Hediye Yusif: Ji bo misogerkirina mafên jinan di destûrê de yekitiya jinan şert e 

Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Hediye Yûsif da zanîn ku di pêvajoya veguhastinê de li ber tevlêbûna jinan dibin asteng û divê jin xwe bi rêxistin bikin da ku mafên xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.  

Hediye Yusif: Ji bo misogerkirina mafên jinan di destûrê de yekitiya jinan şert e 
25 mijdar, 2026   05:29
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif ji ajansa me re axivî û rewşa jinan di pêvajoya veguhastinê de nirxand. 

Hediye Yûsif ji tecrubeya Rêveberiya Xweser dest pê kir û got: "Di pêvaoya Rêveberiya Xweser de jin ji hemû aliyan ve xwedî biryar bûn. Hebûna jin û mêran di Rêveberiya Xweser de wekhev bû. Lê niha di pêvajoya veguhêz de rê li ber jinan venakin ku çalak bibin û bibin xwedî biryar." 

Hediyeyê hikumeta veguhêz rexne kir û got: "Di sîstema Rêveberiya Xweser de sîstema hevserokatî hebû, jin û mêr wekhev bûn. Jinan ji aliyê parastin, ewlehî, aborî, perwerde, dîplomasî û hwd xwe bi rêxistin kir. Pêşengtî ji şoreşa Rojava re kir. Lê piştî sîstema Baas hilweşiya, hikûmeta veguhêz hate avakirin û piştre êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir rewş hate guhertin. Di hikûmeta veguhêz de mêr di parleman û wezaretan de li pêş e. Lê cih nadin jinan û ew nikare têkeve cihên ku biryarê dide. Ev hişmendî wekheviyê qebûnake û weke hêzeke pêşeng nabîne. Di pêvajoya entegrekirina bi dewletê re me israr kir ku li herêmê jin li pêş be. Lê jin bûn rêveberiyên hinek gerînendeyan." 

Ji bo siberoja Sûriyeyê Hediye Yûsif got divê jin li hember hişmendiya paşguhkirine tê bikoşin, di şoreşa Sûriyeyê de ya herî zêde zirar dît jin bûn û nabe ku werin paşguhkirin.  

Di dawiyê de Hediye Yûsif got: "Divê ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê jin xwe bi rêxistin bikin. Bibin yek, mafên xwe qanûnî misoger bikin, bi edalet nûnerên jin di destûra Sûriyeyê de hebe û li gorî deskeftiyên jinan rola wan di siberoj û siyaseta Sûriyeyê de hebe." 

(np) 

ANHA