HPG'ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 11 gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên di demên cuda de şehîd bûn bi rezdarî bi bîr anî got, "Çanda berxwedanê û hişê neteweyî yê gelê Rojhilat di şexsê van fedaiyan de veguherî heqîqeta azadiyê û çalakiyê."

HPG'ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî
12 mijdar, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser şehadeta 11 gerîlayan bi vî rengî ye:

"Em hevrêyên xwe Bager Arbeba, Ala Kurdistan, Çiya Kurdistan, Zinar Doga, Xebat Çiya, Rêber Têkoşer, Xeyrî Tolhildan, Umîd Çiya Mahabad, Pîrdogan Agirîn, Welat Şepul û Bahoz Saqiz ên di demên cuda de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn û li cih û demên cuda şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin.

Xaka Rojhilatê Kurdistanê di tevahiya pêvajoya dîrokî de li dijî mêtingerî, zext û polîtîkayên înkarê xeteke berxwedanê ya bi biryar şopandiye. Bajarên Mahabad, Saqiz, Bane, Pîranşar, Bokan û Serdeştê jî di vê têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabûn û cihê xwe di nava dîroka me ya azadyiê de girtin. Ewladên welatparêz û gelê me yê vê erdnîgariyê li dijî zilmê têkoşîna azadiyê hildan ser milê xwe. Ev milîtanên fedaî yên bijarte ku sînorên mêtingeriyê û pergala heyî red kirin, li çiyayên Kurdistanê bûn pêşengên têkoşînê. Çanda berxwedanê û hişê neteweyî yê gelê Rojhilat di şexsê van fedaiyan de veguherî heqîqeta azadiyê û çalakiyê. Her yek ji wan bûn temsîla îradeya herî xurt a berxwedana li dijî mêtingeriyê. Ev fedakarî weke pûsûlayeke şaş nabe û meşaleyeke venamire ya têkoşîna azadiyê ya gelê me ye. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya gelê kKurd wê bi dewamÎ xwedÎ li şehîdên ezîz derkevin û her tim li ser şopa wan bin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê esîl û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Bager Arbeba

Nav paşnav: Nadir Ezîzî

Cihê jidayikbûnê. Bane

Dayik-Bav: Şerafet-Mehmed

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Kanûna 2016 / Amed

Nasnav: Ala Kurdistan

Nav paşnav: Mohsen Ezîzî

Cihê jidayikbûnê: Seqiz

Dayik-Bav: Humeyra Fettahî-Mistefa Ezîzî

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Adara 2010 / Qendîl

Nasnav: Çiya Kurdistan

Nav paşnav. Beyazid Tabanî

Cihê jidayikbûnê: Mahabad

Dayik-Bav: Zerîn-Ebubekîr

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Çileya 2012 / Qendîl

Nasnav: Zinar Doga

Nav paşnav: Hêmin Hesenpûr

Cihê jidayikbûnê: Mahabad

Dayik-Bav: Gulsum-Omer

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Nîsana 2019 / Xinêrê

Nasnav: Xebat Çiya

Nav paşnav: Hadî Zerdî

Cihê jidayikbûnê: Bane

Dayik-Bav: Habîbe-Rahîm

Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2018 / Avaşîn

Nasnav: Rêber Têkoşer

Nav paşnav: Mihemed Canî

Cihê jidayikbûnê: Pîranşar

Dayik-Bav: Zibed-Xalit

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Tîrmeha 2019 / Avaşîn

Nasnav: Xeyrî Tolhildan

Nav paşnav: Saman Tomanî

Cihê jidayikbûnê: Mahabad

Dayik-Bav: Beyana Tolemeçî - Kamûran

Dem û cihê şehadetê: 31'ê Gulana 2022 / Rojava

Nasnav: Umîd Çiya Mahabad

Nav paşnav: Sadiq Fettahî

Cihê jidayikbûnê: Mahabad

Dayik-Bav: Leyla-ÎsmaÎl

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2017 / Avaşîn

Nasnav: Pîrdogan Agirîn

Nav paşnav: Eyup Fevzî

Cihê jidayikbûnê: Bokan

Dayik-Bav: Meryem-Mihemed

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2020 / Xakurkê

Nasnav: Welat Şepul

Nav paşnav: Zekerya Resûlî

Cihê jidayikbûnê: Serdeşt

Dayik-Bav: Îran Hesespûr Ekdem-Ebubekîr

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Hezîrana 2024 / Qendîl

Nav paşnav: Danyar Nurî

Cihê jidayikbûnê. Seqiz

Dayik-Bav: Fehîme-Mihemed Emîn

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Sibata 2018 / Qendîl