Ji bo mîsogerkirina mafê ziman banga xebata hevpar kirin

Nûnerên Meclisa PYD‘ê ya Dirbêsiyê ji bo mîsogerkirina perwerdeya bi zimanê kurdî banga xebata siyasî û reweşenbîrî ya hevpar kir.

Ji bo mîsogerkirina mafê ziman banga xebata hevpar kirin
26 cotmeh, 2026   04:25
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Bajarê Dirbêsiyê Dîlber Şemo û endamê meclisa partiyê Ehmed Silêman têkildarî daxwazên mîsogerkirina mafê perwerdeya zimanê kurdî û naskirina destûrî ya zimanê kurdî, ji ajansa me re axivîn.

 bang li yekirina xebatên partiyên siyasî yên kurdî ji bo parastina ziman û çanda kurdî kir.

Dîlber Şemo diyar kir ku li dijî hewldanên têkbirina nasnameya kurdî pêdiviya qonaxa heyî bi xurtkirina hişmendiyê û xebata hevpar heye. Dîlber da zanîn ku axaftina bi zimanê dayikê û perwerdeya zimanî mafekî xwezayî ye, nabe destdirêjî lê were kirin.

Dîlber Şemo her wiha bal kişand ser êrişên li ser Rojava û destnîşan kir ku armanc ji êrişa lawazkirina hêza Kurdan û şikandina îradeya wan e, di heman demê de hedefgirtina çand û ziman berdewama hewldana jiholê rakirina nasnameya kurdî ye.

Dîlber Şemo di dewama axaftina xwe de çewisandina mafên pêkhateyên civaka Sûriyeyê red kir û  bang kir ku divê mafê her kesî yê axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê were mîsogerkirin

Dîlber Şemo ji bo parastina zimanê kurdî û mîsogerkirina perwerdeya bi zimanê kurdî banga xebata hevpar û destpêkirina pêngavakê li partiypên siyasî kir û got: "Pirbûna partiyan rê li ber yekbûna helwestan li ser mijarên hevpar nagire û hesasiyeta qonaxê derbaskirina nakokiyan û xebata hevpar hewce dike."

Hevseroka Meclisa PYD‘ê ya Dirbêsiyê Dîlber Şemo di dawiya axaftina xwe de banga domandina çalakiyên bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê li dibistanan û hişyarbûna ji şerê taybet ê li dijî nasname û zimanê kurdî kir

Endamê Meclisa PYD‘ê yê Dirbêsiyê Ehmed Silêman jî destnîşan kir ku zimanê kurdî parçeyek bingehîn ji nasname û hebûna gelê Kurd e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Kurdan ji bo parastina zimanê xwe û mîsogerkirina perwerde û hînbûna bi zimanê xwe bi salan têkoşîn kirin. Divê zimanê kurdî di destûrê de bibe fermî. Ji 15 salan ve li Rojava perwerde bi zimanê kurdî  bi serbestî bi rêve diçe. Di vê pêvajoyê de bi hezaran xwendekar û mamoste hene. Ev yek jî encama têkoşîna domdar a ji bo parastina perwerdeya bi zimanê dayikê ye."

Ehmed  Silêman da zanîn ku rewşenbîr û partiyên siyasê dê daxwazên fermîkirina zimanê kurdî di destûrê de bidomînin û got, zimanê kurdî xeta sor e.

Silêman diyar kir ku gelê Kurd tevî siyasetên qedexe û paşguhkirinê yên di serdema rejîma berê ya Sûriyeyê de zimanê xwe parast. Têkildarî biryarnameya 13‘an a ji aliyê serokê hikumeta veguhêz ve hate dayîn ku zimanê kurdî wekî zimanekî nîştimanî destnîşan kiriye jî got, biryarname tevahî daxwazan bi cih nayîne.

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed Silêman destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî di destûrê de û di qada perwerde û qadên din jî de were bikaranîn.

(sb)

ANHA