Dewleta Tirk di dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan de israr dike û gav bi gav şer girantir û berbelavtir dike. Wisa nebûya, 18'ê mehê piştî saet 12’ê şevê erdnîgariyeke berfireh ji Şehbayê heta Kobanê, ji wir heta Dêrikê, heta Qendîl û Asosê bi hêzên hewayî bombebara nedikir. Dewleta Tirk pir bi rehetî tev digere. Dizane ku parastina hewayî ya Kurdan nîn e. Bi salan Kurdn bi hêzên hewayî bombereban kirin. Tu hêzekê bi parastina hewayî alîkarî neda Kurdan. Hiqûqa navneteweyî nexebitandin. Helwesteke siyasî nîşan nedan. Vê yekê jî dagirkerên Tirk teşwîq û şûm kirin.
Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera DYA û Rûsyayê de tê parvekirin. Dewleta Tirk bêyî destûra van her du dewletan nikare êriş bike. DYA dibêje "Tirkiye endama NATO'yê ye, ez li balafirên wê naxim." Rûsya jî di heman rewşê de ye. Her wiha Erdogan ji bo Rûsyayê amûreke bikêrhatî ye ku li dijî DYA û NATO'yê bi kar bîne ûji ber vê yekê Pûtîn bi awayekî vekirî piştgiriya wî dike da ku were hilbijartin. Mezintirîn karta Erdogan a ji bo serketina di hilbijartinan de jî şerê li dijî Kurdan e. Ji ber ku dijminatî û înkarkirina Kurdan, opozîsyon û burokrasiya dewletê ya li Tirkiyê bi yekcarî kor dike.
Hebûn, nasname û lêgerîna mafan a zêdetirî 40 milyon Kurdên li Rojhilata Navîn, bi konsepta terorû û înkar û tunekirinê tên înkarkirin. Ev yek jî opozîsyon û hikumetê li Tirkiyê dike yek. Ji bo Erdogan ji vê xweştir tiştekî din nîn e.
Şerê li dijî Kurdan hemû çavkaniyên Tirkiyê xerc kirine. Demokrasiya xwe ji holê rakir. Lê belê partiyên opozîsyonê vê yekê jî bi rengekî vekirî venabêjin. Dewleta Tirk di destê kesên tarî yên faşîst ên wekî Bahçelî û Perînçek de maye. Erdogan ji bo desthilata xwe her sûcek kir. Dewleta Tirk qaşo bombeya ku li Stenbolê teqandin, bi kar tîne. Lê li Tirkiyê bi salan e gund tên şewitandin, bi hezaran mirov kirin ‘faîlî meçhûl’. Girtîgeh her ku diçe tijîtir dibin. Dest datînin ser şaredariyan. Piştî hilbijartinên 2015'an qetlîamên komî pêk hatin. Eleqeya van yekî jî bi Kurdan tune bû. Bi ser de jî Kurd bûn hedefa van êrişan. Li Efrîn û Serêkaniyê xirabiyek nema ku neanîbin serê Kurdan. Paqijiya etnîk kirin. Revandin û destavêtin, talan, îşkence û dizî bûn sûcên rojane.
Dewleta Tirk hesabê van sûcan neda. Teqîna li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê kirin hincet ku eleqeya Kurdan pê tune bû û êrişî devereke ev qas berfireh kir. Sedema vê jî ew e ku hesab jê nayê pirsîn. Gava Îranê li kampên li Başûrê Kurdistanê dixe, DYA û Ewropa qet nebe bertekekê nîşan didin, peyameke şermezarkirinê diweşînin. Dema mijar dewleta Tirk be, xuya ye di nava zirxekî bêcezahiştinê de hatiye nixumandin. Heta şermezarkirinek jî nîn e. Di vê êrişa dawîn de li leşkerên hikumeta Şamê jî dane. Hikumeta Şamê hêzên xwe yên leşkerî yên fermî li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bi cih kirine. Rûsya garantor û çavdêra vê peymanê ye. Êrişên hewayî yên mezin ên li ser xaka Iraq û Sûriyê bêyî erêkirin, destek û komploya DYA û Rûsyayê, NY û NATO'yê çênabin. Tirkiye ji bo herêmê û cîhanê bûye gefeke rasteqîn. Bi deh hezaran çeteyên çekdar li herêmên dagirkirî bi cih kirine. Wan dişînin Lîbyayê, Ermenistanê û hwd. Bûye dewleteke ku xerabî û terorê li cîhanê belav dike.
Gelê Kurd ji aliyê hêzên mezin ên li cîhanê serdest ve bi tenê tê hiştin. Kurdan ji bo ewlehiya cîhanê tevkariyên mezin kirin. Serkêşiya perçiqandin û têkbirina DAIŞ'ê li Şengalê û li bakurê Sûriyê kirin. Serokên DAIŞ'ê Bexdadî û Qureyşî li herêma di bin parastina dewleta Tirk de ji aliyê DYA'yê ve hatin kuştin. Dewleta Tirk kesên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, kirine hedef û ji bo tesfiyekirina wan zordarî, derew û êrişkariyeke bêhed dike. Ya ku DAIŞ'ê nekarî bike, Erdogan û Bahçelî dixwazin temam bikin.
Gelê Kurd û pêşengên wî bi salan e li dijî dewleta Tirk a qirker li ber xwe didin. Baweriya wan bi mirovahiyê û bi xwe heye. Xwe nespartin tu hêzekê û şer kirin. Ew baş dizanin ku azadî dê jê re neyê bexşandin. Kurd îro ji duh bi hêztir in. Bi gelên herêmê re û bi taybetî jî bi gelê Ereb re têkiliyên xurt ava kirin. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de xwîna Ereb û Kurdan tevlihev bû. Sûriye welatê hevpar ê Kurd, Ereb, Suryan û gelên din e. Bi qewirandina dewleta Tirk a dagirker û zordar ji Sûriyê, dê bi ser bikevin. Li Başûrê Kurdistanê jî gel bi dilxwazî li pey nokeran nakeve. Li wir gelekî xwedî tecrube heye ku êşên mezin kişandine û berdêlên giran dane. Gelê Kurd bi giştî dînamîk e, zindî ye û li ser xwe ye. Hişmend e û birêxistinbûna xwe bi pêş dixe. Tu hêzeke tarî û zordar dê nekare berxwedana gelê Kurd bişikîne.