Çalakvanên jin li herêma Cizîrê: Divê mafê jinan ê qanûnî û civakî bê parastin

Jinên çalakvan bal kişand ser girîngiya pêşxistina hişmendiya mafên jinan ên qanûnî û civakî, derketina li hember cureyên tundiya li dijî jinan û da zanîn ku divê çanda rêzdariya li hemberî jinan û redkirina zîhniyeta baviksalar bi pêş bikeve û têkoşîna ji bo bidestxistina mafan bê domandin.

Çalakvanên jin li herêma Cizîrê: Divê mafê jinan ê qanûnî û civakî bê parastin
19 mijdar, 2026   05:05
QAMIŞLO
TORÎN MUSTEFA-EBAS XELEF

Bi hatina 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re jinên çalakvan ên li herêma Cizîrê têkildarî tundiya li dijî jinan, girîngiya hişmendiyê û domandina têkoşînê ji ajansa me re axivîn.

Endama Rêveberiya Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a Sûriyeyê a Parêzgeha Hesekê Sebah Şabo bal kişand ser birêxistinkirina desteyê ji bo panela di 16`ê Mijdarê de li Qamişloyê hatibû birêxistinkirin, da zanîn ku ew panel bi aramnca hişyariyên têkildarî xeteriyên tundiya elektronîk a li ser jinan ku niha bi pêşxistina wesîleyên medya dijîtal re zêde bûye, di demeke herî kurt de taybetmendiyên jinan rastî binpêkirinê tînin û nirxê jinan kêm dibînin.

Sebah Şabo destnîşan kir ku panel li ser 3 xalan bû aliyê civakî, naskirina tundiya elektronîk, sedem û encamên belavbûna wê pêk hat, her wiha behsa aliyê derûnî û bandora wê li ser jinan, aliyê qanûnî û naskirina qanûnên ku jinan diparêze jî hat kirin.

Sebah Şabo da zanîn ku divê jin mafê xwe yê qanûnî nas bike, rola malbat, civak û saziyan di pêkanîna çanda rêzdariyê, xwedîkirina zarokan li ser esasê redkirina tundiyê jî pêk bîne, divê jin hevgirtina xwe ya ji bo parastinê xurt bike.

Pispora civakî Tamara Elî diyar kir ku desteyê ji bo naskirina tundiya elektronîk a li dijî jinan, nîqaşa li ser bandora wê li ser derûniyê, aliyê wê yê civakî û qanûnî pêş xist.

Tamara Elî destnîşan kir ku wan xwestiye bi vê gavê re derketina li hemberî tundiya elektronîk bidin nasîn.

JINÊN LI TIRBESPIYÊ: JIN JI TUNEBÛNÊ HEBÛNÊ AVA DIKIN

Jinên li Tirbespiyê jî nêrînên xwe der barê mijarê de dan. Munteha Mehmûd diyar kir ku tevî ku jin di hemû aliyan de kedê dide, lê hîna jî mafê wan tê windakirin, divê hemû jin baş zanbin ku ew dikarin ji nebûnê hebûnê ava bikin.

Muntehayê da zanîn ku jin heta niha têne qetilkirin, revandin û hwd, di nav civakê de hîn ew hişmendiya desthilatdar heye, divê hemû jin xwe rêxistin bikin û li pêşiya zîhniyeta desthilatdaran bisekinin û got: “Em dengê xwe digihînin her derê.”

Qedriya Xelîl jî destnîşan kir ku bi hatina 25`ê Mijdarê li herêmê gelek çalakiyan ji hêla wan ve tê lidarxistin, armanca wan ew e ku jin xwe têkoşîna xwe mezintir bikin.

Qedriyayê da zanîn ku piştî salên şoreşê, jinan xwe perwerde û bi rêxistin kir, îsbat kir ku jin dikarin di hemû qadan de pêşengiyê bikin, ew wek jinên li Rojava heta dawiyê dê li kolanan bin û daxwaza mafên xwe bikin.

(sb)

ANHA