nesrîn Mihemed ya Çand û Hunerê nameya şehîd Zîlan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsî bû, xwned.

Endama rêveberiya navenda Jinelojî li Kobanê Dîrok Qehreman axivî û wiha got: "Çalakiya şehîd Zîlan bandoreke mezin li jinên ku beşdarî tekoşînê li ser rêya Zîlanê li Kurdistanê û hemû cîhanê kir, bi wê yekê hêzên parastina jinan ava kirin.

Dîrok wiha dewam kir: "Tekoşer Zîlan rê Ii pêşiya azadiya jin û vegera li cewhera xwe ya rast vekir, çalakiya Zîlanê nameyek da dijminê gelê Kurd, ku Kurd xwe radestî komployan nakin."

Di dawiyê de, Dîrok soza dewamkirina rêyan şehîdan nû kir.

REQA

Dehan jinên Reqayê ku di sazî û meclisên jinan de dixebitin, beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya di Rêveberiya Jin Zelîxe Ebdî nameya şehîd Zîlan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, raya giştî yê şoreşger, welatparêzan û jinên şerker re, xwend.

Bi hezaran jinên ku xwîna xwe di vê rêyê de dane, bibîr anîn mîna Rehîme, Besê, Ronahî, Zekiyê û Mizgîn ku bûn sembolên têkoşîna wan.

EYN ÎSA

Kongre Star li navçeya Eyn Îsa semînerek ji bo bîranîna salvegera têkoşer Zîlan a 23’emîn şehadetê li bajarokê Hîşê yê girêdayî navçeyê li dar xist.

Di semînera ku li bajarokê Hîşê de li dar ketiye, bi dehan jinên bajarok, navçeya Eyn Îsa û bajarokên girêdayî wê" Ebû Xerze-Elî Baceliye" amade bûn.

Di semînerê de endama Koordînasiyona Kongre Star a Kobanê Mizgîn Xelîl li ser jiyana şehîd Zîlan "Zeyneb Kinacî" û têkoşerî û naveroka nameya ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rêkiriye, axivî.

Mizgîn diyar kir ku şehîd Zîlan bû nimûneyeke bêhempa ya berxwedanê ye û bi wê berxwedanê jî jin li her cih û demê li beramber faşîst û zaliman da ku jiyaneke birûmet û azad jiyan bikin, disekinin.

Endama Koordînasiyona Kongre Star di semînera li ser jiyana têkoşer Zîlan de pêşkêş kir ku  berxwedana Zîlan mînaka berxwedana jin a bêhempa ye ku piştî di çavên civakê de lawaz bû û hatibû paşguhkirin.

Semîner bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

 

 


Mijarên Din