Zêrevanên Xabûr ên Aşûr digel êrişa DAIŞ û gefên Tirkiyê ber bi ku ve ne?

Li dijî Asuriyên li gundewarê Til Temirê du carî êriş pêk hatin, ev ê jî bandoreke neyinî li şêniyan kir. Ji bo ku êriş û komkujî dûbare nebin hêzên leşkerî yên parastinê hatin avakirin. Gelo ev hêzanan çawa li êrişên dagirkeriya Tirk dinerin û çi pêşkêş kirine?

Navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê bi Sûriya biçûk tê nasîn, ji ber ku tê de gelek pêkhate û etnîk hene. Jê jî pêkhateya Aşûr ku di 2015’an de rastî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst hatine û ji ber wê li pêkhateya Aşûr gelek bandorên neyênî bûn.

Bi êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî re, dagirkirina wê ya her du bajaran û bi dehan ji gundewarên navçeya Til Temirê dîsa tirs kete nava aşûriyên li herêmê. Ji ber çeteyên dagirkeriyê yên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê heman kiryarên DAIŞ’ê pêk tînin.

Ev komên çete yên ku bi piştevaniya asîmanî û bejahî ya dewleta Tirk a dagirker derbas bûn û ji dema dagirkirina wan a herêmê re, kiryar û binpêkirinan mîna çeteyên DAIŞ’ê ji kuştin, tirsandin, wêrankirin û talankirinê pêk tînin û dikevin nava sûcên şer, ji wan sûcan jî sûcê hovane ku li dijî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef pêk hatiye.

Têkildarî mijarê ANHA’yê hevpeyvînek bi endama rêveber a Meclisa Pasdarên Xabûr a Aşûrî Madlî Xemîs re li ser kiryarên li dijî pêkhateya Aşûr pêk hatine, çêkir.

Madlî di destpêka axaftina xwe diyar kir ku gundewarên Xabûr ên li ser kendavên Çema Xabûr a li navçeya Til Temirê ji bedewtirîn gundên li herêmê ne, her wiha Çema Xabûr re jî ji pîroziyên gelê Aşûr re bi sedema xwe spartina ava wê ya çandiniyê de û wiha got: "Gelê Aşûr, aştîxwaz e û ji jiyana hevbeş a di navbera tevahî pêkhateyan de hez dike."

23’YÊ SIBATÊ...YEK JI KOMKUJIYÊN KU GELÊ AŞÛR HATIYE HEDEFGIRTIN

Gundewarên Xabûr di 23’yê Sibata 2015’an de rastî êrişa çeteyên DAIŞ’ê hatin û bi dehan gundewarên wê yên aşûrî hatin dagirkirin, her wiha hejmarek ji şervanên Meclisa Aşûr şehîd bûn û bi sedan sivîl jî hatin dîlgirtin.

Ev êriş piştî gelek hewldanên çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, her wiha çeteyan xaç xist xwarê û sivîlên gundê çiyayê Kizwan ên nêzî gundên aşûrî revandin. Her wiha di berbanga roja duşemê ya 23’yê Sibatê de êrişên dijwar li dijî gundewarên aşûrî pêk anîn.

Madlî 23’yê Sibatê bi "roja reş" li ser gelê Aşûrî û Xiristiyan ê li gundewarên Xabûr bi nav kir û ev komkujiyeke dîrokî ku tê de hebûna gelê Aşûr hatiye hedefgirtin.

Madlî bali kişand ser ku şêniyên wan gundan nikarin birevîyana yan berxwedanî li hember DAIŞ’ê bi sedema êrişa ji nişkan ve, bikirana.

GUNDEWARÊN XABÛR BI SEDEMA KOÇBERIYA MEZIN JI ŞÊNIYAN VALA NE

Li keviyên Çema Xabûrê 33 gundên Aşûr hene û tê de nêzî 17 hezar şênî jiyan dikir, di her gundekî de dêr heye û bi hezaran darên biberhem ên cihêreng hene.

Niha ew 33 gund ji eslê 17 hezar şênî hema vala ne, tenê 2 hezar şênî ji kesên bitemen mezin lê hene. Ew jî bi sedema koçberiya mezin ji dewletên ewropî re ye, hin jî li bajarên Hesekê û Qamişlo bi cih bûne.

Madlî da zanîn ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê tevahî pêkhate hedef girtin û wiha got: "Lê belê bandorên wê yên mezin li dijî gelê Aşûr hebûn, her wiha bi sedema sedema tirsa pêkanîna komkujiyên li dijî wan û qirkirina etnîkê koçberiya mezin çêbû."

