Ji komployê ber bi maseya çareseriyê ve: 28 salên berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê Komploya Navneteweyî dest pê kir. Rêber Abdullah Ocalan li hember vê komployê 28 sal berê bi rêya siyasî û diyalogê biryara çareserkirina pirsgirêka Kurd da. Her wiha Rêber Abdullah Ocalan li dijî vê komployê ku armanc dikir ku wî tune bike, tevî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê jî pirsgirêka Kurd îro bi “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” aniye ser maseya muzakereyê.

Ji komployê ber bi maseya çareseriyê ve: 28 salên berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan
9 cotmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Plana Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hember Rêber Abdullah Ocalan ket meriyetê, derbasî sala xwe ya 28’an dibe. Hêzên hegemon û herêmî bi vê komployê xwest îradeya azad a gelê Kurd tesfiye bikin û tevgera azadiyê bifetisînin. Lê sekn, felsefe, berhem û têkoşîna 28 salan a Rêber Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê raber kir, ev pêvajo serobin kir û ev plana stratejîk têk bir; pirsgirêka Kurd ji zemîna tunekirinê ber bi qada çareseriya siyasî û maseya muzakereyê ve bir.

BINGEHA DÎROKÎ Û JEOPOLÎTÎK: ÇIMA ROJHILATA NAVÎN Û KURDISTAN?

Hêzên navneteweyî û pergala kapîtalîst a gerdûnî ji bo misogerkirina berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî, li seranserê cîhanê pergaleke serdestiyê ava kirine. Di çarçoveya vê sîstemê de, gelek herêm li gorî daxwaz û pêdiviyên hêzên serdest ji nû ve hatine dîzaynkirin. Di nava van herêman de, Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistan, ji ber erdnîgarî, enerjî û girîngiya xwe ya jeopolîtîk, timî di navenda van berjewendiyan de cih girtiye. Ji ber vê sedemê, pergala serdest naxwaze li vê herêmê tu hêz an vîneke xweser û serbixwe bi pêş bikeve.

Ji destpêka sedsala 20’an vir ve, sînorên herêmê li ser maseyan û bi rêya peymanên navneteweyî (wekî Sykes-Picot) bi awayekî çêkirî hatin xêzkirin. Di encama vê dabeşkirinê de, di bin bandora hêzên serdest de dewlet û rêveberiyên girêdayî wan hatin avakirin. Bi vê mekanîzmayê, dewlemendiyên sererd û binerd ên herêmê bi taybetî petrol û çavkaniyên enerjiye ketin bin kontrola pergalê. Ji bo domandina vê hevsengiyê û jiholêrakirina astengiyan jî, hêzên gerdûnî di demên cuda de bi awayên leşkerî û siyasî destwerdan li herêmê kir.

Ev destwerdanên siyasî û aborî ya ku bi dehan salan berdewam kir, bi derketina holê ya Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re rû bi rûyî paradîgmayeke nû û berxwedaneke alternatîf bû; vê tevgerê li hember hevsengiyên heyî yên li herêmê nêrîn û statuyeke nû anî rojevê.

ÇIMA KOMPLO HATE AMADEKIRIN?

Hêzên hegemon û pergalê ji ber rastiya vîna azad û hişmendiya ku Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ku derxistibû holê ku li hember berjewendiyên xwe weke astengî didîtin, ketin nava lêgerîna tunekirinê. Di salên 1990’î de Tevgera Azadiyê li seranserê herêmê veguherî tevgereke civakî ya mezin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd di rêyên aştiyane de bê çareserkirin gelek caran agirbest ragihandin (1993, 1995, 1998) û derfetên diyalogê xistin rojevê. Lê pergala serdest û dewleta Tirkiye li şûna derfeta çareseriyê, bi armanca îmhakirina vê pêşengiyê planeke navneteweyî ya berfireh xistin dewrê da ku vîna azad a Kurd bişikînin. Rêber Abdullah Ocalan ev armanc ji berê ve tespît kir û wekî “Komploya Navneteweyî” bi nav kir.

DESTPÊKA KOMPLOYÊ: DERKETINA JI ŞAMÊ

Zextên li ser Sûriyeyê û gefên leşkerî yên dewleta Tirkiye di Îlona 1998’an de zêde bûn. Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşî li aloziyeke nû ya herêmî bigire û pirsgirêka Kurd ku bi destê pergalê hatibû derxistin û girêdan bi riya siyasî, dîplomasî û diyalogê bibe Ewropayê, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Şamê bi balafirê berê xwe da Atînayê.

Her çi qas berê ji aliyê hin nivîskar, rojnameger û derdorên siyasî yên Yewnanî ve hatibû vexwendin jî, dema daket Balafirgeha Atînayê, ji aliyê Serokê Îstîxbarata Yewnanîstanê ve hat pêşwazîkirin û jê re hat gotin: “Tu nikarî bikevî Yewnanistanê, yekser ji vir here.” Vê helwestê rûyê berbiçav ê Komploya Navneteweyî ya li dijî vîna Kurd eşkere kir; lê Rêber Abdullah Ocalan li hember vê xefikê israra xwe ya ji bo çareseriya siyasî domand.

