Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin

Cotkarên li parêzgeha Hesekê ji ber derengmayîna dayîna pereyên wan ên genim û nebûna destekdayînê ji hêla hikumetê ve, zehmetiyan dikişînin. Cotkar nikarin dest bi amadekariyên çandiniyê bikin, hinek cotkar jî difikirin ku zeviyên xwe neçînin.

Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
Ji ber derengxistina dayîna pereyan cotkar nikarin dest bi çandinê bikin
22 îlon, 2026   05:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Saziya Çandiniyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji destpêka qonaxa çinîna genim ve, pêvajoya dayîna mazota çandiniyê ji bo cotkaran rawestand, di heman demê de dayîna pereyên genim jî dereng maye.

Li gorî cotkarên bi navê Remo Yûsif Kerho, Îsmaîl Mihemed Miyah û Îbrahîm Mihemed El Sehin ên li Çilaxayê, heta niha nîşaneyên pêşkêşkirina mazotê ji bo cotkaran, nayên dîtin.

Bi nêzîkbûna dema amadekariyên çandina genim re, ji ber nebûna pereyan, cotkar bê çare mane.

Cotkaran da zanîn ku di van mehan de divê dest bi amadekariyên çandiniyê bê kirin, divê tov, semad û sotemenî hebe, ji ber ku buhayê mazotê yê bilind e û nebûna piştgiriya hikumetê, derfet di destê wan de tune ne.

NEBÛNA PIŞTGIRIYÊ DIHÊLE BAR GIRANTIR BIBE

Cotkaran diyar kir ku barê çandiniyê heta asteke bilind giran bûye, çandinî ji kirêya cotkirinê dest pê dike û bi kirîna tov, semad û sotemeniya ku her carê biha dibe, bi dawî nabe, kirêya çinîn û veguhastinê heye, bi taybet piştî ku di 13`ê Îlonê de hikumetê sotemenî biha kir û gihîşte 17 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyî yên kevn.

Bi hatina dawiya Îlonê re jî cotkaran hîna dest bi cotkirinê nekiriye, hîna zevî bi bermahiyên çandiniya sezona borî tijî ne.

JI ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ BER BI PROJEYÊN ALTERNATÎF VE

Di vê rewşê de, ji bo ku cotkar bikarin pereyên ku di sezona borî de ji destê wan çûne careke din bi dest bixin, berê xwe didin projeyên din ên wekî avakirina mezreyan û çewlikên mirîşkan.

Cotkar dibêjin zirarên ku ew dibînin sal bi sal dihêlin ku ew careke din çandina zeviyan di ber çavan re derbas bikin, bi taybet dema ku dahata wan têra lêçûna wan neke, yan jî dema ku pereyên cotkaran di dema xwe de radestî wan nayên kirin.

COTKAR DAXWAZA PEREYÊN XWE DIKIN

Cotkaran da zanîn ku divê bi lez pereyên wan ên zeviyên genim ji bo wan werin pêşkêşkirin, ew pere mafê wan e û berhema keda wan e, dayîna pereyan di yek carî de dihêle ku ew çandiniyê bidomînin û pêdiviyên xwe dabîn bikin.

NEBÛNA PIŞTGIRIYA HIKUMETÊ LI BERAMBERÎ DAXWAZÊN COTKARAN

Têkildarî sedemên serfkirina mewsimê endama Rêveberiya Navenda Mesrefa Çandiniyê ya Çilaxayê Rîm El Hiwêca ji ajansa me re diyar kir ku sedema derengmayînê lawaziya dayîna pereyan a ji hêla rêveberiya giştî ve ye, ev dihêle ku bi awayekî dabeşkirî pere bigihêjin cotkaran.

Endezyarê çandiniyê yê Gerînendetiya Çandiniyê ya Çilaxayê Hesen Umer jî destnîşan kir ku heta niha tu biyarên dayîna piştgiriyê ji bo cotkaran ji hêla hikumetê ve nehatine dayîn.

(sb)

ANHA