HPJ: Em bi yekîtiya jinan nasname û îradeya civakê biparêzin

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ragihand ku tundiya li hemberî jinan, darvekirin, destavêtin û komkujî êrişên sîstematîk in, li ser bingeha xweparastin û rêxistinbûna jinan banga mezinkirina têkoşînê kir.

HPJ: Em bi yekîtiya jinan nasname û îradeya civakê biparêzin
25 mijdar, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Fermandariya HPJ`ê daxuyaniya xwe ya niviskî de bal kişand ser êrişên li beramberî jinan û diyar kir ku pergala dewleta ku li ser înkar û îmhakirina jinan pêş ketiye, 30 hezar sale bi zîhniyeta mêrsalarî her kêliya jiyanê zivirandiye jenosîda jinan û anî ziman ku jina ku ziman, çand, parastin û perwerde afirandiye aniye asta bê ziman û bê parastinê.

HPJ`ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pergala modernîteya kapîtalîst pergalek mêrsalarî ye û wiha hat gotin: “Di vê pergalê de jin yekem zayenda ku ji bo berjewendî û sermaya pergalê tê bikaranîn. Di rastiya xistina jinan de civak û her ferdê civakê tê xistin û teslîmgirtin. Her cûre li ser jinan tundî tê meşandin bi pergalek zirav û bîrdoziyek dijî civakê tê rêvebirin. Sêdar, cihê kar û malbata ku bi destê mêr hatiye pîrozkirin de tacîz, destdirêjî û qetilkirina jinan gihiştiye asta qirkirina cînsê.”

‘QETILKIRINA JINAN QETILKIRINA CIVAKÊ YE’ 

Fermandariya HPJ`ê diyar kir ku sedsala 21`emîn bi pêlên şoreşa azadiya jinan pêşwazî dikin û wiha berdewam kir: “Îro li cihên ku herî zêde jin bi şêwazê sîstematîk tên teslîmgirtin û bê nasname hiştin, tîrêjên şoreşa jinan bilind dibe. Di şoreşa pêşengtiya jinên Rojhilatê Kurdistanê ya li diji sêdarê, qetilkirin, girtin û êrîşên beramberî bedena jinan bû îlhama jinên cîhanê. Êrîşa herî mezin a li ser jinan tê kirin tundiya li ser îrade û fikrê jinan e. Qetilkirin û bê îradekirina jinan, qetilkirin û bê îradekirina civakê ye.”     

‘JIN BÛYE XWEDÎ ÎRADEYA AZAD Û XWEPARASTINA CEWHERÎ’ 

HPJ`ê wiha domand: “Li hember sêdarê, girtin û tundiyên ku li zindanên rejîma mêrsalar a Îranê ve tê kirin, pêwîste jin li ser manîfestoya aştî û civaka demokratîk, li ser felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe bi rêxistin bike, perwerde bike û bi hevgirtina jinan re dikarin parastina îrade û nasnameya civakê re bibin bersiv. Jinên ku xwe bi rêxistinkirina jinan re kiriye yek, ew e jin a ku bûye xwedî îradeya azad û hêza parastina cewherî.”

'KOMUNÊN XWE YÊN AZAD AVA BIKIN’ 

Fermandariya HPJ`ê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt parve kir: “Em wek Hêza Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ne tenê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo hemû jinên Îranê û Rojhilata Navîn li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ji bo bigihêjin azadiya jinê û îradeya azad a jinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di şexsê jinên Rojhilatê Kurdistanê de hemû jinên cîhanê li ser esasê îrade, fikir û jiyana azad, komûnên xwe yê azad ava bikin û bibin hêza parastina xwe û ya civakê.”