Kargeha çêkirina qedehan ji bo jinan derfetên kar peyda dike

Yekem kargeha çêkirina qedehên kaxezî ji hêla Desteya Kar û Barên Malbat û Niştecihan a Sûriyeyê ve, li ser asta parêzgeha Hesekê, li Tirbespiyê hat vekirin û ji bo jinan derfetê kar peyda kir.

Kargeha çêkirina qedehan ji bo jinan derfetên kar peyda dike
Kargeha çêkirina qedehan ji bo jinan derfetên kar peyda dike
Kargeha çêkirina qedehan ji bo jinan derfetên kar peyda dike
Kargeha çêkirina qedehan ji bo jinan derfetên kar peyda dike
4 cotmeh, 2026   14:28
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Duh li bajarê Tirbespiyê kargeha çêkirina qedehên kaxezî ji hêla Desteya Kar û Barên Malbat û Niştecihan a Sûriyeyê ve hat vekirin.

Vekirina vê kargehê gaveke girîng e di warê pêşxistina aboriya herêmî û piştgirîkirina hilberîna navxweyî de. Her wiha dê derfetên kar ji bo jinan veke.

Di vê kargehê de 6 jin dixebitin û beşdarî pêşxistina hilberîna herêmî dibin. Di destpêkê de tê kargeh di 4`saetan de 14` hezar qedehên kaxezî hilberîne û ev berhem dê dema pêş de li tevahî bajarên herêmê bên belavkirin.

Kargeh du pîvanên qedehan derdixe yek ji wan pîvana 2 û nîve ev bi taybet ji bo qehwê ne, her wiha pîvana 6` ye ya ji bo vexwarinên din e.

Ev kargeh wekî xebata yakemîn a Desteya Kar û Barên Malbat û Niştecihan a Sûriyeyê li herêmê ye, armanc ew e ku jin beşdarî pêşxistina hilberîna herêmî bibin.

Derbarê kargehê de , Rêvebera Ofîsa Desteya Kar û Barên Malbat û Niştecihan a Sûriyeyê, Rohat Xelîl ji ANHA` re axivî. Rohat diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê kargehê ew e ku jin beşdarî hilberîna herêmî bibin.

Rohat da zanîn ku wan ev piroje berî 2` salan dabûn pêşiya xwe û niha pêk anîn.

Rohat Xelîl destnîşan kir ku ev kargeh ji bo jinên ku têde kar dikin dê dê bibe derfeta kar û debaraa jiyanê.  Her wiha got ew berhemên ku ji kargehê derkeve dê li tevahî bajaran bêne belavkirin.

Di dawiyê de Rêvebera Ofîsa Desteya Kar û Barên Niştecihan ya Sûriyeyê, Rohat Xelîl got: " Em hewil didin ku aboriya jinan pêş bixin bi rêya vekirina van kargehan."

(k)

ANHA