Ji ber mayin û rewşa ewlehiyê derketina karwanan dereng dimîne

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl diyar kir ku ji ber paqijkirina herêmê ji mayin û bermahiyên şer, şandina karwanên koçberan dereng dimîne.

Ji ber mayin û rewşa ewlehiyê derketina karwanan dereng dimîne
Ji ber mayin û rewşa ewlehiyê derketina karwanan dereng dimîne
Ji ber mayin û rewşa ewlehiyê derketina karwanan dereng dimîne
Ji ber mayin û rewşa ewlehiyê derketina karwanan dereng dimîne
Ji ber mayin û rewşa ewlehiyê derketina karwanan dereng dimîne
Ji ber mayin û rewşa ewlehiyê derketina karwanan dereng dimîne
5 mijdar, 2026   11:50
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Kar û Barên Ewlehiyê yên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl da zanîn ku parastina şêniyan û paqijkirina gundan ji xetereya bermahiyên şer, sedemên sereke yên derengmayîna birêketina karwanên koçberan ber bi bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê ve ye.

Di dema birêketina beşeke din a koçberan ber bi Serêkaniyê de Mehmûd Xelîl diyar kir ku ji ber nebûna îstîqrara ewlehî ya giştî li hinek xalan astengî çêdibin, astengiya herî mezin hebûna mayinan a di nava zeviyan de ye.

Xelîl destnîşan kir ku nexşeya mayinan nayê peydakirin, ev dihêle ku paqijkirina herêmê ji mayinan zehmet be, tîmên endezyariyê yên taybet û tîmên rakirina mayinan di dema paqijkirina gundan de zehmetiyan dikişînin.

Mehmûd Xelîl da zanîn ku hejmarek ji malbatên ku di dema dawîn de vegeriyane ji ber teqîna mayînan zirar dît, kuştî û birîndar jî ji ber vê yekê çêbûn, vê ji bo saziyên ewlehî û civakî êşeke mezin çêkir.

Xelîl diyar kir ku hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rêxistinên hevkar ji bo paqijkirina xakê bi temamî dixebitin.

Her wiha Mehmûd Xelîl destnîşan kir ku pêvajoya birêketina karwanan berdewam dike, di hefteya bê de dê karwanên din jî bi rê bikevin û di nava karwanan de şêniyên bajarê Serêkaniyê hebin.

(sb)

ANHA