Hevseroka YRA’yê: Êrîş belgekirî ne, lê saziyên navnetewî bêdeng in

Em dikevin salvegera şahadeta 5 şehîdên ragihandinê, Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, Welat (Davût Erdemcî), Seîd Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed û Mihemed Hisên Reşo jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ji bo lêpirsîna qetilkirina van rojnamegeran, hevseroka YRA’yê Evîn Ibrahîm got: “Me tevahî lêpirsîn kirine û belge kirine, şandine ji saziyên navnetewî re. Lê ji ber ev sazî li gorî berjewendiyên dewletan tev digerin, bêdeng in”.

Hevseroka YRA’yê: Êrîş belgekirî ne, lê saziyên navnetewî bêdeng in
12 cotmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Em dikevin salvegera şahadeta 5 şehîdên ragihandinê. Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed di 12’ê Cotmeha 2017’an de, Welat (Davût Erdemcî) 10’ê Cotmeha 2019’an, Seîd Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed û Mihemed Hisên Reşo jî 13’ê Cotmeha 2019’an, di êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketin. Van rojnamegeran di demên herî dijwar, di bin êriş û bombebaranê de hewl dan bibin dengê gel û canê xwe feda kirin. 

ŞEHÎD DILÎŞAN ÎBIŞ

Nûçegihana ajansa me Dilîşan Îbiş sala 1991`an li bajarê Kobanê ji dayik bûye. Piştî ku xwendina xwe ya amadehî diqedîne, derbasî bajarê Helebê dibe û li wir xwendina xwe di Peymangeha Birêvebirina Bazirganiyê de temam kir. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê xwest dengê gelê xwe ragihîne û qada ragihandinê hilbijart. Destpêkê di Radyoya Dengê Kobanê de 11`ê Mijdara 2012`an dest bi kar kir. Dawiya 2014`an di rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî de kar kir. Sala 2015`an careke din vegeriya Radyoya Dengê Kobanê. Dûre bû nûçegihana kanala Ronahî TV’yê. Sala 2016`an wek nûçegihaneke şer dest bi kar kir. Di êrişa xwekuj a çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya El Xerafî ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de tevî gelek sivîlan şehîd bû.

ŞEHÎD HOGIR MIHEMED

Nûçegihan Hogir Mihemed sala 1991`an li taxa Hîlaliye ya bajarê Qamişloyê ji dayik bûye. Di dibistana gundê Xirbet Xedîr de dixwîne lê temam nake û bi bavê xwe re di çandiniyê de kar dike. Destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe, beriya şehadetê bi kamereyê dest bi belgekirina destanên gelê xwe kir û tev li ajansa me bû. Israr kir ku pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ`ê, bişopîne. Bi kamereya xwe şerên rizgarkirin, êşên şêniyan di bin kontrola DAIŞ`ê de şopandin. Bi şehîd Dilîşan re di êrişa li ser rêya El Xerafî de 12`ê Cotmeha 2017`an de şehîd bû.

ŞEHÎD DAVÛT ERDEMCÎ (WELAT)

Şehîd Welat (Davût Erdemcî) sala 1999`an li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Rojnamevan û derhênerê belgefîlman e. Welat sala 2014`an berê xwe da Kobanê ji bo ku belgefîlmekê li ser şerên YPG û YPJ’ê yê li dijî DAIŞ`ê bikişîne. Dûre bi malbata xwe re derbasî Serêkaniyê bû. Amadekariyên gelek belgefîlmên şerên li dijî DAIŞ`ê dikir. Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê mala wî ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve 10`ê Cotmeha 2019`an şehîd bû. Dagirkeran cenazeyê şehîd Welat veşart û tevî bangewaziyan jî radestî malbatê nekir.

ŞEHÎD SEED MIHEMED EL EHMED

Nûçegihanê ajansa me Seed Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed 20`ê Çileya 2000`î li gundê Bab El Xêr ê bakurê bajarê Til Temirê ji dayik bûye. Ji teknolojiyê hez dikir. Hewl dida xwe bi pêş bixe û di qada teknolojiyê de xwedî tecrube be. Ji bo ku xewn û hêviyên xwe bi dest bixe, di ajansa me de dest bi kar kir. 13`ê Cotmeha 2019`an bi karwanê sivîlan re derbasî bajarê Serêkaniyê bû ji bo ku sûcên dewleta Tirk a dagirker aşkera bike. Dewleta Tirk bi moşekan êrişî karwanê sivîlan kir. Di encamê de Seed şehîd bû. Beriya şehadetê bi çend rojan gotibû "Kurd tên qirkirin û cîhan metirsîdar e!"

ŞEHÎD MIHEMED REŞO

Nûçegihanê kanala Çira TV’yê Mihemed Reşo sala 1996`an li gundê Tilifê yê bajarê Cindirêsê ji dayik bûye. Piştî dagirkirina Efrînê sala 2018`an ji Efrînê koçber bû.

Bi karwanê sivîlan ê piştî êrişên li dijî Serêkaniyê, derbasî bajêr bû. Lê di êrişa li ser karwan de birîndar bû. Li nexweşxaneya bajarê Til Temirê hate dermankirin, lê tevî hewldanan jî 14`ê Cotmeha 2019`an şehîd bû.

Ev rojnamegerên ku dixwestin hovîtiya li ser herêmê tê meşandin bişopînin, rastî êrişan hatin. Bi hovane hatin qetilkirin.

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Ibrahîm derbarê salvegera şahadeta rojnamegeran û lêpirsîna mafê wan ji ajansa me re axivî.

“QANÛNÊN NAVNETEWÎ LI SER ERDÊ PÊK NAYÊN”

Evîn Ibrahîm tevahî şehîdên ragihandina azad bi bîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Evîn diyar kir ku şahadeta wan dibe hêz û vînek ku ew xebatên xwe bidomînin û wiha axivî: “Taybet jî salên dawî, pergalên desthilat rojnamegerên ku li pey heqîqetê dikevin dikin hedef. Li Rojavayê Kurdistanê jî ji gelek aliyan ve êriş li ser tên kirin. Di qanûnên navnatewî de mafê rojnamegeran tê parastin, lê li ser erdê helwestek cidî tune ye.”

“ME TEVAHÎ ÊRIŞ BELGE KIRINE Û ŞANDINE JI SAZIYÊN NAVNETEWÎ RE”

Evîn Ibrahîm destnîşan kir ku wan êrişên li ser Rojnamegerên Rojava hatine kirin bi tevahî belge kirine û wiha domand: “Me ev belge şandine ji tevahî saziyên navnetewî û saziyên ku dibêjin mafê rojnamegeran diparêzin, lê ev sazî bêdeng in. Aliyên navnetewî jî aliyên êriş kirine nexistine bin lêpirsîn an jî darizandinê. Ji ber ku ew jî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin”.

“HIKUMETÊ REXNEYA ME PEJIRAND, LÊ HÎNA BÊDENG E”

Evîn Ibrahîm da zanîn ku niha Sûriye jî di qonaxek nû re derbas dibe û got: “Divê niha hikumeta hatiye avakirin jî li mafê rojnamegerên rastî êrişan hatine bipirse. Me bi rayedarên hikumetê re hevdîtin kir, me bal kişand ser vî alî jî. Me ew jî rexne kirin ku heta niha ji bo vê mijarê bêdeng in. Wan jî rexneya me pejirand. Wan jî diyar kir ku dê li ser rawestin, lê heta niha ew jî bêdeng in”.

ANHA