Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat

Meclisa Bajarê Çilaxayê bi beşariya şênî û nûnerên komînan rewşa sîstema komînan, ji nû de avakirina wan û aktîfkirina rola wan di birêxistinkirina civakê de nîqaş kir. 

Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat
Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat
Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat
Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat
Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat
Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat
Ji bo danîna rêziknameyeke nû ya komînan li Çilaxa civînek pêk hat
12 mijdar, 2026   10:07
QAMIŞLO

Komîteya vegerandina sîstema berê ya komînan û nirxandina xebatên komînan di dema Rêveberiya Xweser de bi endamên komînan û komîteyan ên li bajarê Çilaxayê re, li Mizgefta El Hisên a li taxa Kemal Qereso ya Çilaxayê civînek li dar xist. Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên ji bo jinûveavakirina komînan û lidarxistina kongreyeke giştî ji bo biryardana têkildarî rêziknameyeke nû ya xebatê pêk tê.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Rêveberiya Giştî ya Komîteya Jinûveavakirina Komînan a Herêma Cizîrê Kenan Berekat girêdayî armanca civînê, girîngiya vegera li tecrubeya berê û hişmendiya komînan, rola wê di birêxistinkirina jiyana civakî de axivî.

Kenan Berekat da zanîn ku mirov di pêvajoya beriya derketina dewletan de bi hacetî xelasbûna ji ferdiyetê bû, ji bo parastina xwe û dabînkirin xwarinê, xwest ku di nava kombûyîna civaka xwe de bijî, ew kombûyîn bi navê komînê dihat naskirin, derketina dewletê li gorî vê hişmendiyê ne normal e.

Kenan Berekat diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê û astengiyên heyî hiştiye ku ji nû de avakirina komînan û nûkirina rêzknameya komînan bibe pêdiviyeke girîng, pergala berê di rêxistinkirina civakê û pêkanîna erkê de rastî zehmetiyan tê, bi taybet piştî gotinên vegera li pergala mixtaran.

Kenan Berekat destnîşan kir ku pergala mixtaran temsîla sîstemeke girêdayî dewletê dike, di nav de wekhevî û edalet tune ye, komîn sîstemeke civakî ye, di nav de gel esasê xebatê ye.

Piştî axaftinê nîqaş hatin kirin, beşdaran da zanîn ku komîn civakê û birêxistinbûyîna wê diparêzin, divê li gund û bajaran cihên ku komîn lê bên avakirin bên diyarkirin.

(sb)

ANHA