DEWLETA TIRK Û DAIŞ HEMAN IN

Kiryarên ji hêla çeteyên DAIŞ’ê pêk hatine de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê"Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" kiryaran li dijî tevahî pêkhateyên herêmê vegerînin, ji nav jî pêkhateya Aşûr a nêzî eniya şer a niha ye û gundên wan rojane rastî topbaranan tên.

Endama rêveber a Meclisa Pasdarên Xabûr a Aşûr Madlî Xemîs dewleta Tirk a dagirker bi "dewleta mêtînger" bi nav kir ku hewl dide xaka Sûriyê parçe bike û dagir bike, her wiha piştrast kir ku gelê Aşûr êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmê qebûl nakin.

Madlî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî bi sed salan gelek komkujî pêk anîne, her wiha di êrişa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide demografiya herêmê biguherîne û şaristaniya wê îmha bike. Komkujiyan xofeke mezin ligel gelê Aşûr ê li herêmê mane çêkir, ew jî bi sedema zilma dewleta Tirk e."

Madî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst heman in, ew jî bi sedema binpêkirinên li dijî sivîlan, hedefgirtina pêkhateyên herêmê û necudakirina di navbera cihên pîroz û sivîlên bitemen mezin û biçûk e."

ROLA MECLISA PASDARÊN XABÛR

Hêzên Meclisa Pasdarên Xabûr a Aşûr di destpêka Nîsana 2012’an de hatin avakirin û berpirsa parastina herêmê li gel YPJ, YPG’ê û QSD’ê hilgirt ser, her wiha piştre bû yek ji mecisên di bin ala QSD’ê de.

Di 23’yê mehê de, hêzên Pasdarên Xebûr bi YPG û YPJ’ê re parastina herêmê kir û li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê heta rizgarkirina wê herêmê ji çeteyan, sekinî.

Madlî got ku hedefa van hêzan parastina herêmê, gelên wê û parastina xakê heta rizgarkirina bihosta dawîn ji dagirkeriyê ye.

Di 2015’an de gelek şervan şehîd bûn, ji wê zêdetir jî gelek endamên hêzên wan hatin revandin û DAIŞ’ê seriyên wan qut  kirin.

Madlî piştrast kir ku bi êrişa dewleta Tirkiyê li ser herêmê re, hêzên wan parastina herêmê ji dagirkerî û çeteyên wê hilgirt ser xwe, ji ber ku heman kiryar û komkujiyên DAIŞ’ê pêk tînin û wiha got: "Hedefa me parastina herêmê û gelên me ye û dê li hember dagirkeriyê bisekinin û berxwedanê heta dilopa dawîn a xwînê bikin û xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

DAIŞ’Ê DÊR WÊRAN KIRIN Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER GEFAN DIXWE

Bi êrişkirina çeteyên DAIŞ’ê li ser gundewarên navçeya Til Temirê re gelek dêr ku ji pîroziyên gelên Aşûr û Xiristiyan ên herêmê ne wêran kirin, her wiha zêdetirî 8 dêr li gundewarên li ser kendavên çema Xabûrê wêran kirin û şewitandin.

Bi êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" re 6 dêr bi sedema topbaranên wan li ber gefa wêrankirê ne.

Madlî destnîşan kir ku dêrên li gundewarên li eniyên şer rastî topbaranên dewleta Tirk a dagirker bi rêya firokeyên bêpîlot û moşekan hatin û li ber hilweşînê ne.

Li gorî Madlî sedemên neserastkirina dêrên li gundewarên rizgarkirî nevegera şêniyên ji gundên wan re tevî mayîna rêjeyeke hindek ji gelê Aşûr ê li herêmê re ne, her wiha çêkirina wê jî lêçûneke mezin dixwaze.

PROJEYA VEGERA KOÇBERAN

Madlî da zanîn ku gelek proje li hundirê Sûriyê û derve ji bo vegera koçberên ji gelê Aşûr li herêmê re pêk anîne û pêngavên wan ber bi  başiyê ve çûn, her wiha şênî bi ewle vegerîn warên xwe, lê belê êrişa dewleta Tirk a dagirker tirs li gel şêniyan çêkir. Madî wiha pê de çû: "Projeya vegerê hê jî li dar e û dê xebitandina li ser wê berdewam be."

Di dawiyê de endama rêveber a Meclisa Pasdarên Xabûr a Aşûr Madlî Xemîs bi navê xwe û tevahî pêkhateyên herêmê bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên mezin kir ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmê derxînin ku jiyan li herêmê mîna berê vegere.

(fr)

ANHA


Mijarên Din