Jinên ji Dirbêsiyê: Divê mafê hînbûna bi zimanê kurdî were misogerkirin

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku zimanê dayikê stûna bingehîn a nasnameya gelan e, divê mafê gelê Kurd ê hînbûna zimanê xwe li dibistanan misoger bibe.

Jinên ji Dirbêsiyê: Divê mafê hînbûna bi zimanê kurdî were misogerkirin
14 cotmeh, 2026   02:55
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya dayîna 3 waneyan bi zimanê kurdî di hefteyê de, jinên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku pêwîst e mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê li dibistanan de misoger bibe.

Rêvebera Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Zubeyde Hisên der barê mijarê de got axaftina bi zimanê kurdî, hînbûn û xebitandin bi wî mafekî bingehîn a gelê Kurd e, ji ber ku stûneke bingehîn a nasname û hebûna wî gelî ye, rêbaza parastina mîras û çanda wî ye.

Zubeydeyê destnîşan kir ku bal kişand ser rola dayikê di hînbûna zarok zimanê wî yê destpêkê û got girîng e zimanê were parastin û bo nifşên bê were veguhastin û mafê zarokan ê hînbûnê di hundirê dibistanan de were misogerkirin.

Têkildarî biryara kêmbûna hînbûna zimanê kurdî bo 3 waneyan di hefteyê de Zubeydeyê diyar kir ku ev hejmarek têrê nake û got xwendekaran ji destpêka Şoreşa Rojava ve tevahî wane bi zimanê dayikê xwendin.

Zubeydeyê anî ziman ku xwendina bi zimanekî din ji bo zarokan zehmetiyan çêdike, nemaze jî zarokên ku rêwîtiya xwe ya xwendinê bi zimanê Kurdî dest pê kir û got girêdana bi zimanê dayikê nayê wateya ku zimanê din tên redkirin.

Rêvebera Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Stêra Îyo jî bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina mafê Kurd di hînbûna bi zimanê xwe yê dayikê li hundirê dibistanan de.

Stêrayê diyar kir ku gelê Kurd, piştî 15 salan ji berxwedan û têkoşîna ji bo parastina zimanê xwe de, di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe.

Stêrayê biryara dayîna di hefteyê de tenê 3 wane rexne kir û got ev hejmar têrê nake û nayê qebûlkirin û got divê zimanê Kurdî di dibistanan de bibe zimanekî bingehîn ê hînbûnê. Stêrayê destnîşan kir ku biryar bi awayekî mezin bandorê li ser xwendekarên bi ziman û çanda xwe ve girêdayî ne bike.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Merdiye Xelîl jî got zimanê kurdî strûna bingehîna a nasname û hebûna gelê Kurd e. Merdiyeyê îşaret bi rola dayikan di parastina zimanê Kurdî de di hundirê malê de û got ruxmî hewldanên çewisandinê wan zarokên xwe hînî zimanê Kurdî kir.

Merdiyeyê peyamek da xwendekaran û bang li wan kir ku hînbûna bi zimanê xwe yê dayîkê dewam bikin û ruxmî şert û mercan û astengiyan jî parastina wî bikin.

(f)

ANHA