RÊWÎTIYA DIJWAR A EWROPAYÊ Û BÛYERA NAÎROBIYÊ

Rêber Abdullah Ocalan piştî Yewnanistanê çû Moskovê. Dûmaya Rûsyayê di 4’ê Mijdara 1998’an de bi piraniyeke mezin biryara penaberiya siyasî da jî, rêveberiya Yeltsîn ji ber bazarên aborî û zextan ev biryar pêk neanî. Piştre di 12’ê Mijdara 1998’an de berê xwe da Romayê. Tevî ku nêzî 65 rojan li bajarê Roma ya Îtalyayê ma, dewletên Ewropayê li şûna dozeke siyasî û hiqûqî ya adil, qad teng kirin.

Piştî rawestgehên Belarûs û dîsa Yewnanistanê, di 2’yê Sibata 1999’an de bi planeke veşartî berê wî dan Naîrobiyê paytexta Kenyayê. Di 15’ê Sibata 1999’an de, bi operasyoneke hevpar a navneteweyî ya îstîxbaratan, Rêber Abdullah Ocalan li derveyî sefaretxaneya Yewnanistanê hat girtin û radestî tîmên Tirkiyeyê hat kirin û birin Girava Îmraliyê.

ROLA HÊZAN DI KOMPLOYÊ DE

- Amerîka (DYA): Ji bo parastina hevsengiyên xwe yên stratejîk û herêmî, bi rêya kanalên îstîxbaratî (CIA) û zextên dîplomatîk di şopandin û rêvebirina pêvajoyê de roleke navendî lîst.

- Yewnanistan: Tevî vexwendina destpêkê, qada mayînê neda, piştre bi veguhastina ber bi Kenyayê ve di operasyona radestkirinê de cih girt; piştî bûyerê 3 wezîrên hikumetê neçar man îstîfa bikin.

- Rûsya û Welatên Ewropayê (Îtalya, Almanya): Hiqûq û pîvanên xwe yên parastina penaberan li ber berjewendiyên siyasî dan aliyekî û deriyên çareseriya siyasî girtin.

- Tirkiye û Kenya: Tirkiye wekî hêza darizandinê, Kenya jî wekî erdnîgariya operasyonê di vê planê de bûn navend.

BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ Û GUHERÎNA PARADÎGMAYÊ

Armanca sereke ya komplogeran ew bû ku bi rêya tesfiyekirina Rêber Abdullah Ocalan tevgerê lawaz bikin û zemîna şerekî navxweyî yê kûr biafirînin. Lê Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê, di bin şert û mercên tecrîda giran de, pêvajoyê ber bi têkoşîneke teorîk û fikrî ve bir:

1. Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk: Li dijî sîstema dewlet-netewe ya qeyrançêker, modela rêveberiya hevpar û piralî ya gelan bi pêş xist.

2. Azadiya Jinê û Ekolojî: Tevger ji çarçoveyên teng derxist û kir bingeha pergaleke civakî ya alternatîf.

3. Israra li ser Çareseriya Siyasî: Li Îmraliyê bi nivîsandina Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk û parêznameyên din, rêya diyalogê wekî xeta bingehîn destnîşan kir.

DI SALA 28’AN DE BER BI MASEYA ÇARESERIYÊ VE

Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan di nava van salan de hesabên komplogeran serûbin kirin. Tevgera azadiyê li herêmê hêza xwe ya civakî û siyasî parast. Ji hevdîtinên dîrokî yên Newroza 2013’an û Lihevkirina Dolmabahçeyê ya 2015’an heta pêvajoya dawî, pirsgirêka Kurd timî li ser maseyê ma.

Herî dawî bi banga dîrokî ya 27’ê Sibata 2025’an a bi navê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gavên girîng ên ji bo derbaskirina qonaxa qada siyaseta demokratîk ketin meriyetê; agirbest hat ragihandin û li ser vê bingehê pêngavên pratîkî yên nû derketin holê.

Îro, dema ku Komploya Navneteweyî dikeve sala xwe ya 28’an, armanca hêzên serdest a ji bo tesfiyekirina vîna Kurd bi cih nehatiye. Berxwedana ku ji 9’ê Cotmeha 1998’an ve Rêber Abdullah Ocalan didomîne, ji hucreya yekkesî ya Îmraliyê pirsgirêka Kurd ji bin gefa tunekirin, darvekirinê gîhand asta herî sereke ya muzakereyê û îro wekî muxatabê bingehîn ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk cihê xwe diparêze. Rêber Abdullah Ocalan da nîşan da ku pirsgirêka Kurd bêyî îradeya Îmraliyê û bêyî çareseriyeke adil a siyasî nayê çareserkirin.