‘Hevgirtina pêkhateyan wê fitneyan têk bibe‘

Şêniyên Girkê Legê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li hemberî hewildanên derxistina fitneyê û diyar kir ku divê têkiliya xwişik û biratiyê ya di navbera Kurd û Ereban de bê parastin.

‘Hevgirtina pêkhateyan wê fitneyan têk bibe‘
19 cotmeh, 2026   02:40
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID-ROHAT XELEF

Têkildarî hewildanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de û êrişa li dijî sembolên kurdî li bajarê Hesekê şêniyên bajarê Girkê Legê ya herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

‘TÊKBIRINA FITNEYÊ BERPIRSYARTIYA HEMÛ PÊKHATEYAN E‘

Idrîs Mele Şerîf da zanîn ku bi armanca astengkirina pêvajoya entegrasyonê, derxistina fitne û şerekî mezhebî di navbera pêkhateyên herêmê de, şerê taybet bi rêya medya dijîtal li dijî herêmê tê meşandin.

Idrîs Mele Şerîf diyar kir ku hinek alî naxwazin li Sûriyeyê ewlehî li Sûriyeyê çêbibe û got, divê hemû pêkhate hişyar bin û ji lîstokên ku pirrengiya civakî hedef digire dûr bikevin.

Idrîs Mele Şerîf destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê di şer de berdêlên herî giranbuha dan û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ji bo parastina welat ji hemû kesan tê xwestin ku bibin yek û ji fitneyan dûr bikevin. Gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna demokrasî û avakirina Sûriyeyeke ku têra hemû pêkhateyan dike li ser piyan bûn, lê hinek alî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dixwazin nakokiyên di nava gelan de gur bikin."

Mele Şerîf di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê rewşenbîrî, kesên welatparêz û rûspiyên eşîran mil bi mil li hemberî hewildanên derxistina fitneyê rabin û jiyana hevbeş biparêzin.

TÊKILIYÊN DÎROKÎ YÊN KURD Û EREBAN JI HEWILDANÊN FITNEYÊ BIHÊZTIR IN

Mihemed Hesawî yê ji pêkhateya Ereb diyar kir ku hin alî dixwazin pêkhateyên herêmê bi taybetî Kurd û Ereban bikişînin nava nakokiyan û jiyana hevbeş xirab bikin. El Hewasî destnîşan kir ku gelê Kurd û Ereb ku bi hezarên salan bi hev re jiyane û têkiliya wan a civakî baş e, dê rê nadin ku ti kesî ku têkiliya wan ji bo xwe bi kar bîne.

Mihemed Hesawî da zanîn ku divê pêkhateyên civakê li dijî hewildanên derxistina fitneyê helwesta xwe bikin yek û ji bo belavkirina hişmendiyê di navbera şêniyan de jî xebat bên meşandin. Hewasî anî ziman ku hewildanên parçekirinê û têkbirina  aramiya herêmê dê xetereyên mezin bi xwe re bînin.

Hesawî destnîşan kir ku ew hemû cûreyên fitneyê red dikin û ev bang kir: "Divê  têkiliya xwişk biratiyê ya di navbera pêkhateyên herêmê de bê parastin û pêşxistin."

HEVJIYANA KURD Û EREBAN MERTALA LI HEMBERÎ DERXISTINA FITNEYÊ YE

Selama îşaret bi vê yekê kir ku Kurd û Ereb di kêfxweşî û di xemgîniyê de bi salên dirêj bi hev re ne, lê aliyên derve bi rêya medya dijîtal dixwazin fitneyê gur bikin û têkiliyên wan xirab bikin.

Selama Mihemed di dewama axaftina xwe de got, gelên Sûriyeyê ku di şer de gelek zehmetî dîtin û ji bo parastina herêmê berdêlên mezin dane, dixwazin entegrasyon biserkeve û yekitiya pêkhateyan xurt bibe.

Selama Mihemed destnîşan kir ku berdêlên hevbeş ên ku hatine dayîn hewcedarî yekitiya civakî û redkirina fitneyê ne. Her wiha anî ziman ku ji bo xurtkirina jiyana hevbeş divê xebat bên meşandin.

(sb)

ANHA