Jin: Têkoşîna li dijî tundiyê berpirsyariyeke civakî ye

Jinên li Çilaxayê diyar kir ku tundiya li dijî jinan ne tenê dozeke jinan e, ew dozeke civakî û mirovahî ya giştî ye, tê xwestin ku çanda wekheviyê pêk bê, civakeke ewle û azad bê avakirin.

18 mijdar, 2026   06:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Beşdarên çalakiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ya ji hêla Kongra Star a Çilaxayê ve hat lidarxistin, ji ajansa me re axivîn û da zanîn ku tundî dozeke civakî ye.

Dunya Mihemed Mûsa diyar kir ku tevî bangên ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan li cîhanê hîn didome, astengiyên mezin li hemberî jinan hene, bi taybet ê ku adetên paşverû ferz dike, rola jinan di malê de sînordar dike û rê nade ku jin beşdarî cihên biryarê û jiyana giştî bibin.

Dunyayê got: “Doza tundiya li dijî jinan ne tenê doza jinan e, ew dozeke mirovahî û civakî ye, heke jinek rastî tundiyê were wê demê civak bi giştî rastî tundiyê ye, jin beşeke sereke ya avakirina civakê ye, ew nifşan mezin dike û siberoja civakê çêdike.”

Esma El Ewad da zanîn ku hinek adetên kevin û tişta ku şaş ji olan tê şîrovekirin ji bo sînordarkirina azadiya jinan tê bikaranîn û wiha anî ziman: “Li gelek civakên Ereban, li jinan wiha tê meyzekirin ku ew nikarin biryarên xwe bigirin, rola wê di xebatên di malê de sînordar dike.”

Esma El Ewad destnîşankir ku divê li hemberî kiryarên ku ji azadiya jinan kêm dike bê rawestandin, ev yek jî bi rêya belavkirina hişmendiyê, çanda wekhevî û rêzdariyê pêk were û got: “Jin dikare xebata xwe bi ser bixe û pê re jî li malbata xwe binêre, ji mafê wê ye biryarên xwe bi awayekî azad bigire û bê zext vê yekê bi dest bixe.”

JI BO MISOGERKIRINA DESTKEFTIYAN BIRÊXISTINKIRINA CIVAKÊ Û YEKITIYA JINAN

Ezîza Mûsa diyar kir ku ji bo rakirina tundiyê birêxistinkirina civakê ya li ser bingeheke hişmend û wekheviyê pêk tê, divê jin li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên serxwebûna jinan bimeşin û hêza xwe ya li hemberî zîhniyeta baviksalar bi girtina biryarên xwe bi xwe bi pêş bixin.

Ezîza Mûsa destnîşan kir ku azadkirina civakê bi azadiya jinan pêk tê û wiha pê de çû: “Divê îradeya serbixwe ya jinan hebe, divê bi mafê xwe ve girêdayî bin.”

(sb)

ANHA